Idrîs HENAN
Feraseta xeta sêyemîn a Şoreşa Rojavayî kurdistanê bi qasî qezenc û destkeftiyan bandor li siyasetên navneteweyî û herêmî jî kiriye. Mecbûrî stratejiyê demkurt kirine. Nexasim hêzên bi bandor ên weke Amerîka û Rûsya. Li kêleka van jî hêzên herêmî hene ku rojane dinoqin çirava kaosê. Têkoşîna gelan a li hemberî teror û kirîzê ew herdu cureyên hêzan toşî tevilheviya destnîşankirina armancan kiriye. Her wiha denge û hevpeymanên heyî jî herifandiye. Tebloyek wisa nîşan dabûn ku qey mirov dibêje kilîta çareseriya aloziya vî welatî di berîka van hêzan de ye. Lê tişta ku temenê kirîza Sûrî isbat kiriye ew e; ancax çareserî bi destê gelên Sûriyê bi xwe be. Derveyî vê hişmendiyê kûrkirin û dirêjkirina aloziyê ye. Niha jî rûdanên li ser vê qadê, nêzîkatiyên hegemonîk û asta mudexeleya li vê xakê carek din isbat dikin ku ti alî ji derveyî hêzên demokrasiyê ne xwedî projeyên çareseriyê ye. Weke zîvronekê tenê di hundirê xelekeke girtî de digerin. Ev jî bi xwe re êşa gelên Sûriyê hê zêdetir û kûrtir dike.
Tevliheviya li Sûriyê zêde bûye xwe dispêre şiklê berjewendiyên hêzên cuda cuda. Bê guman biçimê herî kirêt ku riyên çareseriyê li Sûriyê xetimandine mudexeleya faşîzma Tirkiyê ye. Tirkiyê dixwaze bi awayekî dişibe ya Qibrisê axa vî welatî xesib bike û bikiritîne. Mîna ava bê deng diherike û bineyên lihevkirin, demokrasî û çareseriyên mayînde diroxîne. Bi rêbazên itîfaqên demkurt, şîdet, dagirkerî û qirkirinê hewl dide van armancên xwe yên xwe dispêrin hişmendiya Mîsaqa Millî pêk bîne. Li aliyê din xuyaye ne têkoşîna gelan û ne jî berjewendiyên hegemoniyê wê derfetê bidin van xeyalên faşîzma Tirk ku pêk werin. Dibe ku bi hinek itîfaqan heta astekê hatibe û parçeyek ji axa Sûriyê dagir kiribe, lê tekez derfeta ku Lozanê daye wê di vê sedsalê de nede. Ew şansê faşîzma Tirkiyê ya çewisandinê jî nemaye. Tirkiyê welatekî li gorî hevsengiyan hatiye avakirin. Çiqas wer xuya bike ku sûdê ji vê malzarokatiya xwe dibîne, lê ne wisa ye. Ancax erk û peywirên ji bo wan hatiye afirandin pêk bîne. Derveyî misyoneriyê ti şansê rejîmên wê nîne. Tirkiyeya faşîst a AKP-MHP bi van rêbazên xwe yên xwe dispêrin hişmendiya terorîzmê li ber têkçûna dawî ye. Çi li hindir û çi li derve be, kapasîteya kirîz û aloziyên ku dijî vê rastiyê isbat dike. Tenê yek rê li pêşberî wê heye ku xwe ji herifîna muheqeq biparêze. Ew jî lihevkirina bi civakê re ye. Demokratîkbûyîna Tirkiyê ye. Li derve jî bidawîkirina dagirkeriyan e. Ji vê riyê şûndetir heya ku Tirkiyê li ser lingan bimîne rê nîne. Yan jî wê nola her keleheke faşîzmê biherife û ti kes li pey wê jî lavayekê jî naxwîne. Têkoşîna gelan a bi pêşengtiya xeta sêyemîn a hişmendiya Netewa Demokratîk çawa ku tewazinên hêzan bandor kiriye, wisa jî rewşa faşîzmê aniye ber tunebûnê. Hemû zirt û mirtên sîstemên destpot ên mîna rejîma Baas û Îranê û faşîzma Tirkiyê nikarin rê li ber rastiyên ku Şoreşa gelan a Rojavayê Kurdistanê afirandine bigirin. Ne jî dikarin bi feraseta xwe ya têkçûyî li ber xwe bidin. Bi hişmendiya xeta Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re têkoşîna mafdar û rewa ya gelan insiyatîf xistiye destê gelan. Ji ber vê jî hemû stratejiyên hevsengiyan û dengeyên têne avakirin demkurt dimînin. Tenê îradeya gelan mayînde dibe.





