Rojnameya Ronahî

Li Efrîn û Ezazê 10 dagirker hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di 3 çalakiyên hêzên wan ên li Efrîn û Ezazê de 10 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên hêzên wan ên li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de HRE got; “ Roja 19’ê Adarê şervanên me li dijî baregehek çeteyên dagirker li gundê Cilbirê ya girêdayî navçeya Şêrawa çalakiyek lidar xistin. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û 4 çete jî birîndar bûn.

Roja 20’ê Adarê şervanên me li dijî rêbendek (Dozer) çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Cilbirê ya navçeya Şêrawa çalakiyek bi bandor lidar xistin. Di vê çalakiye de 5 çete hatin kuştin û 2 çete jî birîndar bûn.

Roja 21’ê Adarê şervanên me li dijî baragehek çeteyan li gundê Kil Cibrînê ya girêdayî herêma Ezazê çalakiyek lidar xistin. Di encama çalakiyê de 3 çete hatin kuştin.

Di encama 3 çalakiyên şervanên me yê li dijî çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de 10 çete hatin kuştin û 6 çete jî birîndar bûn.”