Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji Efrîn ta Baxozê Newroz bi ser ket

23/03/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Tayên spî û reş wê ji hev derkevin
Share on FacebookShare on Twitter

Idrîs HENAN

Rê, rêbaz û mekanîzmeyên jiyanê li gorî şert û mercên mekanî û demê tên afirandin. Hemû şêwe jî xwe dispêrin aliyê zihnî yê çawaniya jiyînê. Ango; mirov pêwîste çawa bijî? Çawanî û jiyîna rastiya fikirînên xwe yên azadî, demokrasî û pêvanên civaka xwezayî ya nirxparêz, jiyana şênber a hişmendiya serkeftî ye. Jiyana xwe nespêre xwebûyînê ne îrade û ne jî karakterê insanan tê de hene.

Dagirkerên Kurdan her di nava hewldana têkbirina van aliyên civaka Kurd de ne. Bê navber û bê vehesîn, bi şev û roj di nava xefik, dek û dolab û plangeriya têkbirina vê civakê de ne. Heya armanca xwe pêk bînin bi rêbazên pişaftin, qirkirin, asîmîlekirin û desteserkirinê nirxên gelê Kurd tecawiz dikin. Kêlî bi kêlî li hember mafê jiyanê bertek û nerazîbûna xwe nîşan didin. Tê gotin ku dijmin hemû dijmin e! lê realîte û pêvajoya herikîna dîrokî dibêjin ku; çawa ku gelê Kurd bi xisletên xwe yên resen malzarokatiya civakbûyîn û şaristaniyan kiriye, dijminê Kurdan jî bi hovîtiya xwe ya dirindeyî naşibe ti dijminên gelên dîtir ên dunyayê. Bi qasî ku dijminê Kurdan hewl daye vî gelî tune, qir û ji kokê ve biqelîne, dîrok behsa ti dijminekî hov bi vî rengî nake.

Çawa ku rastiya dijminê gelê Kurd hatiye vegotin perelelî wê jî rastiya berxwedan û qehremantiya Kurd bi tîpên zêrîn di rûpelên dîrokê de hatine nivîsandin. Gelê ku xwe bi rastiyên xwe re peçinandiye û parastiye li hemberî dijminên qirker kêliyane têkoşîna xwe nûjentir dike. Ango rê, rêbaz û çawaniya liberxwedayînê diafirîne û jiyana xwe li gorî pîvan û rêgezên hebûna birûmet û mafdar dixuliqîne. Ji ber vê jî gelê Kurd veguheriye gelekî ku têk naçe. Dîroka hezarê salan û bi taybet van dused salên dawî vê rastiyê tivî dikin. Berovajî; dijminên hewl dane vî gelî ji nav bibin, têk çûne û gelê Kurd serfiraz û azad li ser kokên xwe hişîn hatiye.

Rastî û heqîqeta Şoreşa Rojavayê Kurdistanê vê yekê diteyisîne. Îro di şexsê vê şoreşê de daneheva dîrokî ya berxwedana topyekûn a man û nemanê hatiye komkirin. Li hemberî daneheva qirêjî, neyartî û dijminahiya ji çandên resen re bi ser dikeve. Çawa ku me di destpêkê de got ku neyarên gelan jî xetên xwe yên tunekirin û îzolekirina gelan vediqetînin, her wiha îrade û vîna gelan jî li hemberî xeta imhaker xeta jiyan azad hildibijêrin. Di oxira wê de jî giranbuhayên xwe feda dikin û bi egîdane xwe li ser lingan dihêlin. Ev rastiya gelên berxwedêr bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re salane di Newrozan de bi israr têye nûjenkirin. Îsal jî di Newroza 2019an de ev heqîqet hate tivîkirin û bi xwînê hate mihurkirin. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li şûna xetên ku di encama itîfaqên li ser hesabê gelan pêk hatine de, xeta berxwedanê ya ku ji Efrîn heya Baxoz diçe vekirin. Di Newroza îsal de gelên li vê herêmê ku di bin nîrê dijminên xwedî yek kok û mîrat de bûn, ji bo jiyana azad û birûmet meşeleya berxwedanê bilind û geştir kirin. Rizgarkirina Baxozê û Newroza li Şehbayê herdu seriyên wê xetê ne ku kesek nikare ti pêşbîniyan bike wê ev xeta azadiyê li kudera Sûriyê raweste. Ji ber vê jî Newroza 2019an, Newroza tekezkirina rê, rêbaz û mafê têkoşîna azadiya gelan a rawa û mafdar e.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.