Zekî BEDRAN
DAIŞ li Sûriyê têk çû. Lê belê DAIŞ bi temamî tune nebuye. Hemû herêmên di dest xwe de winda kir. Ji lewra li Sûriyê demeke nû despê kir. Pêvajoyoke nû destpêkir lê hêzên heyî projeyeke çareseriyê pêş naxin. Sûriye niha buye sê beş. Beşar Esed dibêje ku ewê yekîtiya Sûriyê ava bike, lê polîtîkayên ku birêvedibe ji pêkanîna vê yekê dûr e.
Beşar Esed ji bilî Îran û Rûsyayê nikare here ti dewletekê. Welatên rojavayî ambargoya li ser Sûriyê her diçe girantir dikin. Esedê ku bi alîkariya Îran û Rûsyayê li pêya maye, weke ku serketin bi dest xistiye hê di Sûriya berê de dijî û dihesibîne ku wê serweriyê careke din bixe destê xwe.
Îdlib ji bo rejîmê gefeke mezin e. Bi deh hezaran hêzên çekdar li wir kombûne. Daxwaza van hêzan ya demokrasiyê tune ye. Dixwazin yekser Esed ji desthilatiê bixînin, Sûriyê bixin destên xwe û rêjîmeke olî avabikin. Rêjîm nikare bi destûreke nû an jî hinek reformên demokratîk bi van hêzan re li hev bike. Di ser de jî Emerîka, Ewropa li dijî êrîşeke Sûriyê ya li ser Îdlibê ne. Ger Emerîka hinek bi Tirkiyê re li hev bike êdî wê derfetên operasyoneke li dijî Îdlibê nemîne. Tirkiye jî wê eşkere piştgiriyê bide çeteyên li wir. Rûsya jî Tirkiyê û welatên Rojavayî nade pêşberî xwe û şer nake.
Tirkiye niha bi rengên cuda piştigiriyê dide El Nusra. Armanca yekê ya Tirkiyê tunekirina Kurdan e. Dema ku Tirkiye Kurdan tine bike wê nakokiyên xwe yên bi Emerîka re jî çareser bike. Di rewşeke wiha de wê li Sûriyê bi welatên rojavayî re tifaqê bike. Tirkiye ya ku beşeke mezin axa Sûriyê xistiye destê xwe bi rêjîmêr re li hev nake. Wê armanc bike ku rêjîmê bixîne û di xeta îxwanî de desthilatiyekê ava bike. Her wiha wê armanc bike herêmên di destên xwe de mîna Hatayê tevlî erdê xwe bike. Wê Îsraîl û dewletên rajavayî jî piştgiriyê bidin vê planê.
Rûsya wê nexwaze ji bo desthilatiya Esed bi van hêzan re were pêşberî hev. Hêza aborî û hevsengîyên nû wê nehêlin Rûsya bikeve şerekî wiha. Îran ji xwe di hedefê de ye. Tê fêhmkirin ku Rûsya û Îsraîlê li ser Sûriyê li hev kirine û li dijî Îranê li dû planên bê bandorkirinê ne. Lewazbûna Îranê di heman demê de lewazbûna rêveberiya Esed e. Di nava van hevsengiyên hêzan û tevliheviyê de ya rast ku Esed bike ew e divê bi gelên Sûriyê re li hev bike û bingeha yekbûnê ava bike. Bi gefan, bi darê zorê û bi amadekariyên şerekî nû nikare yekîtiya gelên Sûriyê ava bike.
Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo çareseriyê nexşerêyek pêşkêşî Esed kir. Di vê projeya çareseriyê de şer û dijminayî tune ye. Berevajî, demokrasî û yekîtî heye. Esed hê di Sûriya berê de aliqî maye û di netewperestiyê de israr dike. Xweserî ji bo Sûriyê ji nan û avê zêdetir pêwîste. Ger bi modela berê çareserî pêk bihata Sûriye nediket vê rewşê.
Ger demokrasiyê esas bigire û bi gelê xwe re li hev bike wê rewabûna hêzên derve jî li Sûriyê nemîne. Divê bingeha mayîna hêzên derve ji holê bê rakirin. Rêya vê jî aşitî û demokrasî ye. Ger hukûmata Sûriyê aşitî û demokrasiyê esas negire wê demê divê li dijî Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêzê bikarbîne. Divê ji bo Îdlib, Bab, Cerablûs û Efrînê şer bike. Sûriya ku vê yekê bike wê bikeve çi rewşê? Her wiha hêza wî ya ku vê bike heye? Gelên Sûriyê wê bikare xwe li şerekî din rabigire? Zarokên vî gelî komkirin û şandina eniyên şer wê hê çiqas dewam bike? Ev pirsên girîng in.
Eşkereye ku li Sûriyê bi hêsanî çareserî pêk nayê. Di rewşa niha de Emerîk û Rûsya bi tena serê xwe nikarin vê pirsgirêkê çareser bikin. Dagirkeriya Tirkiyê, rewşa Îdlibê û nêzîkayiyên rêjîmê pirsgirêkê hê kûrtir dike. Tevî van hemûyan jî çareseriya herî maqûl projeya Sûriya demokratîk ya girêdayî yekîtiya gelan e.





