Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hunermend û Polîtîka

23/03/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Ol û Civak -2-
Share on FacebookShare on Twitter

Sîpan ŞÎNDA

Ev ne nivîseke polîtîke. Tenê vegotinek li ser rewşa hunermenda ye. Heçî Kurdin, zêde hij gotinên polîtîk, ango sloganîk dikin. Ev rastiyek ya civak, netewên bindestin. Ji ber kû çavê wan her tim li riya azadiyê ye, dilê wan her tim ji bo serkevtinê dijene. Dilê wan nazike, weke gula nû bişkûjî, hema tu biçevînî bi xwe dişkê. Mejiyê gelên bindest ji li gor viyana dilê wan dihizire. Ango ji mejî pitir dilê wana rêberê jiyana wana ye. Ev yek jî, ji bo wana xeterek mezine. Hunermend dengê dilê civakê ye. Ew bi awaz û gotinên xwe dibe dermanê dilê gelê xwe. Bi stranên xwe agirê di dilê wan de kêmtir dike, kezebê wan hûnik dike. Awaza hunermendî qêrîna dilên şewate. Her pêlek ya dengê hunermendî, axîn û qêrîna dilê gele. Her ristek ya strana hunermendî, hekîmeke ji bo birîna dilê gel. Ji bo dilên birîndar, çi bijîjk û derman nabe weke awaza hunermendî. Dermanê herî baş ê li birîna dilê gelên bindest tê, awaza hunermendî ye. Dema pêlên awazên hunermendî xwe tavêje nava dilên kul, weke dermanê nûjdarê ye. Ne çi dixtor dikare wî dilê kul ewqasî zû baş bike, ne ji çi gotinên polîtîk dikare ewqasî geş bike.

Bê goman hunermend ji xwediyê hest û hizrin. Sekneka wan ya netewî, bîrdozî heye. Ew ji hunera xwe li gor hest û ramanên xwe dikin. Hunera hunermendî çeka wî ye. Çekek ewqasî dijwar û xurte, hunermend dikare bi wê çeka xwe bi milyonan mirov rake ser piyan. Ew awaza kû hunermend distire, ji gule û qumbere, ji slogan û gotinên polîtîk gelik xurttirin. Lêbelê ger hunermend di wê hişmendiyê de be! Tişta kû xwiya dike pirrên hunermendan ne di hişmendiya hêza hunera xwe de ne. Ji ber wê gelik caran di konseran de navberê didin stranan û dest bi axavtinên polîtîk dikin. Ya rast dest bi polîtîkayê dikin. Li gor min eva henê qelsiyeke. Raste, dibe kû hunermend ji bixwaze hastên xwe bîne ziman. Lê ger ew bizane, ji xwe bi awaz û stranên xwe hastên xwe bi awayekî hunerî û ji axavtinê xurttir tînin ziman. Yan ew têra wan nake û dilê wan rihet nake? Li gor min dema hunermendek dev ji stran gotinê berde û dest bi axavtina polîtîk bike, ew hunera xwe bêhêz dike. Ew çeka xwe di destê xwe de bê qîmet dike. Yan ji ew nizane wê çeka hunerî bikar bîne, di warê hunera xwe de qelse lewma di nava konserê de dest bi axavtina polîtîk dike. Heçî polîtîka ye mirovan ji hev dike. Ji ber kû ew bangî dil û giyanê mirovan nake. Lê heçî hunere bangî dil û giyanê mirovan dike. Ji ber wê ew dilan nêzîkî hev dike. Huner ferq û cudahiyê naêxe di nava mirovan de. Lê polîka ferq û cudahiyê têxe di nava mirovan de. Huner dilê mirovan naêşîne, dila geş dike, jiyanê dide giyanê mirovan. Lê polîtîka dilan têşîne, diçilmisîne. Huner mirovan bi jiyanê ve girê dide, jiyanê li mirovan xweş dike. Lê polîtîka mirovan ji jiyanê dûr têxe, jiyanê li ber çavê  mirovan reş dike. Polîtîka neyarê dila ye, huner cebarê dila ye. Ji ber wê heke hunermendek bizanibe hunera xwe bikar bîne, bizanibe hêza hunera xwe, divê tu caran navberê nede stranan û dest bi axavtinên polîtîk neke. Polîtîka dikuje, huner vedijîne. Newroz pîroz be.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.