Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Berxwedan û bêçaretiya faşîzmê

25/03/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Îtîfaqa AKP’ê û MHP’ê li dijî HDP’ê ava bûye
Share on FacebookShare on Twitter

Tayip TEMEL

Hemleya şikandina tecrîdê û têkbirina faşîzme mezin dibe. Di çarçoveya vê hemleyê de pêşketinên girîng çêdibin. Bi hêz û kevneşopiya berxwedêr a Newrozê asta têkoşîna gelê kurd cardin derket holê. Peyama azadiyê gelek zelal da yar û neyaran. Li zindanan, gelek deverên Kurdistanê û derveyî welat grevên birçîbûnê berdewam dikin. Li Rojavayê Kurdistanê hêzen azadî û demokrasiyê dawî li tarîtiya DAIŞ û piştevanên wê anî. Bi wesîleya Newrozê ev serkefttin diyarî tevahiya mirovahiyê hate kirin. Bi kurtasî qasî asta têkoşînê mezin dibe, encamên wê jî ew qas şênber dibin.

Li aliyê din êrîşên li hemberî têkoşîn û hemleya azadiyê jî berdewam dikin. Bi taybetî îro peşengtiya şer û êrîşên lihemberî gelê kurd ji hêla îktîdara MHP-AKP’ê ve tê kirin. Bi taybetî van çend salên dawiyê lez dane vî şerî. Hemû heza leşkerî, aborî, siyasî û dîplomatîk a dewletê bi armanca têkbirina têkoşîna azadiya gelê kurd bikar tînin. Tekane armanca wan ew e ku gelê kurd di sedsala pêşiya me de wekî kole, di bin destê xwe de bigirin. Bes dewran ne dewrana sedsal berê ye. Gelê kurd di asta herî jor de gihiştiye hişmendiya neteweya demokratîk. Wekî encama vê yekê li Şeladizê dibe Remezan Mihemed, li Zindana Tekirdagê dibe Zulkîf Gezen, li Amede dibe Leyla Guven, li Derezore dibe Şervan Cudi û Lorenzo Ossetiyê îtalî.

Ligel hemû êrîşên îktîdara MHP-AKP’ê gelê kurd berxwedana xwe ne rawestandiye û di encama vê têkoşîna bi israr de faşîzmê winda kiriye. Ne tene iktidara MHP-AKP’ê her wihadi şexsê wan de îdeolojiya fermî ya dewleta tirk a îmha û înkara gele kurd jî winda kiriye. Tu derfeta domandina îmha û înkara gelê kurd di destê vê îktîdarê û dewleta tirk de nemaye. Meseleya kurd û Kurdistanê dewletên înkar û îmhaker derbas kiriye. Li hemberî hêza gelê kurd di nav neçeriyek mezin de ne. Rastiya “li Rojhilata Navîn kê li dijî kurdan şer bike, dêwinda bike” cardin bi hemû zelaliya xwe di rastiya îktîdara MHP-AKP’ê de xuya bûye.

Îro di hundir de qeyrana Tirkiyeyê ya aborî, siyasî û leşkerî encama şerê li hemberî gelê kurd e. Her wiha tengijîn û tecrîdali derve ji cardin bingeha xwe ji politikaya îmhakirina gelê kurd digire. Ji ber tengijîna dijîn êdi gotinek wan a din nagire. Bi gefa, “Me hemû qedandin” dest bi axaftina xwe dikin lê bi lawahiya, “Bo xatirê Xwedê stûyê me li ber kurdan netewînin” diqedînin. Êdî du gotinên wan hev nagirin.

Li hemberî têkoşînê bêhn li wan çikiya ye û bi awayek bêhiş diaxivin. Jiber vê bêhişiyê heta têkçûnê dê êrîşên xwe bidomînin. Di encama van êrîşan de civak zehmetî û êşan jî dikişine. Ev jî rastiyek têkoşînê ye. Ev têkoşîn nebebûya bawer bin dê ev eş û zehmetî sed qatîbûna. Faşizm jî dê hartir bûya. Ku îro faşîzm diricife, encama vê têkoşînê ye. Bi bilindkirina têkoşînê dawiya faşimê dê zûtir bê. Bêtêkoşînî jî faşîzm, êş û zehmetiyan zede dike.

Ji bo zûtirîn deme de faşîm tê biçe tişta lezgîn bê kirin li her derê piştgiriya berxwedêrên grevên birçîbûnê û di 31 Adarê de dersdayîna faşîzmê ye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.