Medeni FERHO
Emerîka, gotina “dewleta serserî- Rogue Statê”, ji bo Koreya Bakur, Kûba, Iraq, İran, Libya, Sudan û Suriye bi kar dianî. Emerîka, cotstandardî kiriye, Tirkiye jibîr kiriye.
Ev gotin li gorî Erdoganland e!…
Dewlet, bi qanunên xwe, bi pratîka desthilatdarên xwe, yan hiquqî ne, democrat in, yan diktator in, faşîst in!… Desturname jî peymanên civakî ne… Eger desturnameya welatekî nîjadparest be, qanunên wî welatî jî nîjadperest in, ji normên huquqa gerdûnî dûr in.
Dewletên xwedî desturname û qanunên li derî huquqê gerdûnî, faşîst in, yan jî diktator in! Faşîzm, di keseyeta Hîtler de, serseriyê kolanên Vienê ne. Enwer Paşa, generalekî serserî û sewteliyê di gera “turanî” de bû, îro ev serserî-zade, Erdogan e.
Erdogan, weke serokomarê Tirkiyê hatiye bijartin, lê weke serseriyê Kasimpaşa haraket dike… Serokkomartî misyonek e, nunertiya “komar-cemawer”dike. Lê Erdogan, ji wê misyonê dûr e: Çi got; ‘Li Bakurê Iraqê Kurdistanek heye, bila biçin wir.” Lê ne tenê Erdogan, wezîrê wî Suleyman Soylu jî, wek axayekî bê êşîr, her dem gefê li Kurdan dixwa.
Gelo di navbera Erdogan û Saddam de, di navbera Soylu û Goebbelsê Hîtler de çi cûdatî heye?
Em, bersivê ji xwendevanan re dihêlim û dewam dikin: Gelek caran, berdevkên Qesra Spî, dibêjin “dive Tirkiyê, li gorî hiquqê navneteweyî haraket bike”. Ev gotin nermkirina, gotina “dewleta serserî” ye… Emerîka naxwaze, ne goşt bişewite, ne bist.
Mixabin goşt û hestiyê Kurdan dişewitin!..
Nêzîkî hezar Kurdî, bedena xwe danine ber mirinê û li dijî tecrîdê bi zimanê bedenê diqîrin. Biqasî berxwedêrên di greva birçîbûnê de malbat, Kurdên li çar parçeyan, li derveyî welat, bi heman êş û azarê diqîrin… Cîhan rabûye ser piyan, mixabin desthilardarên Emerîka û kişûmat Ewropa bêdeng in.
Tecrîd, li gorî qanunên Tirkiyê, li gorî peyman û huquqê navneteweyî suc e. Tirkiye, Emerîka, Ingîltere, Elmanya, Fransa, yanî cendirmeyên cîhanê jî, ev peyman imze kirine, dîse jî bêdeng in.
Bingeha hiquqa navneteweyî “Peymana Neteweyên Yekbûyî” ye!… Wek Desturnameya Emerîka jî hatiye erê kirin. Li gorî hiquqa NY; eger gelek, dûçarî êrîşên tunekirinê bimîne, mafê wî yê parastinê heye û mêşrû ye. Tirkiye, li darî çavên cîhanê gelê Kurd tune dike.
Rayedarên Tirk, yekem car e dibêjin, ewlekariya min dibin metirsînî de ye û gotina “bekaa” bikar tînin. Ev derew e!… Erdogan û Bahçelî, di dagirkirina Efrînê de gotina “sêva sor” bikaranîn. Ev gotin, navê dagirkerî û talanê ye. Lê, ne bekaa dewletê, bekaa faşîzma AKP/MHPê heye!..
Erdogan û Bahçelî, gotina “bekaa”, weke duyemîn gotina “sêva sor” bikartînin. Gotina “bekaa”, di kulturê entelektueliya “Îttîhat Terakî” de veşartî ye. “Union boulding” e, yan dewşirmetî ya Tirkbûnê ye, yan jî tunekirin e… Riya sêyemîn nîne!..
Kurdan, her dem, di çarçoveya yekîtiya welat de, mafên demokratîk xwestine. Lê zihniyeta “sabik” ya Tirkiyê, ji xeta “dewleta serserî” dûrnakeve.
Erdogan, bi gotina terorê û li darî cîhanê dibêje, “Kurd, li kû dibin bila bibin, em ê êrîşî wan bikin”… Li hemberî hemwelatiyên ku gotin “bacan, îsot, pîvaz biha ne” jî, wek lumpenekî got, ”Hun dizanin bihayê fişekekê çiqas e?”
Kurd, li hemberî komkujiyan, wêrankirina bajaran, li welat û derveyî welat çalekiyên tofanî pêkanin. Derî bi derî geriyan!.. Balkêş e, Emerîka ji berdêla dengê Kurdan bibihîze, bi bîryara li dijî lîderên Haraketa Azadiya Kurd, çarmixkirina Kurdan erê kir. Kurdan, dît ku, tecrîd çarmixkirina di riya Apia de ye, berxwedana greva birçîbûnê dane dest pê kirin.
Turk-î Îslam îdeolojiyek dîn û har e, serserî ye. Hêzên global jî, bi destek kirina faşîzma Turk-î Îslam, cîhanê ber bi felaketek civakî de dibin. Kurdan, terora çeteyên DAIŞê têk birin, wê dewleta serserî û faşîzma Turk-î Îslam jî têk bibin.





