Derwêş M. FERHO
Rojek ji yên herî tarî li Kurdistan û rûreşiyek herî mezin ji dîrokê ji aliyê rejîma BAAS li Iraqê 16ê meha Adara 1988 e. Rejîmê bi firokeyên xwe Helebce û derdorê wê bi çekên kimyewî bombebaran dike û ji zêdetir 5000 kes dikuje, bi deh hezaran birîndar û seqet dike. Bi sedhezaran Kurd jî ji tirsa jiyana xwe derbeder dibin.
Bi heftiyan dinya bêdeng e. Dema ev komkujî heşkere bû Îran Iraqê, Iraq jî Îran sûcdar dike. Lê rastî nayê veşartin û heşkere dibe ku rejîma Iraq bûye qatilê hezaran Kurd, sersebebê dehhezaran seqet û sedhezaran penaber.
Li ser vê roja tarî û hovîtiya rayedarên Iraqê Kurdan bertekên tund dan. Raya giştî li cîhanê hişyar kirin. Kurd derketin meydanan, li parlemento û dezgehên din xebat hatin birêvebirin. Kêm be jî dostên Kurdan, parazvanên mafên merovan û gelan çalakî pêk anîn.
Di 1ê meha Hezîrana 1988 de konferanseke çapemeniyê tev dostê Kurdan, endamê parlementoya Ewropa, rêzdar Willy Kuijpers hate amadekirin. Axaftina xwe weha dest pê kir: “hemû gel xwedî mafê çarenûsya xwe ne. Di wê çarçewê de xwedî azadiya pêkanîna statuya siyasî û birêvebirina pêşvebirina aborî, civakî û kultûrî ne.” (Peymana YN di derbareyê mafên aborî, civakî û kultûrî 1966.)
Di wê rojê de li ser xebata ji bo gelên cuda yên bê dewlet hate axaftin. Li Ewropa û herêmên cuda gelek peymanên navneteweyî di ware mafên merovan û gelan de di gotinan de dimînin. Berjewendiyên aborî pêşeka mafên merovan û gelan digrin.
Willy Kuijpers, 31 sal berî niha di axaftina xwe de Ewropa wek şirîkê sûcên dijî Kurdan bi nav kir. Bang li Yekîtiya Netewan û endamên YE (wê demê bes 12 dewlet endam bûn) kir “bi berpirsiyariya xwe rabin.” Hin ji dewletên ku derfetên çêkirina çekên kimyewî dane Iraq sûcdar kir. Tucarên ji Hollanda, Almanya û Îtalya alîkariya rejîma Iraqê kiribûn ku ew van çekan çêkin.
Bi heftiyan çend kesên Kurd û Flaman xefk li ber wan tucaran, bi taybetî yên ji Hollanda danîn. Çendîn car li resepsiyonên hotel û restaurantên cuda civan hat dayin. Çi sedem be heşkere nebû, lê her car ew tuccar yan jî hevkarên wan nehatin civanên xwe. Armanc ew bû ku bi awayekî bazara kirrîna wan were kirin da li ser wan îspat bibe. Lê ew neketin xefkê.
Di wê demê de jî du kesên din xebateke xwe ya zanistî bi rê ve dibirin. Prof. Dr. Aubin Heyndrickx li zanîngeha Gent, lêkolîna xwe li ser bikaranîna çekên kimyewî pêkanî û raporek berfereh weşand. Li gelek konfeansan wî da zanîn ku çekên li Helebce hatine bikaranîn kimyewî ne û rejîma Iraqê berpirsiyarê vê komkujiyê ye.
Di aliyê din de Jean-Pascal Zanders, lêkolînerê zanist di çarçeweya xebateke rêxistina SIPRI de li ser bombebarana Helebce amade kir. Wî jî di rapora xwe de da xuyakirin ku ne bes rejîma Iraqê berpirsiyarê vê komkujiyê ye. Dewletên ku çavên xwe ji bo berjewendiyên aborî li zor û zilma li ser Kurdan tê kirin digrin jî şirîkê vî sûcî ne.
Di wê çarçeweyê de gelek xebat û çalakiyên din li Beljîka û derên din pêk hatine. Dive ev xebat berdewam be.
Hêjayê gotinê ye ku wê demê jî Turkiyê, Iraq, Îran û Suriye her xebatek Kurdan bi terorîzmê bi nav dikirin. Lê bi xebata bi sebir û demdirêj tê îspatkirin ku ne Kurd, lê ew dewlet terorist in.
Ji sedema xebata van kesên xwedî ojdan û rêxistina Kurdan jî dewleta Turk gelek şîkayetên xwe li cem mercên dewleta Beljîka kir. Lê hemû jî bê wate derketin.





