Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hilbijartinên Herêmî

19/03/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Komplo, bombeya atomê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Medenî FERHO

Tirkiye di zaboqek teng de diçê hilbijartinan. Di hilbijartinên herêmî de sê blok hene. AKP/MHP, CHP/IYI Partî û HDP!…  Di nava blokan de, HDPê xwedî argumentên cûda ye. Di bloka duyemîn de, navê HDPê jî gelek caran derbas dibe, lê IYI Partî qetullileh nêzîkî HDPê nabe.

Di vê hilbijartina herêmî de, “guhertin” û “referandum” gotinên kilîdî ne.

Armanca bloka AKP/MHP- “cumhur” (!)  CHP/IYI- “millet” (!), ne guhertina Tirkiyê, ne misogeriya demokrasî, hiquq û mafan dixwazin. Kula wan  desthilatdarî ye.

Mercê yekemîn yê şaristaniyê, rumeta mirov e, mafê mirovan e, birêziya li hemberî mafan, hiquq û demokrasî ye. Lê, nijadperestiya netewe-dewletan, gel zincîr û lelekirî ne. Şaristanî kirine bazirganî.

Yekitiya Ewropa di 16ê Adarê de, rapora li ser Tirkiyê eşkere kir. Rapor jî, wek rapora herî hişk û dijwar ya hemû salan hate binavkirin. Rapor, daqoq-şûrê demokles bû, balkêş e roja din jî, gêzer jî danîne alifê Erdogan

Piştî eşkere kirina raporê bi rojekê, nunera Polîtîqeya Ewlekariya Yekîtiya Ewropa Federîca Mogherînî, civîna çapmeniyê pêkanî û bi gotina “soz-teyid dikim” mizgînî da destûbirakên “bloka cumhur” ku ew ê 1.5 milyar dolar, ji bo koçberên Suriye bidin Tirkiyê.

Comerdiya Yekîtiya Ewropa, di hilbijartinên herêmî de bû desteka herî mezin ya Erdogan û Bahçelî. Lewma gotinên kilîdî yên ji bo hilbijartinên herêmî, “guhertin” û “referandum” vala derketin. Ewropa, li Tirkiyê ne guhertinê dixwaze, ne jî referanduma ji bo demokrasî!…  Em meşaleyên ku asoyên li pêşiya me ronî dikin pêbixin û bênêrin jî, ji bilî berxwedana gelan tu hêviyên din xuya nakin.

Bloka cumhur (!) AKP/MHP diyar e; lê bloka “millet” (!) CHP û IYI Partî jî,  êşên gelê Kurd nabînin û heta îro  neanîne ziman; qirkirina siyasî, komkujiyên li Kurdistanê, nabînin û neanîne ziman. CHP+IYI, bi AKP+MHPê re di pêşbaziya despotîzmê de ne. Gel, aştî, edalet, demokrasî, hiquq, krîz, guhertin ne xema wan e.

Li welat, li derveyî welat, li zindanên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi seden Kurd di berxwedana greva birçîbûna li dijî tecrîda li ser Birêz Ocalan de ne. Rewşa wan jî di qonaxek metirsînî de ye, du blok jî, behsa berxwedêran, behsa tecrîda li dijî qanun û desturnameya Tirkiyê nakin. Ev bêrûmetî ye. Lê mirovên ku li hemberî rûmeta xwe ne birêz bin, li hemberî rûmeta mirovên din jî, nikarin birêziyê nîşan bidin.

Du blok jî, beruwa yek darê ne.

Yekîtiya Ewropa jî, bi dana 1.5 milyon êuroyî, bê gotin û bê şîrove, faşîzma MHP-AKP destek kir. Di berdewama tecrîda li ser Birêz Ocalan û dagirkirina cografya Kurdistanê de israr in. Bêguman Kurdan bi têkoşîna 40 salî, hinekî siyaseta costandardî şikandiye. Lewma kesayet, sazî û dezgehên civakî, navdarên Ewropa piştgiriyek xurt didine berxwedêrên greva birçîbûnê û li dijî tecrîdê derdikevin.

Cotstandardiya Ewropa, bûye sedema ku fanatîzma li Ewropa jî dijwar bibe, bûye sedema ku fanatîzma îslamî li Rojhilata Navîn dijwar bibe. DAIŞê mirov di rekihan de bi saxî şewitandin, Dewleta AKP, mirov di jêrzemînan de bi saxî şewitandin, fanatîkê li Zelanda Nû jî, li 2 mizgeftan komkujî kir.

Îstîxbaratên Ewropa, têkiliya çeteyên DAIŞ, El Nusra, Ixwanî û Tirkiyê di raporên xwe de eşkere kirin; Putîn, di civîna Antalya de vekirî got, “Tirkiyê  komên çete destek dike”, Ewropa bêdeng ma. Mînak; George Bush jî, endesyarên nukleerî yên Saddam ji bo perwerdê birin (1989) Emerîka û perwerde kirin. Dewletên Yekîtiya Ewropa jî, polîs û cendirmeyên kontra yên Erdoganland, li welatên xwe perwerde dikin.

Li pêşiya gelê Kurd û gelên li Tirkiyê, yek rê dimîne, têkoşîn. Divê, gelê Kurd û gelên li Tirkiyê,  li iradeya xwe xwedî derkevin, hem cotstandardiya Ewroop, hem faşîzma AKPê/MHPê têk bibin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.