Ezîz KOYLUOGLÛ
Dîsa mijara min Kurdin. Dibe heta niha li ser Kurdan bi sed hezaran nivîs hatibin nivîsandin. Bi taybetî di salên dawî de ragihandina Kurd fireh bû, hejmara nivîsan jî, mijarê wan jî pirr alî bûn. Lê ev nivisên li ser rewşa Kurdan tên nivisandin, heta niha rewşa Kurdan de guhertin berbiçav dernaxe holê. Çima bandora raya giştî ya Kurd li ser siyaseta Kurd nake, ev mijarek bingehîne. Raya giştî ya Kurd niha ji siyasetmedarên Kurd dixwaze ku li derdora stratejiyek hevbeş kombibin. Lê partiyên siyasî daxwazên raya giştî ya Kurd ji bo xwe pirr girîng nabînin. Ev bi rastiya raya Kurd re têkildare.
Civakên din xwe li ser netewiyetê birêxistin kirin. Ev rêxistinbûna wan hê ji salê 1800 de destpêkir. Ev du sed sale netewbûna gelan didome. Kurd û hin gelên din heta demek nêzîk de jî ji netewîbûnê dûrbûn. Di nava Kurdan de pergala eşîretan hebû, komek fireh yên Kurmancên ji pergela eşîran qut bibin xwe birêxistin kiribûn. Partiyên siyasî jî di bingeh de wek berdewamiya sîstema eşîranin. Herçend xwe pirr modern nîşan bidin jî, di warê sosyolojîk de rengek ji pergala eşîran derbas nekirine.
Netewbûna Kurd û partîbûyîna wan bi hevre meşiyan. Her partiyekî Kurd xwest ku Kurdan bike netew. Lê di esas de partiyan nikaribûn nûnertiya hemû netewa Kurd bikin. Partiyên siyasî yên Kurd bi armanca xizmeta netewa Kurd xwe avakirine, ji partiyên siyasî yên ji bo xizmeta netewa Kurd zêdetir, wek eşîretek xwe birêxistin kirin.
Niha li Kurdistanê du cûre partiyên siyasî hene. Hin partiyan xwe perçebûna Kurdistan rêxistin kirine. Wan partiyan, partiyên ku dibêjin em ne ji bo Kurdistan giştî, ji bo beşek Kurdistan têkoşîn dikin. Wek partiyên Iraq, Suriyê, Îran û Tirkiyê yên Kurd xwe pênase dikin. Di gotinê de wek partiyên başûrê Kurdistanê qala Kurdistan bê kirin jî, Kurdistanê di herêmek teng de pênase dikin. Lê ne programê van partiyan de ne jî di armancê wan de Kurdistan nîne.
Niha beşek ji partiyên Kurd armanca xwe wek Kurdistan pênasekirine. Ev du beş in. Partiyên li başûrê Kurdistanê wek Partiya Demokrat Kurdistan (PDK) ku armanç dike li hemû aliyên Kurdistanê xwe birêxistin bike. Lê ev partî armanca xwe eşkere diyar dike ku, rêxistinbûnên li her aliyên Kurdistan ji bo berjewendiyên xwe yên li Iraq biparêze ye. Di esas de ji destpêkê de stratejiya xwe li ser vê ava kiribû. Di bername û armanca PDK’ê de jî ev eşkere ye. Gelek kesan caran gotinên di vê dema dawî de ku dikirin, bi gelek kesan re nakokî tê. Yekîtî Niştiman (YNK) demek dirêje dest ji stratejiya xwe ya Kurdistanî berdaye. Heta niha wek partiyekî Kurdistanî tê nasîn. Lê ev partî li gorî siyaseta xwe bi partiyên heremî yên beşên Kurdistanê re têkiliyên xwe didomîne.
Partiya herî bi îda ya Kurdistanî Partiya Karkerên Kurdistan e (PKK). Hemû hewldanên PKK’ê yên ji bo ku partiyên siyasî li dora stratejiyekî hevbeş kom bibin, ji aliyên partiyên ku xwe di çarçoveya pergala eşîrî de avakirine, tê red kirin. Xuya ye wê di vê mijarê de çendî hewldan hebin jî, encam ne diyar be.
Ez werim ser gotina xwe ya berê, niha partiyên siyasî yên Kurd, xwe wek eşîran birêxistin kirine. Eşîrên berê yên Kurdan çawa tevdigeriyan, gel ji hev dixistin, niha jî partiyên Kurd gel li gorî xwe birêxitin dikin, gel ji hev dixin. Lê di heman demê de çawa eşîran hebûna Kurd parastin, balkêşe partiyên siyasî jî rolek wiha di vê demê de dilîzin. Lê ev ji bo netewa Kurd nayê wateya serketinê. Çawa eşîran berê li dijî êrîşan serketî nebû, niha jî rêxistinbûnên bi navê partiyên siyasî jî nikarin serketî bibin.





