Mihemed ŞAHÎN
Îro Newroze, Newroz îksîra berxwedan û têkneçûyinê ye.
Erdnîgariya Mezopotamya ya qedîm di malzaroka xwe de jiyan afirandiye, di dergûşa xwe de mezin kiriye û di bedena xwe de hewandiye. Ji bo hamû candaran hêlîna aştî, azadî û aramiyê ye. Jiber wê ye ku di pirtûka pîroz Tewratê de bi navê “Welatê Bihuşt” hatiye pênasekirin.
5 hezar sal berê di vê hêlîna mirovahiyê de pêvajoya çanda dewletê ya cinawir destpêkir. Di sergoya çanda cinawir de gelek cinawirên nedîtî afirîn û bûn bela serê mirovahiyê. Wan cinawiran di qirkirnên xwe yên mirov û xwezayê de, di binpêkirina rûmet û nirxên mirovahiyên hezar salan de tu pîvan, nirx û exlaq nasnedikirin.
Ji van cinawiran yek jî Dehaq ê Qralê Asûrê bû. Xureka wî xwîna mirov bû. Jiyankuj bû, hebûna wê dihat wateya hebûna mirinê. Bi hêz û qudreta xwe ya mirinbar binavûdeng bû.
Beriya Zayina Hz. Îsa di sala 612’an de di bin pêşengiya lêhengê bi navê Kawa yê Hesinkar de zarokên Mezopotamyayê mil dan hevûdû û li dijber Dehaqê cinawir rabûn ser piyan. Gotin emê destûr nedin tu buhuşta me li me bikî dojeh û li çanda dayika me ya Mezopotamyayê îxanetê bikî. Dehaqê cinawir têkbirin. Hêlîna wî Nînova şewitandin û tarûmar kirin ku careke din cinawiran neafirîne.
Nîşaneya serkeftina zarokên Mezopotamyayê agir bû. Agir, pîroz bû. Hemû cureyên xerabî û kirêtiyan dinava pêtên xwe de tune dikir. Reştariya ku bi destê cinawiran li ser Mezopotamyayê hatibû ferzkirin bi ronahiya pêtên agirê Kawa hat çirandin. Pêtên Agirê Kawa tenê tarî neçirand, di heman demî de bû îksîra berxwedan û têkneçûyina dijber Dehaqan. Ji wê rojê virveye Agirê Newrozê bûye tirs û xofa dilê şopdarên Dehaqan.
Ji bo wê ye ku dagirkerên Kurdistanê bi qedexekirinên xweyên bêpîvanên û dermirovî her timî hewl dane Agirê Newrozê bi civaka Kurd bidin jibîrkirin. Dema ku hêza wan têrnekiriye bidin jibîrkirin hewl dane efsûna îksîra wê xerab bikin. Dizaniyan Kurdê ku her sal îksîra Agirê Newrozê vexwe têknaçe û li ber wan çong danayne.
Gelek caran şopdarên Dehaqan derketine pêşberê civaka Kurd. Lê her carî bi gurzê Kawayekî vîn ji pola re rûbirû man. Ji vana yek jî şopdarê Dehaq derbekar Kenan Evren bû. Bi derbeya xwe ya 12’ê îlona 1980’yan wî jî weke yên beriya xwe xwestibû erdnîgariya Kurdistanê li Kurdan bike dojeh û zîndanan jî bike aşê hêrandina hişmendiya kurdewar. Kawayê hemdem Mazlûm Dogan derket pêşberê wî. Di 21’ê adara 1982’yan de bi sê niftikên xwe îksîra Agirê Newrozê bi hevalên xwe yên zîndanan û hemû Kurdistaniyan davexwarin û diranên aşê faşîzma darbekaran perçewerçe kir.
Îro dîsa şopdarên Dehaqê xwîn mij li ser kar in. Tiştê ku derbekar Kenan Evren nekarî bike hewl didin ew bikin. Dixwazin reştariya hişmendiya xwe li ser dergûşa mirovahiyê, erdnîgariya welatê bihuşt ferz bikin û civaka Kurd di wê tariyê de tune bikin.
Bêguman di xefleteke mezin de ne. Jibîr dikin ku niha her Kurdek bûye Kawa û pêtên agirê Kawayê bi îksîr ne li çar hêlên welat tenê li her qada cîhanê ku Kurd lê dijîn geş bûye. Lewre wê aqubeta wan ji ya Kenan Evrenê hostayê wan xerabtir be.
Zarokên Mezopotamyayê wê îsal li ser şopa Mazlûm, Zekiye û Sarayan ku digotin “berxwedan serkeftinê, teslîmyet xiyanetê tîne” û di bin diruşme ya “Emê tecrîdê bişikînin, Faşîzmê têk bibin û Kurdistanê azad bikin” de, bi coşa serkeftina şoreşa Rojava, bi biryardariya Zulkuf Gezen û bi kelecena berxwedêriya vîna Leyal Guven, Nasır Yagız û bi hezaran rêhevalên wan Newrozê pêşwazî dikin.
Îro Newroze, wê îro zarokên agir û rojê bi ruh û vîna Kawayan 2631’em car biherikin qadên Newrozê. Wê bi bêtên Agirê Newrozê rih û bedena xwe efsûnî bikin, wê îksîra berxwedan û têkneçûyinê vexwin û ji bo pêşwazîkirina rojên ronî û azad bi gurzên destê xwe derkevin pêşberê Dehaqan û bibêjin;
Em Hebûn, Em Hene û Emê Her Hebin.
Newroza berxwedan û azadiyê li we pîroz be





