Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di bin navê hilbijartinê de şer

14/03/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Tirsa Têkçûnê
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed ŞAHÎN

Jiber hilbijartinên xwecihî yên 31’ê adarê Tirkiye di pêvajoya hilbijartinan de ye. Lê pêvajoya ku Tirkiye têde dijî ji pêvajoya hilbijartinan zêdetir dişibe pêvajoya şer.

Li Tirkiyê êdî du enî hene. Alîgir û dijmin. Li milekî dewlet heye, li milê din gel heye. Desthilatdariya AKP-MHP’ê xwe dewlet dihesibînin û li ser navê dewletê li dijber gel şer îlan kiriye. Piraniya beşa civakê ya ne ji wan hemû dijmin dihesibînin û li dijber wan şerê man û nemanê ya saltanata xwe didin.

Hetanî niha tenê Kurd û dostên wan dijmin bûn lê niha eniya dijminan gelek dorfireh bûye. Eniya dijminan ewqasî bê pîvan fireh kirine ku karin cêwika MHP’ê İyi Partî û maka AKP’ê Saadet partîsî jî di wê eniyêde bi cih bikin. Pîvan yeke, an hûn aligirin, yan jî hûn dijminin.

Dema ku mijar dijmin be bê guman hiqûqa dijimanahiyê dikeve meriyetê. Lê ev ne hiqûqa şer a navnetewehiya ku hewl dide nirx û pîvanên mirovahiyê biparêzin. Ev hiqûqa Erdogan û Bahçelî ya ku tu nirx, pîvan û exlaq nasnake ye. Di vê hiqûqê de derev, îftira, gefxwarin, şantaj, bêexlaqî, qewirandin û hemû cureyên qirkirinên siyasî û fizikî rewa ne.

Li gorî hiqûqa wan a bê nirx ji bo berdewama saltanata xwe tiştê ku nebêjin û nekin tune ye. Dikarin dîroka bav û kalên xwe û gotinên xwe yên çend sal berê biderewînin û bibêjin Kurd û Kurdistan tune ne, dikarin weke qirkirina Ermenan qirkirineke din bigrin berçav û bibejîn yên Kurdistan dixwazin bila herin Başûr û qala ji welat derxistina 30 milyon Kurdî bikin,  dikarin partiya legal a sêyemîn mezina meclîsê HDP’ê û şeş milyon kesên ku dengên xwe dane wê terorist îlan bikin, ew jî têr nake bi serde partiyên ku bi HDP’ê re tifaqê çêbikin wan jî terorist îlan bikin. Dikarin bibêjin Selahedîn Demîrtaş ne kurde, Sezaî Temelî terorsitê herî mezine, Pervîn Buldan ziman bi jehrî ye û hwd. Dikarin bi îftirayên herî mezin heqîqetan berevajî  bikin û bibêjin di 8’ê adarê de dema ku mele ezan xwendiye jinan ezan protesto kiriye. Dikarin hezar gotinên bêedeb û bêxlaq bibêjin û li herkesî heqaretan bikin. Dîn û har û bêperwa bûn ji bo wan rewa ye.

Bêguman Erdogan û Bahçelî şerê man û nemana saltanata xwe tenê bi siyaseta xwe ya qirêt û bi gotinên xwe yên bêpîvan nameşînin. Di heman demî de hemû hêz û qudreta dewletê jî seferber kirine. Walî, qeymeqam û burokratên wan, fermandar û artêş, midûrên Emniyetê û polîs, MÎT û Cerdevan, saziya diyanetê û mele, karmend û karkerên girêdayiyên wan  hemû wekî mîlîtanên AKP-MHP’ê dinava seferberiyeke mezin de bi awayeke canfeda dixebitin.

Di zext û zordariyên xwe de pîvan nasnakin. Hewldidin bi gefxwarin û şantajan civakê teslîm bigrin. Yên ku nebin endamên wan, yên ku neçin mitîngên wan, yên ku neçin navendên wan, yên ku dengên xwe nedin AKP-MHP’ê bi îlankirina terorîstiyê, bi girtina zindanan, bi  jikar derxistinê û birçîbûnê tehdît dikin.

Di heman demî de ji bo astengkirina xebatên refa muxalîf a “dijmin” çi ji destê wan tê dikin. Hemû hêz û qudreta dewletê bênavber bikartînin. Qirkirina xwe ya siyasî bênavber didomînin, navendên wan dorpêç û dagir dikin, vekirin û çûn û hatina buruyên wanên hilbijartinan asteng dikin, kesên herin buruyên wan terorist îlan dikin, liv û tevgera serok û namzetan asteng dikin. Lê nekarin serkeftina civaka Kurd a ku pêl bi pêl tê asteng bikin.

Yên ku zilm û zordariyên wan qebûl nakin, yên ku kiryarên wanên bênirx û bêpîvan teşhîr dikin, yên ku di her şert û mercî de li dijber wan serî natewînin û bi vîneke xurt li ber xwe didin Kurd in. Lewre zilm û zordariyên wanên li Kurd û Kurdistanê du qat, sê qat zêde dibin.

Her çiqasî navê wê hilbijartin be jî lê ev ne hilbijartine. Ev di bin navê hilbijartinê de şerê dijber gele. Di bin navê hilbijartinê de hewldana xespkirina îradeya gel e.

Di hemû şerên desthilatdar û gel de her tim desthilatdar têkçûne. Bêguman wê têkçûyên vî şerî jî deshilatdariya AKP-MHP’ê be.

Li gel hemû zext û zordariyan, li gel hemû şert û mercên neerêniyên dijwar 31’ê adarê ji bo hesab pirsînê firsendeke mezine. Wê 31’ê adarê roja hesap pirsîna xespkariyê be, roja hesap pirsîna tunekirina demokrasî û dadmendiyê be, roja hesap pirsîna nirx û rûmetên civakî be, roja hesap pirsîna şerê taybet û qirêt be, roja hesap pirsîna qeyrana aboriyê û nêrêtiyan be, roja hesap pirsîna mafên civakî be. Wê roja qewirandina hişmendiya yek yek parêz û qayimên wî be.

Erdogan jî di navde 71 kesî di damezirandina AKP’e de cih girtibûn. Niha ji 71 kesî tenê 3 kes di AKP’ê de mane. Îhtîmaleke zêde wê ew 2 kes jî piştî hilbijartinan herin û Erdogan û hişmendiya xwe ya yek yek parêz bi tena serê xwe ve bimînin.

Serkeftina ya gelê berxwedêre.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.