Qasim ENGÎN
DAÎŞ çî ye? DAÎŞ, vereşana qirêjiya tevahî mirovahiyê ye. Bi gotinek din, çendî qirêjiya mirovahî hebe, hemû di kiryarên DAÎŞ’ê de carek din zindî bûn û bû belaya serê mirovahiyê. Hê şênbertir, qaşo cin ji şûşê derket ango qutiya pandora ya rûreşiyê vebû û li ser mirovahiyê belav bû.
Ev milê wê yê ku mirovahiyê dîtiye. Lê çavkaniya vê qirêjayî çi ye? Ewqas kiryarên dij mirovahî çawa peyda bûn? Kê hêşt ku ewqas mirov, ji mirovbûyîna xwe dûrbikevin?
Bêguman piştî tinebûyîna DAÎŞ’ê jî, lêkolîna van pirsan wê bidome. Di aliyê derûnî, civaknasî, felsefî, bîrdozî, û siyasî wê yek bi yek were dest girtin.
Lê niha de hinek tiştên dikarin werin gotin, ew e ku; DAÎŞ encamê hişmendiyeke -bîrûbaweriyekê derketiye û avabûye.
DAÎŞ zarokê bîrûbaweriya Netew Dewlet ango netewperestî, olperestî, cînsîyetperestî û zanîstperestiyê ye.
Hişmendiya ku xwe li ser herkesî baştir û çêtir dibîne, li ser herkesî mezintir û mafdar bibîne, wê kesên din ji xwe biçûktir û heta xûlam bibîne.
Hişmendiya ku tenê mafê jiyanê ji bo xwe dibîne û ji yên din re jiyanê heram dibîne, di encam de wê kujeran biafirîne û wê bibe kujer.
Hişmendiya ku netewa xwe li ser netewên din; baştir, çêtir, taybettir, xweşiktir, bijaretir dibîne wê di dawî de teqez bibe Hîtlerek.
Hişmendiya ku ola xwe li ser olên din û rêolên din; baştir, çêtir, taybettir, xweşiktir û bijaretir bibîne, wê di encam de teqez bibe xwînrêjekî wek kujerên Aztekan, Mayan û Înkayan.
Hişmendiya ku cînsa xwe li ser cinsa din; baştir û çêtir bibîne wê tam jî wek Dadgehên Engîzîsyona Dêra dema Romayê bibe.
Hişmendiya ku zanista xwe li ser hemû zanistan bibîne û vê zanistê jî ji bo ku bikaribe herkesî bike kolêye xwe bikarbîne, teqez wê bibe kujerê Hîroşîma û Nagazakî. An jî wê bibe wek doktorekî faşîzma Hîtler yê ku di bin navê xebatek ilmî de hemû tiştên xwe li ser mirovan biceribîne.
Bi kurtahî; hişmendiya ku xwe bispêre; netewperestî, olperestî, cînsîyetperestî û zanistperestiyê wê di encam de kesên wek DAÎŞ’îyan biafirîne.
Ji bo ku em hê baştir û rastir jî bikaribin binirxînin, belgeya dewleta tirk bi navê “çok danînê” em bimeyzînin. Li vir wê were ditîn ku DAÎŞ kî û çawa li ser piyan hêştiye û kî hişmendiya DAÎŞ’ê him didomîne û him diparêze.
”Çareseriya me, bi zimanekî ku herkes jê fêhm bike. Li Srî Lanka çi bû û çi hatibû kirin, em jî dikarin li hember PKK pêkbînin…” Tiştên ku li Srî Lanka hatibûnkirin, tecawiz e, kuştin e, şewitandin e.
”Di dorpêçkirina niştecîhan de, pêwîste ku qadê jiyanê werin xerabkirin ku şertên paşve vegerê nebin û bi tinekirina gel(girseyî,) girtin û vala kirina wan, wê ew cîh bighêjin aramiyê…
Tê fikrandin ku; di êrîşan de navbera 10 û 15 hezar însan werin tinekirin, 8 hezar însan werin birîndar kirin, navbera 5 û 7 hezaran jî însan werin girtin. Di cihên biçûk an jî mezin yên ku werin bombekirin de jî, di navbera 150 û 300 hezar însan dema werin çol kirin, rexistina teror wê were felç kirin, û bêbandor kirin.”
Ev belgeya Erdogan bi navê “Çok Danînê” ye.
Tenê em yek kêlî bifikrin û bipirsin; tiştên ku li jor hatine ziman, gelo wê bi kijan hişmendî û bi çi şêwazî pêk werin?
Bersiv zelal e; bi hişmendiya DAÎŞ’e!
Kî DAÎŞ’e û kî hişmendiya DAÎŞ’ê dide jiyîn jî ma ne diyar e!





