Farûk SAKIK
Di sala 1992’an de ji bo pîrozkirina Newrozê amaedekariyên mezin hebûn. Hêzên rejimê roja 21’ê Adara 1992’yan li Cizîra Botan, Şirnex, Nisêbîn, Hezex, Wan, Gewer, Amed, Farqîn û li bajarên din bi dehan Kurdên pêşwazên Newrozê kuştin. Berdevkên rejimê cejna Newrozê li dijî dewletê wek îsyan, wek serhildan binav dikirin.
EWROJ…
Ji van serhjildanan û zilma dewletê ya ser gel bersivek ji Îzmîrê ji Qedîfeqele hat. Keça Kurd Rahşan Demîrel bi eslê xwe ji Nisêbînê bû. Malbat ji ber zilma dewletê koçî metrepolan kiribû û li bajarê Îzmîrê bi cih bibûn. Rahşan, berî çalakiyê hemû kiryarên dewletê di Tv’an de temaşe kir û biryarek girt. Bi çalakiya xwe dixwest agirê Newrozê ji Zekiye Alkan dewr bigire. Û wisa kir. Êvara çalakiyê bû. Li Kurdistanê pîrozbahiyan dest pê kiribû. Li çiyayê Kurdistanê agirê newrozê pêketibûn. Li her deverî amedekariya sibehê hebûn. Ji welat dûr li bajarê Îzmîrê keçikek bi navê Rahşan Demîrel jî ji bo pîrozkirina Newrozê amadekarî dikir.
Di destpêkê de xwe şûşt, keziyên xwe şeh kir. Neynûkên xwe jêkirin. Kincê herî xweşik li xwe kirin. Nameyek ku li ser nivîsandîbû “ez xwe dikim Newroz” hişt. Peyama xwe ya çalakiyê jî bi Kurdî û Tirkî di kasetekê de qeyit kir û li benda sibehê ma. Malbata xwe di xew de hişt û birêket.
Roja 21’ê Adara 1992’an di dest wêde bîdonê benzînê ber bi kelehê ve dimeşiya. Dema gihîşt serê kelha Qadîfeqale benzîn bi ser bedena xwe de reşand û bêsekin agir li bedena xwe da. Bi vî agirî ne bi tenê bedena xwe di heman demê de tirs û xofa li ser gelê Kurd jî şewitand. Rahşan di çalakiya Newrozê de bû. Piştî çalakiyê, kaseta qeyit kiribû hat dîtin, Peyamek wiha dabû: “Kes bila nefikire, ji bo azadiya Kurdistanê bitenê şer tê kirin, na mirov dikare li her cihê li dijî jî vê têkoşînê be. Ezê xwe bikim Newroz. Hin kes dive ku wateyên cuda bidin çalakiya min. Hin kes bibêjin ev dîn bû. Na ez ne dîn bûm, li dinyayê gelek dîn hene çima ew xwe naşewîtînin. Ez keçikek xweşikim jî, min bixwesta dikarîbû bizewicim jî. Lê armanca min ne ev e. Armanc ji bo welat bibim newroz e. Xwedê emrek dirêj bide serokê me ku Kurdistanê azad bike. Ez komkujiyên faşîstan protesto dikim. Ez Newroza gelê xwe bi can û xwîna xwe pîroz dikim. Bijî Kurdistan. Bijî 27’ê Mijdarê roja partiya me, her bijî 1’ê Gulanê, her bijî newroza 21’ê Adarê a serfiraz û serkeftinê. Newrozê li gelên bindest bi can û rih pîroz dikim.”
Cenazê wê birin Nisêbînê, hêzên dewletê ji bo merasîm çênebe, gelek asteng derxistin pêş malbatê. Lê carek ateşgehên Zerdeşt pêketibûn, rihê Kawa vegeriyabû û di bedenên Kurdan de wejiya bû. Makina zilmê a kuştin û xirabîyê nikaribû li hember çerxa felekê bisekine. Seranserê Kurdistanê di Newrozan de her der bi kirasê kesk û sor û zer dixemilî, gund, bajar, deşt û çiyayên Kurdistanê bi agirê Newrozê dihat taqdîs kirin.
ÎROJ…
Îroj dîsa wek dema Rahşan bêdengî, komkujî, îmha û faşîzm heye. îroj wek Rahşan jinek kurd bi navê Leyla Guven derket û pêngavek nû da destpêkirin. Piştî çalakiya Leyla bi hezaran kes tevlî vê berxwedanê bûn. Îroj ciwanek kurd bi navê Zulkuf Gezen ji bo çalakiya wî watedar be li benda Newrozê ma. Îroj di demek ku kurdan dest bi pîrozbahiyên Newrozê kirin de, wî xwest çalakiya xwe û Newrozê bike yek. Û wisa kir. Zulkuf Gezen li zindana Tekîrdagê çalekiyek fedaî pêk hanî û bû yekemîn şehîdê pêngava nû.
Îroj bi hezaran kes bi fedakirina bedena xwe Newroza 2019an pêşwazî dikin.





