Mihemed SEYDÎ
12 adarê li Qamişlo serhildan rabû. Ev serhildan li hemberî şovîniya rêjîma ku heta niha li ser kursiya deshilatê hatiye hiştin. Di wê rojê de bi sedan ciwanên Kurd rabûn ser piyan. Me jî şahîdî ji wê rojê re li kolanên Kobanê kir. Wê demê min nizanî bû ku çi dibe û çi diqewime, lê li kolanan ciwan bi hêrs bû. Ji ber ku min dîtibû ku li dijî dewletê hêrs bûne û ketine tevgerê, ez jî tev li wan bûm. Ev jî nîşaneya ku hêrsa gelê kurd çiqasî li dijî vê faşîm û şovîniya Baisê hebû diyar dikir.
Ev roj û sal buhirîn û 15’ê adarê hat. 15 adara 2011’an, Rojekî ji nava rojên ku wê demê jêra buhara ereban digotin bû. 15’ê adarê li Deraiyê li ser dîwaran li dijî sîstema Bais nivîs hatibûn nivîsandin. Yanî roja destpêkirina çiroska serhildana gelê Sûriyê li dijî sîstema heyî bû. Wê roja ku li Sûriyê ev çirosk pêket, pirseke welê ket serê min; em Kurd ji bo mafê xwe, nasnameya û çarenûsa gelekî ku bi hemû rengî hatiye tepisandin û tê tepisandin di nava tevgerê de ne, Lê ev ên li Deria çi dixwazin?
Dîsa di 12’ê adarê de çawa gelê Kurd bi tenê hatin hiştin û ji girtin, binçavkirin û kuştinê re rûbirû hat hiştin ket bîra min. Lê tevî vê yekê jî ji bo ku ev serhildana ku 15 adarê destpêkir û şoreş di riya xwe ya şoreşbûn û guherîna sîstema heyî de bimeşe gelê kurd pêşengî kir û Yên ku gelê kurd bi tenê dihiştin bi xwere ber bi armancê ve dibir.
Ji ber gelek sedemên birdozî û siyasî şoreş ket destê aliyên ku xwestin berjiwendiyên xwe pêkbînin. Gelek hêzên derûdorê ev serhildan bi rêbazên cûda xwestin bifetisînin û bi xwe ve girêbidin û bixin kontrola xwe. Mixabin ev yek pêk hat jî. Di sêrî de dewleta Tirk li herêmên mîna Idlib, Hema,Cereblûs û Helebê bi riya dayîna çekan şoreş veguheran tevgerek çekdarî û ev jî tam bi dilê rêjîmê bû. Ji bo karibe rihet û serbest êrîş bike. Pîlanên dewleta Tirk jî ew bû ku heta Şamê bixe bin destê xwe û di bin navê ew dostê gelê Sûriyê ye ket tevgerê. Lê çi anî serê gelê Sûriyê di nava van salan de li ber çavan e. Meimel û fabrîqeyên Helebê hemû dizîn, gund û bajarên heyî bû sedem ku werin wêran kirin, bi hezaran gelê Sûriyê da koçberkirin, bi hezaran çete û kom derbasî nava axa Sûriyê kirin û van koman jî dest pê kir û feraseta Dewleta Tirk pêk dianî: talan dikir, wêran dikir û didizî û DAIŞ’a ku îro roj li Baxoza Dêrazorê bi bin dikeve hemû zihniyeta Dewleta Tirk temsîl dikin. Hişmendiya rêjîmê jî ne kêmî ya dewleta Tirk e.
Lê çawa ku hezretî Nûh gelê xwe bi keştiyê ji Tofanê rizgar kir, bi ramanên rêber Ocalan û bi pêşengiya gelê kurd keştiya xilaskirina gelê Sûriyê û şoreşê bi şoreşa rojava hat avakirin. Îro roj projeya ku şoreşa Rojava ser hate avakirin ew keştiya xilasiya hemû gelê Sûriyê ye. Ev keştî ji fikrên rêber Ocelan û bi destê gelê Kurd ê apojî hat avakirin û bi pêşengiya ciwanên apoyî parastina vê keştiyê tê kirin. Gelek hewldanên ku ev keştî were xeriqandin hatin kirin û hîne jî tên kirin, lê hemû hewldan têk çûn. Ne tenê bi destê hêzên wek dewleta Tirk hewldanên hilweşandin vê keştiya xilasiyê ya gelê Sûriyê hatin kirin, bi destê bekoyên Ewan yên di nava gelê Kurd de jî ev yek hat kirin û tê kirin. çawa ku Kurê Hezretî Nûh Yam di nava hewldanên xirakirina armancên Nûh de bû û dawiyê bi xwe di avê de fetisî, ewên ku niha vê rolê digrin ser xwe, heman çarenûsa Yamê kurê Nûh wê li pêşiya wan be jî.
Îro salvegera destpêkirina Şoreşa ku çiroska wê di 2011’an de li Deria pêk e. Lê keştîiya xilasiyê li Rojavayê Kurdistanê hatiye avakirin û tê avakirin. Yên dixwazin li riya xilasiyê bigerin vaye navnîşana wê diyare. Keştiya xilasiyê projeya neteweya Demokratî û rêveberiya xwesere. Her kes dikare ji bo xwe xilas bike ji zilm, pêkotî û zordestî û faşîmê dikare lê siwar be.





