Hozan Seyîdxan
Meha Adarê di rûpelên rojên xwe de gelek bûyerên girîng yên dîrokî dihewîne. Her yek ji wan roj û bûyeran wateyek xwe heye. Di heman demê da ev roj û bûyerên dîrokî him aliyê xwe yê şadî û pîroz hene, him jî xemgîniyê dihewîne. Meha adarê anagorî salnameya kurdî destpêka demasala biharê ye. Li Kurdistanê bi hatina meha Adarê re xweza dilive û zindî dibe, dar, ber û giya kêlî bi kêlî bejna xwe bi xemilik bilind ra dikin. Rê li ber hatina bihara dilan vedike.
1.ê Adarê roja zimanê dayîkê ya cîhanê ye. Ji ber ku ziman amûr û rêbaza herî sereke ya pênasekirin û danasîna çand û netewî ye. Ji ber vê egerê tê gotin ti netew, civak û gel bê ziman nabe..
8’ê Adarê ji salên 1857 vir ve wek roja jinên kedkar yê dinya yê tê pîrozkirin. Ê ev roj ji aliyê Neteweyên yekgirtî ve wek rojik jinan ya navnetewî pênasekiriye. Di vê sedsalê de ên ku pêşengtiyê ji 8 ê Adarê re dikin tevgera jinên berxwedêr yên kurdin.
9’ê Adarê wefata hunermendê kurd ê navdar Mihemed şêxo ye. Hunermedik niştimanperwer bû. Azadî xwaz û mirov hez bû. Wî di encama kedek hêja de, gelek berhemên dewlemend yê hunerî pey xwe histin. Derd û kulên gelê xwe û daxwaz û baweriyên wan bi kilam û stranan digot, guhdar û hezkirên wî bi guhdarkirina deng û awazên wî dinav pêlên jiyaneke tijî kul û xem û kêf û sahî de diçin û tên.
Belê stranên Mihemed şêxo mîna çemên di herikin dest û zozanên kurdistanê,herdem nû ne û tucarî kevin nabin. Bi herikîna xwe dibin mîna pirekî di navbera nifşên nû û kevin de.
Ay lê gulê gula mi nê, şêrîna li ber dilê mi nê, gulê nadim malê dinê, wez li ser gulê têm kuştinê. Mamosta Mihemed şêxo, gora te buhuşt be..
12’ê Adarê 2017 an de Hunermend Dilgeş koça xwe ji nav me barkir. Hozan Dilgeş, zarokatiya xwe de dest bi stranbêjiyê dike. Piştî xwe û kurdîtiyê nas dike bi şunde dest bi strandina stranên nuh yê şoreşgerî dike. Hozan Dilgeş ta kêliya dawî bi stran û hunera xwe xizmet ji doza azadiyêre kir. Hozan Dilgeş 9 berhêmên wî yên ji stran û awazan hene. Bi salane stranên ku Hozan Dilgeş afirandine li ser zar û zimanên nifşan têne gotin. Ji wan stranan ku qet wê neyên jibîrkirin evin, Picûkê Canê, Lêxe Gêrîla Lêxe, Bêrîvanê, Egîd Bi Heybet, Lo Muxtaro û Xumeynî Tu Xwîn Xwarî û gelekî din. Ez Hozan Dilgeş bi munasebeta duyemîn sal vegera wefata wî, wî bibîrtînim.
12’ê Adarê cirîskên agir rê ya şoreşa bê hempa ya li Rojava ronîkir. Di vê mehê de li bajarê Qamişlo yê di 12’ê Adara 2004 an de serhildan pêkhat û li seranserî welat belav bû. Sedema vê dîrokê jî komkujîya 12’ê Adarê ya stadyuma Qamişloyê bû. Di encama komkujî û serhildanê de herî kêm 40 kurd şehîd bûn. Loma 12’ê Adarê rê ya xwe birêxistinkirinê li civaka kurd vekir û ji pêkhatina şoreşa Rojava re bû bingeh.
Di 16’ê Adarê 1988 an de li ber çavê dinya yê firokên sadamê faşist bi rêya firokan gazên kîmyewî dibarîne ser Helebçe. Di encama vê kîmya baranê de di ser 4000 hezar jin,mêr û zarokên kurdan hatin şehîdkirin. Kê,kî cigot. Dinyaya kerr, lal û çavê xwe li hemberê vê qirkirina derveyî mirovatî girtin.Ta niha Helebce dibin barê kul û xeman de dijî.
Di meha Adarê da wate ya dîroka Newrozê. Gelê kurd, dîroka Newroz ê digihînin Kawa yê Hesinkar. Beriya îro 2500 sal berê kawa yê hesinkar dibin zilma zihak-Dahak ê dagirker de dijî. Ji ber ku Dihak xwînmij bû û li nav her dû milên wî de zihayê maran hebû ye. Loma Dehak ji bo ku wan maran xwedî bike, her roj wek ku qurban du zarokên ciwan jêre dibirin û mêjiyên wan dixwar. Ji ber van sedeman Dehak di bû sedema pêşî lê girtina biharê ji.
Yên ku ji ber sedema zilma Dehak direvin çiyan, ew jî ecdadê me kurdan e. Ew kurdên reviyane çiyan ji aliyê Kawa ve têne perwerdekirin, û Kawa ji zarokên gelê xwe artêşek avadike. û 20’ê Adarê ber bi saraya dahak ve dimeşin. Kawa bi çakûçê xwe Dehak dikuje û dawî li zilma wî tîne.
Newroz ne tenê pêşwazîkirin û pîrozkirina biharê ye. Di heman demê da Newroz gurkirina agire, roja azadiya gelê kurde.
Pêşengê tekoşîna azadi yê Mazlum Doxan li dijî zilm, zor û îşkence ya dewleta kedxwar ya tirk, di 21’ê Adarê 1982 an de bi pêxistina sê darikê kibrîtê Newrozê pîroz dike û bi lehengî şehîd dibe.
Mazlûm Doxan li dijî îxanet û xwesîpariyê meşale ya Berxwedan jiyane rakir. Mazlûm Newrozê bi canê xwe tacîdar û watedar dike.
Belê ji wê roja pêxistina darkê kibrîtê û vir ve Newroz dibe berxwedan, serhildan û bilindkirina ala azadiyê. Bêrîvan, Ronahî, Zekiya û Rahşan xwe ji azadî û newrozê re kirin qurban..
Meha Adarê hewqas serpêhatî, çîrok, rojên dîrokî di nav rûpelên xwe de hewandine, pir zahmete ku mirov bikare ji wan bûyeran yê baş û nebaş binirxîne û binivîse..
Di encamê de hemû nemirên meha Adarê bibîr tînim.
Cejna Newrozê pîrozbe.





