Rojnameya Ronahî

Zehra Saglam li dijî tecrîdê çalakiya fedayî kir, şehîd bû

Girtiya bi navê Zehra Saglam ku li dijî tecrîdê li Girtîgeha Tîpa T ya Oltu’yê çalakiya fedayî kir, şehîd bû.

Girtiya bi navê Zehra Saglam ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya fedayî kir, şehîd bû.

Malbata Saglam ji bo cenazeyê keça xwe werbigire berê xwe da Erzîromê.

Li gorî agahiyan, cenazeyê Saglam li Tipa Edlî ye û malbat wê ji wir werbigire.

Agahî li ser berfirehiya bûyerê bi dest neketin.

Hate ragihandin Saglam ji navçeya Gimgim a Mûşê ye.