Qasim ENGÎN
Di dîroka Kurdistanê de heyva Adar, heyvek taybet e.
Çi milê berxwedanî de heyva herî zêde ku tê de berwedanên mezin pêk hatine û çi jî heyva ku herî zêde bi kuştina kurdan êş kişandine.
Dadgehên Îstîklal yên ku di 4’adara 1925’an de li Kurdistanê dewleta tirk damezirandî bû, hezaran Kurd dervekirin.
Rûyek xweşik yê dîroka me wek Qazî Muhammed bi hevreyên xwe di 31’ê Adara 1947’an de bi destê dewleta Îranê hat îdam kirin.
Bi hevpeymana di 6’ê adara 1975’an di navbera Îran û Iraqê de, çi hat serê Kurdan herkes dizane.
Di girtegeha Amedê de di roja 21’ê adara 1982 Mazlum Doxan li hember wehşeta dewleta tirk a faşîst bi çalakiyek mezin jiyana xwe dest da.
Fermandarê mezin yê Tevgera Azadiya Kurdistanê di roja 28’ê adara 1986’an di pêvçûnek li hember dewleta tirk de şehîd ket.
Qirkirina Halebçe di 16’ê adara 1988’an de pêk hatî bû. Di qirkirinek wiha wehşî de 5000 hezar zêdetir mirovên me bi bombeyên kîmyevî qetilkirin û hezaran mirovên me jî birîndar kirin.
Di 22’ê adara 1988’an di Enfala dûyem de li Seyf Senan bi sedan mirovên me bi kîmya baranê hatin kuştin.
Di 12’ê adara 1995 de li taxa Gazî ya Stanbolê de dehan Kurdên Elewî hatin kuştin.
Di 12’ê adara 2004’an de li bajarê Qamişlo bi dehan Kurd bi destên Baas’iyan hatin kuştin.
Herî dawî di 18’ê adarê 2018 de Efrîn ji aliyê dewleta dagirker de hat dagirkirin.
Bêguman dehan bûyeran bi vî şêweyî bi êş di dîroka me de em dikarin bi rêz bikin.
Lê meha Adarê heman demê heyvek berxwedanê ye jî.
Newroz ango 21’ê adar ji bo hemû kurdan rojek pîroz ya berxwedanê, yekîtî, wekhevî, azadî û serbilindiyê ye.
Îlana Enîya Rizgariya Neteweya Kurdistan jî yek ji wan şanaziyan e.
Dîsa 5’ê adarê 1991’an de Derwazeyê Raperîn Ranya rizgar bibû, di 7’ê adara 1991’an de jî Bajarê Helmetî Suleymaniye, di 11’ê adara 1991’ê de Hewler û her wiha di 12’ê adarê de jî Zaxo, hawîrdora xwe û Xaneqîn rizgar bibû. 19-20’ê adar îca bajarê Qehremanî Kerkûk…
Lê wek li jor jî hat ziman di dîroka kurdan de eş û kefxweşî her nav hevde bûne. Di milekî ve kefxweşî di milê din ve jî êş, timî hatine jiyandin.
Kurdên Başûrê Welatê me hê dema ku serkeftina xwe di meha adarê de pîroz dikirin bi daxûyaniya DYE carek din Saddam êrîş anî ser welatê me û herî dawî di 30’yê adarê de Hewler ket, û bi hezaran kurd neçar man carek din Kurdistanê biterikînin. Carek din êş û azar hatin jiyandin.
Di milêk de kefxweşî û şahî, di milek din de jî êş û komkujî. Dîroka kurdan timî wiha hatiye hûnandin. Dema ku kurd bûne yek, şahî kirin e, lê dema ku perçe bûne û li hember hevdû bebextî, neyarî û dijminayî kirine êş kişandine.
Tevn ango diyalektîka kurdan ev e. Di milekî de Şahîn Donmez wek Rayberek yê ku xwîna kurdan dirêjîne û serên wan jê dike difroşe dewleta tirk, di milê din de jî Mazlum Doxan wek Elîşêrek yê ku ji bo rûmet û azadiya kurdan dema pêwîstî bû jiyana xwe dide.
Di vê dema ku em rojên meha adarê dijîn, bi hêviya ku, herkes di aliyê xwe ve rewşa xwe zelal bike û bi hêviya ku xiyanet binbikeve û jiyana bi rûmet serbikeve…





