Derwêş M. FERHO
Pirraniya nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd di bin şertên herî giran de li welatê xwe dijîn û xebata xwe dikin. Gelê Kurd jî bi hemû jiyana xwe di bin nîrê zor û zilmê de ye. Têkoşîna hebûn û nebûnê didome û ev têkoşîn di rojhilata navîn de mînak e ji bo jiyaneke azad û bi rûmet.
Mijara me ya îro Kurdên ku li welêt xebateke bi rûmet dikin ji aliyê dagîrkeran bi hemû awayî jiyaneke dijwar dijîn, lê li xerîbiyê dibin xwedî xelatên rûmetê. Emê bes çend mînakan bidin.
“Kurdên” ku xwe bi awayekî firotine, rasterê ji dijmin re kar dikin, yan bi kirinên xwe xizmetê ji dijmin re dikin, yan xwe parastine ojdanê dijmin û hêviyên wan ji dijmin hene ne mijara me ne.
Di 1998 de pirtûka Mahmut Baksî ku bi Elin Clason re nivîsiye, Hêlîn, xelata Pirtûkên zarok û ciwanan li Austria distîne. Ji aliyê kovara Focus ve, di nav “heftên herî baş” de tê nasandin. Pirtûk bi Kurdî, Swêdî, û Almanî, ji aliyê Enstituya Kurdî ya Brukselê ve jî bi Hollandî hatiye weşandin.
Mahmut Baksî xwediyê bi dehan berhem e. Kurdiyeke paqij dinivîsî. Yek ji nivîskarên Kurd e ku kultûr, orf, aded û folklora Kurdî xweş dinasî.
Yek ji rewşenbîrên Kurd ku çend xelat stendine Şexmûs Dagtekin e. Ji 1987 de li Fransa dijî. Pirtûkên wî nayên wergerandin. Rasterê bi Frensizî dinivîse û li Fransa di nav wêjeya Fransa de xwedî ciyekî sereke ye. Şîrovekerên wêjeyê wî yek ji kesên giring ji bo nûjenkirina zimanê helbestê di Fransizî dedibînin. Şêxmûs Dagtekîn di 2007 de (prix Mallarmé) û dîsa di 2007 de (Yvan-Goll International Prize) di 2008 de (prix Théophile-Gauirer, Academie Française) xelat stendine. Di salên 2000 û 2004 de berhemên wî ji bo xwendinê wek mînak hatibûn nîşandan.
Xelata herî zêde nav da ya 2015 bû ku ji aliyê Benjamin Fondanê Award ji bo romana wî ya bi navê Élégies pour ma mère (Şahî, yan zarafet bo diya min) hat dayin.
Bê goman Kurdan ne bes di qada wêjeyê de xelat stendine. Di qada siyasetê de jî xwedî xelat in. Sê mînak: Leyla Zana, Selahattin Demirtaş û Abdullah Demirbaş.
Şahredarê Sûrê, Abdullah Demirbaş, ji bo xebata li şahredariyê bi zimanê Kurdî pêk anî ji aliyê dewletê serê wî gelek caran hat êşandin. Wek hûn dizanin, xizmeta şahredraiyê rasterê bi çend zimanan pêk dihat, polên zimanê Kurdî ji zarokan re li çend ciyan vekiriibûn û yek ji serkêşên vê xebatê Medya zarok bû. Medya piçûk di sala pey de xelata Malbata Ferho li Mizîzexê stendibû. Abdullah Demirbaş di 2010 de ji destê pênc parlementerên Beljîkî, di parlementoya Beljîka de stend.
Leyla Zana di sala di 1994 de xelata Therolf Rafto ji Norwêc, û di 2010 de xelata Sakharov ji bo xebata xwe ya mafê ramana azad ji Parlementoya Ewropa girt. Çend xelat jî di salên pey de li Fransa setndine. Wek tê zanîn Leyla Zana, tev 3 hevalên xwe yên Parlementer, Hatib Dicle, Orhan Dogan û Selîm Sadak, deh sal di girtîgeha dewleta Turk de maye.
Yê herî dawî ku xelat stendiye Selahattin Demirtaş e. Di 2017 de pirtûka wî ya bi navê Seher li Fransa hat weşandin. Lê mixabin ew ji destpêka 2016 û vir de di zîndanên dewleta Turk de ye.
Selahattin Demirtaş di dîroka siyaseta Kurdistan û Turkiyê de yek ji kesên ku herî baş xebata parlementeriyê bi rê ve biriye. Ji bo wê jî ew ji aliyê gelek Kurd, Tuk û gelên din tê hezkirin. Herweh li Ewropa jî ew xwedî ciyekî rêzdar e.
Lê meriv çi bêje. Merivên li nav cîhana demokratîk xwedî xelat li Turkiyê yan di zîndan, yan jî li derve penaber in.





