Rojnameya Ronahî

Divê wek DAIŞ hevkarên wê jî werin darizandin

Ezîz KOYLUOGLÛ

Êdî DAIŞ li ser erdê hebûna xwe bi temamî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wendakir. Ev ji bo hemû cîhanê serkeftinek mezine. Niha li heremê xebatên lêgerînê yên şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) didome. DAIŞ demekî dirêj amadekariyên şer li herêma Baxoz dikir. Li gorî hin çavdêrên leşkerî bi dehan cihên binerd û nefeq li herêmê hene. Gelek çeteyên DAIŞ dibe ku xwe li wan nefeqan veşartibin. Ji bo wê jî tê xuya kirin heta demekî wê li herêmê lêgerîn hûr û kûr bidome. Metirsiya herî mezin ew e ku, hin çeteyên çavsor jî li vê herêmê xwe veşartibin û ji valatiyekî sûd werbigrin û birevin. Lê tişta tê xuya kirin, wê QSD’ê pirr alî rêgir be.

Piştî bi temamî binketina DAIŞ, ji niha ve gelek pirs li bersiva xwe digere. Bi taybet kî destek da DAIŞ û hişt wiha mezin bibe. Têkiliyên dewleta Tirk ya dagirker û DAIŞ hêdî hêdî dibe mijarên gelek dewletan. Berê tişta ku kesên pispor digotin, êdî serokê dewletan dibêjin.

Cara yekemîn serokê dewletekî Ewropa qala hevkariya DAIŞ û Dewleta Tirk bi zimanekî vekirî kir. Serokdewletê Çekyayê Milos Zeman axaftinek kir. Di axaftina xwe de Zeman li ser pirseke rojnamevan a derbarê Tirkiyê de wiha got: “Ma çima êrîşî Kurdan dikin? Ji ber ku bi awayekî fiîlî hevkarên DAIŞ’ê ne.” Her wiha Zeman ji kanaleke televîzyonê ya Çekyayê re jî axivî û di heman mijarê de wiha got: “Dema ku DAIŞ’ê li Sûriye û Iraqê gelek dever dagir kirin, dihate zanîn ku Tirkiyê ji bo desteka çeteyên DAIŞ’ê, ji operasyonên lojîstîk re navberkarî dikir. Heke mirov bi awayekî vekirî bibêje; ev operasyon ji bo petrol û hin tiştên din ên wekî wê, ji DAIŞ dihatin kirrîn.”

Berî niha jî nûnerê berê yên Serokê Emerîka yê koalîsyona li dijî DAIŞ Brett McGurk ji raya giştî eşkere kiribû ku Tirkiyê heta dawî desteka lojîstikî û çek dida DAIŞ û wan çendî hewl daye ku vê rawestîne, lê nerawestand. Heta sînorê DAIŞ bi Tirkiyê re hebû yekser, piştî sînorê DAIŞ bi Tirkiyê re nema jî, neyekser hevkariya xwe bi DAIŞ re domand.

Çarçova alîkariya dewleta Tirk ya dagirker bi DAIŞ re liser bingeha tinekirina Kurdan bû. Dewleta Tirk tiştê nikaribû bidestê xwe bi Kurdan bike, xwest bi rêya DAIŞ re bike. Dema dest bi êrîşên xwe li ser Kurdan kir, dewleta Tirk ya dagirker jî, li bakûrê Kurdistan danûstendinên xwe bi Kurdan re rawestan û dest bi êrîşan kir. Ji aliyekî DAIŞ li Rojava, ji aliyê din dewleta Tirk ya dagirker li bakurê Kurdistan ji bo tine kirina Kurdan komkujiyan dikirin.

Wê demê raya giştî ya cîhanê li hemberî komkujiyên dewleta Tirk ya dagirker li bakûrê Kurdistan bêdeng bû. Heta niha jî li dijî komkujiyên dewleta Tirk yên liser Kurdan dengek ji raya giştî derneketiye. Li dijî DAIŞ ku hevkarê dewleta Tirk bû, neçar man dengê xwe bilind bikin.

Di rastî de hevkariya DAIŞ û dewleta Tirk ya ji aliyê  Serokdewletê Çekyayê Milos Zeman  heta bibîrxistin, ji aliyê cîhanê baş tê zanîn. Berî ku Rûsya bibe ‘hevkarê’ dewleta Tirk, bi belgeyan rastiya hevkariya dewleta Tirk û DAIŞ raxistibû berçavan. Lê piştî di çarçova Astana’de ‘hevakariya’ Rûsya û Tirkiyê destpêkir. Rûsya xwe bêdeng kir.

Dewletên Yekbûyî yên Emerîka ku di têkoşîna li dijî DAIŞ de rolekî girîng lîst, dizane ku bê alîkariya dewleta Tirk nepêkan bû DAIŞ wiha liberxwe bide. Brett McGurk ev yek eşkere anî ziman.

Niha pirsa herî girîng li vir ev e; wê cîhan bi şêwazekî cidî bi rastiya DAIŞ re rû birû were ya na. Ger were divê hemû hevkarên DAIŞ jî wek DAIŞ di wijdan û dadgehekî navnetewî de werin darizandin. Bi taybet dewlet Tirk.