Rojnameya Ronahî

Weke Hebûn, Heyîn Kurd -8-

Abdulah Ocalan

Qraltiya Ûrartû ya navdar (850-600 B.Z.) duyemîn mînaka girîng e ku di encama nakokî û têkiliyên çandên ji rêûresmê yên Mezopotamya Jor û Jêr de derketine holê. Di şaristaniyê de ew nexasim bi hunerê hesinkariyê xuya ye. Xelekeke bi hêz a sîstema şaristaniya navendî ye. Heye ku kokên xwe digihîjin Hûrriyan û sentezeke hêmanên çandî yên Ermeniyên wê demê be. Ew hêza bi tenê ye ku dikare li dijî hêza hegemonîk a wê demê Împaratoriya Asûr bisekine, li ser piyan bimîne û car caran Asûran paşve bixe. Di serî de çanda Kurd û Ermeniyan, li ser tevahiya avahî û zêhniyetên çandî yên herêmê xwedî hêzeke bi bandor e. Li Zagrosan piştî berxwedaneke sêsed salî ya li dijî Asûran di sala 612’an B.Z. de Konfederasyona Medan (wer xuya ye ku ev nav jî Asûran li Hûrriyan kiriye) paytexta Asûran Nînova şewitand, hilweşand û bi xwe veguherî împaratoriyekê. Piştî dema împaratoriyê ya kurt ajot, di encama dekûdolabên xanedaniyê de salên 550’î B.Z. împaratorî ket destê qralên ji zurriyeta Hêxamenîşiyên Fars, lê tevî vê jî di nava împaratoriyê de bandora çanda Medan sereke bû. Nexasim di warê eskerî de bandora wan heye. Bi navê Împaratoriya Persan ji derya Egeyê xwe gihandibû heta bi nava Hindistanê, ji Misrê heta bi Tirkmenistana îro bûbû hêzeke cîhanşumul a tekane. Yek ji xelekên bi hêz ên sîstema şaristaniya navendî bû. Di sala 330’î de heta ket destê Skenderê Mekodonî tevahiya dusedûpêncî salan bi tena serê xwe bû hêzeke hegemonîk a dinyayê û li ser çanda şaristaniyê şopên kûr hiştin. Şaristaniya Med-Pers kir ku şaristaniya Romayê derkeve holê. Piştî fetha Skender qraliyetên weke xelekên navber hatin avakirin, her ku çûn di şerên navbera Sasanî (dewama Persan; 216-650 P.Z.) û Romayîyan (500 B.Z.-500 P.Z.) de bûn hêzên yedek. Du hêzên mezin ên dawî yên serdema antîk Sasanî û Romayiyan nikarîbûn hevdu bi temamî têk bibin, lê ji ber ku hevdu westandin vê yekê rê li ber fetha Îslamî vekir. Ji Hz. Muhammed hat ku çanda qebîleyê ya bi hêz a Nîvgirava Ereb bi çanda Îslamîk re bike yek û bi vê re serdemeke nû ya dîrokê dest pê kir.

Tevahiya bûyerên girîng ên çanda şaristaniya serdema destpêkê ya bi qasî çar hezar salan dewam kir li Mezopotmaya Jor û dewrûbera wê ya nêz qewimîne. Çanda proto Kurdan di vê dema dirêj a duyemîn de erênî yan jî neyênî gelek bûyer dîtine. Mirov bi hêsanî dikare bibêje, di du hezar salên pêşî de Hûrrî, Mîtannî û Hîtîtiyan di çarçoveyeke gerdûnî de bandor kirine. Di pêkhatina çanda Grek û Romayê de û di derketina holê ya çanda Rojava de xeleka sereke ya diyarker çanda Hûrrî-Mîtannî-Hîtît e. Hem afirêneriyên xwe bi xwe, hem mîrateya çandî ya Sumer birin Rojava, gihandin Greko-Romenan û bi vî awayî di dewamkirina bê navber a şaristaniya navendî de bi rola xeleka zêrîn rabûn. Mirov heta rola vê xeleka zêrîn diyar neke, pêkan nîne ku herikîna dîrokê rave bike. Eger bi çanda neolîtîkê ya duwanzdeh hezar salî û çanda şaristaniyê ya du hezar salî xwedî nebûya, bi herhalî me nikarîbû behsa çandeke mirovatiyê ya mohra xwe li îro xistî bikira.