Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bîranîna Çalakiyekê

25/03/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Dorpêçkirina Rejîma Îranê
Share on FacebookShare on Twitter

Burhan ERDEM

Di wan salan de bû ku hinek ji çepgirên Tirk ji me re digotin, Kurd bûne parsekên aştiyê, (Ji partiyên siyasî heta komeleyan, kurdan gotina aştiyê kiribûn navên organîzasyonên xwe, ji ber vê yekê digotin parsekên aştiyê ku bi gotina aştiyê dayikên me, ji herkesî re destên xwe vedikirin…) gelek înîsiyatîf ên çareseriyê hatibûn bipêşxistin. Jivana çalakiyên xwendekaran ku piştre veguhezîbûn çalakiyên Teşebusa Hemwelatiyê Azad, bi pirbûna operasyonên artêşa Tirkiyeyê re, çalakiyên din ên ji bo aştiyê her diketin rojevê. Lewra di yekê hezîranê de hamleykeke nû ya gerîllayan hebû û ji bo pêşîlêgirtina vê hemleyê artêşa Tirk, agir bi her deverê bejahiya kurdistanê dixist.

Di atmosfereke wisa de, birek ciwanên Amedî roja 1 îlona sala 2004an  ji ber çadira aştiyê ya li Amedê dest bi çalakiya mertalên zindî kirin. Wê rojê 35 Mertalên zindî ji Amedê ber bi çiyayê Gabarê ve ketibûn rê, bi armanca jiyana xwe, bedena xwe ya ciwan ji bo aştiyê li dijî şer bikin mertal. Armanca van ciwanan afirandina atmosfereke aştiyane bû, bi daxwaza dawîlêanîna pevçûnan derketibûn rê.

Lê ev mertalên zindî li riya çûyina çiyayê Gabarê, li gelek astengiyan rast hatin, bûn maxdûrên heqaretan û li ser dawiyê heta girtigehê riya wan dirêj bû. Van Mertalên Zindî yên ji Amedê, bi vê çalakiya xwe tevî ku hatin astengkirin gelekî deng dan û li gelek deverên din însiyatîfên bi vî rengî rû dan. Van înîsîyatîfan çalakiyên din ên mertalên zindî bi xwe re anînîn ku ev çalakî li bejayiyên weke yên Dêrsim, Colemerg, Mûş, Sêrt, Wan û Êlihê derketin pêş.

Lê çalakvanên mertalên zindî ku piraniya wan ji ciwanên xwendekar pêk dihat di dema van çalakiyên xwe de her hatin astengkirin. Ev astengî jî pirî caran bi girtina ciwanan bi dawî bû ku ev ciwan hatin mahkemekirin û hin ji wan xistin girtîgehan. Lê tevî van astengan ev çalakî her berdewamkir û heta sala 2016an me her înîsîyatîfên mertalên zindî dîtin.

Di heman demê de ku çalakiyên Tevgera Hemwelatiyê azad û Mertalên zindî berdewam dikirin, çalakiyeke din a ji bo aştiyê ketibû rojevê. Otobusa Aştiyê ya `Hewldana Rewşenbîran a ji bo Aştiyê` ku roja 10ê mijdara wê salê ji Stenbolê bi rê ketibû a di rojê gihiştibû Amedê. Bi 10 hezaran Amediyan, Otobusa Aştiyê bi `siloganên bi daxwazên aştiyê pêşwazî kiribûn.

Di merasima pêşwazîkirinê de, Berdevkê Helwdana Rewşenbîran Akin Bîrdal jî bi axaftineke kin diyar kir ku, ew ji bo pêkanîna aştiyeke mayinde ketine rê û armanca wan pêkhatina agirbesteke du alî bûye. Hingê pêvajoya endametiya ji bo Yekitiya Ewrupayê hebû ku gelek kesan ji bo vê yekê piştgiriya hewldanên aştiyê dikirin. Bi wê înisiyatîfa otobusa rewşenbîran re mîtîngên aştiyê jî bûbûn perçeyekî jiyana kurdan. Li Qada Stasyonê her mîtîng hebûn. Şevên aştiyî dihatin organîzekirin û heta Daristana Aştiyê hatibû çêkirin.

Mirov divê bêje ku van çalakiyan li nava girseyên mezin ên kurdan cihê xwe girtibûn. Lê tu çalakî nekanîbû bighêje wê wêrekiya mertalên zindî. Mertalên zindî yên di destpêka vê çalakiyê de cih girtin, bûn maxdûrên li pêş ên vî şerî. Lê belê wan ev yek dîtibû û bi zanebûn tevlî vê çalakiyê bûbûn. Hin ji wan li çiyê man, bûn gerîlla, yên hatin girtin û hînê di zindanan de ne hene û yên bûn pênaber…

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.