Farûk SAKIK
Helebce, di şerê Îran û Iraqê de weke eniya şer bû. Ev şerê ku Kurd ne teref bûn, li ser axa wan derbas dibû. Şer dewam dikir û kurdan zirar didît..
Roj hat di şerê Iraq-Îranê de, kîngê leşkerê Iraqê li vê herêmê kete tengasîyê û vekişîya, Saddam şerê pêşmergeyên Kurd kir bahane û bajarê Helebcê hedef da nîşandan.
Ji bo komkûjiyê amadekarî dihatin kirin, wê demê fermandarê artêşa Baas a heremê, Elî Hesen El-Mecîd bû. Ev kes ji aliyê kurdan ve wek Elî Kîmyewî dihat binavkirin. Di Adara sala 1988an de Elî Hesen El-Mecîd di nav liv û tavgerande bû.
EWROJ…
Dem,16ê Adara sala 1988..
Saat, derdorê 11an..
Cîh, Helebce..
Ew roj Kurdên ku li Helence dijiyan di bêdengiyê û di karê xwe yê rojane de bûn. Di destpêkê de dengê balafiran, piştre ewrek reş û piştre jî baranek hat. Balafirên şer ên artêşa Iraqê, bombeyên kîmyewî li ser Helebcê dibarand. Bombebarana kîmyewî 3 saat dewam kir. Bîhnek wek sêvên rizî li ser Helebcê belav dibû. Mirovan nikaribûn nefes bistînin.
Di encama bombebaranê de, ku di nava wan de piranî zarok û jin bûn, 6 hezar 357 Kurd jiyana xwe ji dest dan. 14 hezar û 765 kes jî birîndar bûn. Ewqas jî ji ber çekên kîmyewî seqet man.
Yên mayî bi çîyan ketin, berê xwe dan sînorên Îranê, di rê û dirban de perîşan bûn. yên ku ber bi çiyayê Şinirvên bazdan xelas bûn. Lê yên ku ber bi Gundê Anep bazdan hemû mirin. Ji bo ku ba ji wî alîde dihat û gaza kîmyewî jî bi xwe re dianî. Ew der ji bo wan bû goristan.
Hawirdor hate jehrîkirin. Erd, av, dar, teras, gîha, heywan û bi kurtî hemû organizmên bi ruh ji vê êrişa hov nesîbê xwe girtin. Ji Helebcê şopên jiyanê yek bi yek wenda bûn..
ÎROJ…
Hîn jî şopên Helebcê yên kîmyevî dewam dikin. Hîn jî bi hezaran kes ji ber çekên kîmyewî jiyana xwe bi nexweşî û seqet didomîn in. Hîn jî bi hezaran kes bi tiravmayên vê komkujiyê jîyana xwe didomîn in. Hîn jî zarok ji diya xwe seqet û mirî tên dinyayê, mirina zarokan ji derên din gelek zêdetirin. Hîn jî tesîra çekên kîmyewî li ser av û zîreetê dom dike…
Gelek Birîndarên komkujiyê li nexweşxaneyên Tahranê tedawî bûn û tedawiya hin kesan bi salan dewam kir. Îro li Tahranê goristanek ku tê de 2 hezar Helebceyî radizên heye. Ev kesên di vê goristanê de radizên li nexweşxaneyên Tahranê jiyana xwe ji dest dan. Dîsa gelek kes jî li nexeşxaneyên ewropa tedawî bûn hin kes li wan deran jiyana xwe ji dest dan..
Helebce ji nû ve eva bû, lê zîhniyet û hişmendiya vê karesetê nehat guhertin. Ev komkujî, ev jenosîd ji aliyê siyasetmedar û rêveberiyên herêmê ve hatin jibîrkirin. Ew difikirin ku bi îdamkirina Saddam Huseyîn re hemû şopên komkujiyê jî ji holê rabûne. Dijminên Kurdan û siyaseta wan a dijmminatiyê baş nehat nîrxandin.
Îroj jî, li Başûrê kurdistanê siyasetek tê meşandin ku bi qasî êşa Helebcê Kurdan dêşîne. Îroj dewleta Tirk ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê, di nav hewldanan de ye. Li Başûr liv û tevgerek dagirkeran heye. Li dijî van êrişan Gerîlla û gel bertek nîşan didin. Lê di serî de PDK, hin hêzên heremê bi dewleta Tirk re hevkariyê dikin. Herî dawî li Şêladizê dema gel li dijî komkujî û dagirkeriya dewleta Tirk serî hilda, hêzên PDK’ê êrişî gel kirin. Dîsa bi daxwiyaniyê xwe yê ku dewleta Tirk mafdar didîtin, êşa Helebcê ji nû ve bi bîra Kurdan dixistin.
Wan nizanibûn ku dewleta Tirk jî weke Saddamê sala 1988’an dixwaze li Kurdistan komkujiya pêk bîne.
Dive hêz, tevger û kesayet, di xeta şehîdên Helebcê de xwe perwerde bikin, rexnedayina xwe bidin, kêmasiyên xwe di ber çavan re cardin derbas bikin û rastiya neteweyî bibîn in. Dijminên Kurdan baş nas bikin û ji bo yekîtiya Kurdistanê têbikoşîn. Eger nadin jî, divê li pêşiya wan hêz û tevgerên ku vê têkoşînê didin nebin asteng. Û dubare were bibîrxistin, eger ev yek nebe wê Helebceyên nû, komkujiyên nû pêk werin.





