Zekî BEDRAN
23’ê Adarê 2019 bû rojeke dîrokî. Li Sûriyê di encama şerê ku bi pêşengiya QSD’ê hat kirin de erdê dawiyê yê di destê DAIŞ’ê de jî hat rizgarkirin û serketin hat ragihandin. DAIŞ’ê ji Mûsilê heta Reqayê erdekî berfireh xistibû bin serweriya xwe. Bi mîlyonan mirov xistibû bin rêveberiya xwe û ji wan şervan berhevdikir. Her wiha li çar aliyê cîhanê mirov dihatin û tevlî wan dibûn. Dewletên mîna Tirkiyê sînorên xwe ji wanre vekiribûn û bi her awayî piştgirî dikirin. Artêşên Iraq û Sûriyê nikaribûn li dijî wan şer bikin û tank û çekên wan ketibûn destên DAIŞ’ê.
Cara ewil gêrîlayên PKK’ê li Şengalê li dijî DAIŞ’ê şer kirin. Gêrîlayan pêşî li qirkirina Êzidîyan girt. Ji ber ku dewletên netewe yên li Rojhilatanavîn û rêjîmên otorîter rizîyabûn DAIŞ’ê ji vê valahiya îdeolojîk sûd werdigirt û îslam bikardianî. DAIŞ’ê serweriyeke mezin ya manewî bi dest xistibû, bi belavkirina dehşetê li pêşiya xwe hêzeke ku li ber xwe bide nehîştibû. Bi ragihandina xîlafetê kî derdiket pêşîyê ew ji navê dibir. DAIŞ ji kontrola hêzên ku ew xwedî dikir jî derketibû. Çawa ku bi lez mezin bû bi heman lezê hemû cîhan jî xist dijminê xwe. Lê belê rêjîm û artêşên heyî nikaribûn xwe li pêşîya DAIŞ’ê bigirin. Hêzeke weke PKK’ê ku xwedî hêza îdeolojîk û projeya neteweya demokratîk derket pêşîya DAIŞ’ê. Bi awayekî mezin dewleta Tirk DAIŞ ajot ser Kurdan. DAIŞ’ê piştî Şengalê şaşitîya xwe ya herî mezin bi êrîşa ser Kobanê, kir. DAIŞ piştî Kobanê êdî ber bi têkçûnê ve çû. Hêzên Koalîsyonê jî piştî ku berxwedana li Kobanê dîtin ketin nava tevgerê. Hêzeke mîlîtan ya xwedî îrade ku bikaribe li dijî DAIŞ’ê şer bike wekî din nebû. Berxewdana Kurdan dem bi koalîsyonê da qezenckirin û hêz da dewletên herêmê ku xwe komî ser hev bikin.
Ger DAIŞ’î çawa ketin rewşa niha binîrxînin wê fêhmbikin ku bi êrîşkirina ser gelekî mazlûm yê mîna Kurdan şaşitîyeke mezin kirine. Berxwedana Kobanê di gelemperiya cîhanê de rê li ber sempatîya li hember Kurdan vekiriye û piştgirîyeke mezin derxistibû holê. DAIŞ’ê bi êrîş û kuştinên wehşî hemû cîhan dabû ber xwe. Kurd bi berxwedan û îradeya xwe li pêşîya tirs û dehşeta DAIŞ’ê sekinîn. Rêxistinbûna Kurdan û tevlêbûna jinan ya nava şoreşê, her wiha cudahî nexistina di navbera gelên Asûrî, Suryanî û Ereb de rê li ber enerjiyeke mezin vekir. Li şûna tirs û serweriyê cara yekê gelan hevdu nas kirin û bi awayekî hevbeş yekîtiya xwe ava kirin. Ev yek di Rojhilatanavîn de nûbûneke mezin bû. Vê yekê rê li ber sempatîya gelên cîhanê vekir. Ji ber vê yekê 23ê Adarê rojeke dîrokî ye û wê weke cejna azadî, demokrasî û yekîtîya gelan di dîrokê de cihê xwe bigire. Hemû hêzên mezin yên cîhanê li Sûriyê ne. Lê ti projeyeke wan ya demokrasî û azadiyê nîne. Ya ku rêya yekîtî û demokrasîyê vekir û Kurd xist nava tevgerê projeya neteweya demokratîk ya Rêber Apo ye. Ger ne ji felsefeya yekîtî û azadiyê ya Rêber Apo buya wê li bakur û rojhilatê Sûriyê yekîtîya gelan nehatiba avakirin.
Ji bilî Tirkiyê hemû televîzyonên cîhanê ragihandina têkçûna DAIŞ’ê zindî weşandin. Di ragihandina Tirkiyê de bêdengiyeke mezin, xem û şîn hebû. Halbûkî gelek bi Sûriyê re mijûl dibûn û digotin ku bi mîlyonan penaberên Sûrî li ba me hene. Welatê ku diviya herî zêde têkçûna DAIŞ’ê ragihîne lê weke ku ew bi xwe têk çuye xemgîn bûbû. Wezîrê parastinê yê Tirk hinek fermandar girtibû rex xwe çûbû ser sînorê Sûriyê ji ragihandinê re qala ku wê çawa Kurdan tune bike, dikir. Dunya ji bo têkçûna DAIŞê di nava kêfxweşiyeke mezin de bû lê rayedarên dewleta Tirk li ser sînor amadekariyên tunekirina Kurdan li ber çavan derbasdikirin.
Heta yên mîna Erdogan li Tirkiyê li ser desthilatê bin wê xeterîya ji nûve derketina DAIŞan wê timî hebe. Di serî de gelên Sûriyê û hêzên Rojhilatanavîn divê bizanin û ji bîr nekin ku dewleta Tirk ji bo wan xeterîyeke çiqas mezine. Yên ku xeyalên Osmanîya Nû dikin wê bi zêhnîyeta DAIŞê timî bibin belaya serê miravahiyê.
Azadî û serketinên nû li gelê Newrozê tê ku nîşanî faşîstan dan ku ew têk naçin. Em şervanên ku li dijî DAIŞê qehremanî şerkirin pîroz dikin. Ew ê timî bi rêzdarî werin bibîranîn û derbasî dîrokê bibin. Ger gel bibin yek û li ber xwe bidin wê hemû hêzên zilmkar têk bibin. Pêwîste di vê demê de piştgirîya enternasyonal hê bêtir bê xurtkirin.





