Abdulah Ocalan
Em dema rewşa çanda Kurd li hemberî şaristaniyan binirxînin, divê em têkiliya diyalektîkî ya me hewl da li jor bidin naskirin timî li ber çavan bigirin. Em dibînin ku li dijî çanda şaristaniya Sumer, Kurtî timî li ber xwe didin. Em vê yekê, nexasim di vegotinên mîtolojîk ên Xwedawenda Çiyê (Nînhûrsag) de dikarin bibînin. Destana Gilgamêş bi xwe têkoşîna Kurtiyan a parastina azadî û hebûna xwe li dijî şaristanîbûna Sumeran îfade dike. Dema şaristanî xwe ber dide nava Kurtiyan bi tenê li berxwedanê rast nayê, hîmên xwe yên zêhniyet û sazîbûnê jî datîne. Çanda şaristaniyê çawa ku bi giştî dibe, bi avabûna bajêr li dewrûbera bazarê civaka neolîtîk dixe bin bandora xwe. Bi awayekî berbiçav em tespît dikin ku ji salên 4300 B.Z. çanda El Ubeyd a bi koka xwe ji Mezopotamya Jêr bandorê li çanda Mezopotamya Jor dike. Çanda El Ubeyd bi civaka hiyarerşîk a li dora xanedanên bi hêz pêk tê ji çandên berê yên qebîleyan cihê dibe.
Nakokî û têkiliyên çanda qebîleyê ya wekhevîxwaz û çanda hiyarerşîk a dest bi çînîbûnê kir, di pêkhatina Hûrriyan de bi roleke girîng radibe. Hûrrî jî weke Kurtiyan ji heman kokê tên. Mirov dikare peyvên ‘Kur’ û ‘Ûr’ yên di Sumerî de weke ‘Çiya’ û ‘Gir’ fêhm bike. Civaka li serê gir û çiyayên sîstema Toros-Zagrosê cihwarbûyî, heman komên navê xwe ji herdu peyvan zêdebûyî digirin îfade dike. Çanda xanedaniyê ya bi çanda qebîleyê re di nav hev de bi pêş ket, dibe parçeyekî girîng ê çanda ji rêûresmê ya Kurdan.
Mirov dikare tespît bike ku ji salên 2000’î B.Z. û pêve Hûrrî (Kurtî) li ser rêya şaristaniyê gavên girîng diavêjin û bi Xanedaniya Gûdea li ser bajarên Sumeran (2150-2050) serdestiyê dikin. Em dibînin ku ji salên 1600’î B.Z. ve wan du împaratoriyên cîran û mervên hev bi navê Hîtît li Anatolya Navîn û bi navê Mîtannî li Mezopotamya Jor ava kirin. Çanda Mîtannî û Hîtîtiyan di bin bandora çanda Sumeran de mînaka herî bi hêz û girîng a şaristanîbûna Hûrriyan e ku di dîrokê de cih digire. Em dibînin ku herdu hêz nexasim li dijî hêzên Babîl û Asûr ên bi koka xwe Semîtîk ên li ser çanda Sumer avabûne dibin yek û di sala 1596’an B.Z. de bajarê Babîlê dagir dikin. Di salên 1500-1200 B.Z. de li Rojhilata Navîn weke hêzên şaristaniyê yên herî bi bandor, li ser şaristaniya Misrê jî karîbûne bi bandor bibin. Nasnameya Nefertîtiya navdar a keynika Mîtannî ya weke bûk çû Misrê, piştrast dike ka ev bandor çiqasî bi hêz e. Mirov fêhm dike ku li hemberî hêza Asûran a di salên 1200’î B.Z. de mezin dibe, hêza Hûrriyan a şaristaniyê ji hev belav dibe, li çanda kevin a qebîleyê vedigerin û demeke dirêj bi wê jiyana xwe dewam dikin. Dîsa mirov dikare tespît bike ku bi navê Konfederasyona Naîrî (1200-850 B.Z.; Di zimanê Asûrî de Naîrî tê menaya Gelê Çêm, Gelê Avê) yekîtiyeke sist a qebîleyan pêk tînin. Di van deman de tê dîtin ku berî û piştî avabûnên navendî yên hêzê yên mîna împaratoriyan timî konfederasyonên sist têne avakirin.





