Qasim ENGÎN
Di tevahî Kurdistanê de Newroz bi coş û kelecanek mezin hat pîroz kirin. Lê êdî ne tenê roja Newrozê tenê wek roja ku Kurdan xwe ji Dehaq’an rizgarkirine, di heman demê de wê wek roja ku xwe ji Dehaq’ên hemdem DAÎŞ’iyan rizgarkirine jî were pîroz kirin.
Erê, Newrozek; Newroza ku bi hezaran salan hate îro tê pîrozkirin, Newrozek jî ya ku ji vir şûn de were pîroz kirin e.
Newroz li hember tepisandin, çewsandin û her wiha li hember stûxwarî serî rakirin û azadiya xwe bi dest xistin bû, jiyana azad û wekhev bi gelan re bû, bi gelê xwe re di nava yekîtiyek mezin de him jiyan bû û him jî hevî bû.
Ger pênasakirina Newrozê ev be, wê demê Newroza îsal tam bûye Newrozek li gorî rastiya xwe. Bi serî rakirina li hember Dehaqên hemdem him bûye hêvî him jî bûye roja ku tirs û çewsandin hatiye şikênandine. Lê hê girîngtir jî Newroz,- taybet li bakûrê welat- bû roja yekîtî û hevgirtinê.
Di dîroka Kurdan de, Dehaqên xwînxar û hov bi serê Kurdên kuştî û jêkirî keleh avadikirin. Gotinên; ”bi serê 25 hezaran mirov me keleh çêkirin” tê zanîn. Lê Dehaqên demê xwe tenê bi kuştina Kurdan, şewitandina wan di jêrzemînan de, fetisandina nav bîran de, cemidandina nav sarincokan de tatmîn nakin. Dehaqên hemdem di heman demê de ji bo tevahî Kurdan gotinên wek; Ji vir bicehim in û biçin bikartînin. Bi van gotinan jî dixwazin welatê Kurdan çol û wêran bikin.
Erê, Newroza îsal ji bo vê bûye bersivek dîrokî. Bû bersivek ji bo hemû derdorên ku digotin; ”êdî Kurd nikarin rabin ser piyan, nikarin carek din xwe bikin îrade.” Lê me di serî de li Amedê dît ku bi sedhezaran Kurd-nêrînên wan çi dibin bila bibin- û dostên wan carek din bersivek dîrokî dane Dehaqên hemdem. Bersivek dan mêtingerên ku ji xwe bawer bûn, ku îcar wê bikaribin betonek stûrtir li ser Kurdan bireşînin.
Erê, Newroza Amedê bi coş û kelecana Leyla Guven û hevalên wê bê Newrozek netewî, gelerî û berxwedanî. Derket holê ku ancax berxwedêrî layiqê Gelê Newrozê ye.
Bêguman Newroz tenê ev ne bû, di heman demê de li seranserî Kurdistan û derveyî welat bû rojek rabûna ser piyan. Li her derê Kurdistan agirê Kawayê Hesinkar çawa ku hê bi gurtir gêş bû, deng û qîrîna neviyên Kawa jî berztir û bilindtir bû.
Derket holê ku ger neviyên Kawayê Hesinkar di nava têkoşîna dij mirovahî de nebin ne gengaz e ku, gelê herêmê, gelê cîhanê xwe ji Dehaqên xwînxar rizgar bikin û Dehaqan jî têk bibin.
Çawa ku di dema xwe de bi pêşengtiya Kawayê Hesinkar Dehaqên xwînxar têkçûn îcar jî neviyên wan DAÎŞ’î tekçûn.
Lê DAÎŞ’iyên mezin hê mane, yên ku aqil didane wan, yên ku di pişt perdeyan de DAÎŞ’î rêvedibirin hê mane. Êdî pêwîste ku Gelê Newrozê -serî de di 31ê adara pêşiya me de -wan Dehaqên hemdem bi qîrîn û kelecana Kawayê Hesinkar têkbibin, him jî êdî pêwîste ku tevahî Kurd û gelê herêmê li dora rûhê berxwederiya li dijî tapisandin, çewsandin û xwînwxarî xwe bikin yek û îcar bi hevra Dehaqên demê Erdoxan û Bahçelî têkbibin!





