Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Peyama YPJ’î yan ji bo 8’ê Adarê berxwedan bû

12/03/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Rihê 8’ê Adarê, rihê Leylayan û Avesta ne
Share on FacebookShare on Twitter

Avesta AMARGÎ

Li her çar aliyê cîhanê, li Rojhilata navîn, li Tirkiyê Bakûrê Kurdistanê û li Rojavayî Kurdistanê jin bi xemil û xîl daketin qadên azadiyê û roja 8’ê adarê bi coşa di dilê leylayan de serhildêr bûyî pîroz kirin. Jinan dîsa bi rengê xwe û bi dengê xwe, bihara 2019’an xemilandin. Ev dengê ji her qadê, bilind bûyî tenê peyamek dida, ew jî an jiyanek azad bi jina azad re an jiyanek azad bi jina azad re bû.

Şervanên YPJ’ê yên li herêma Cizîrê, li herêma Firatê û li akedemiyên şehîd Xebat pîrozbahiyên bi heybet li darxistin. Mirov di şervanan de hinaseya dilên nêzî serkeftinê bûne, rûyên ji azadkirina jinan bawer dikin, kenên ji azadiyê bawerin û meyîzekirinên ku îlhama xwe ji rihê hevaltiyê digrin bi her awayî di çavên wan de diyar bû. Di her qadekê de bi sedan şervan li hev kom bûn û bi yek dengî qêrîna dilê xwe vegotin û wiha pênaseya wê ji tevahî jinên cîhanê re kirin; wê berxwedana jinan bi serbikeve. Ev berxwedan îlham dide em bi çeka parastinê gav bi gav berbi serkeftinê biçin.

Şervanên YPJ’ê yên li herêma Cizîrê tevî ku rewşa hewayê gelek ne baş bû lê dîsa ew şert û mercên hewayê nexistin hicet û bernameya ku li gor wate û rihê vê rojê amade kiribûn di bin barîna barana dijwar de bi coş û hêjanekî mezin li darxistin. Her ku baran dijwar dibû dengê tilîliyan jî ew çend bilind dibû. Şervan dikeniyan û digot ev baran mizgîniya biharê ji me re aniye çiqas me şil bike em ewqas biharê hîs bikin. Em ê ewqas biharê bijîn û bidin jiyan kirin.

Pîrobahiya ku li herêma Firatê pêk hate jî hêjayî dîtin û vegotinê bû. Me li vir şahidiya kêyfxweşiya bi sedan şervanên YPJ’ê yên bi eslê xwe Ereb in kir. Ev kêyfxweşî cara yekem bû, ev dilgermî cara yekem bû ji bo wan. Em dema ku carina dibêjin sira heqîqetê di rastiya jiyanê de veşartiye dibe ku em tam jî behsa kêliyên bi vê rengî dikin. Gelekî ji wan cara yekemîn şahidî ji vê rojê re dikirin û ev roja 8’ê adarê pîroz dikirin. Piraniya ji wan digot me nedizanî rojekî wiha ya jinê heye. Em bi tevlîbûna nav refên YPJ’ê re pê hesiyan ku rojekî wiha manîdar ya jinan bi tekoşînên mezin û bi êşên mezin dest  xistiye heye. Em fêr bûn ev roj çiqas xwedî girîngî û wateyekî mezin.  Şervanên Ereb weke zarokekî ku dema dayîka wî/ê tiştekî jere bikire çiqas kêyfxweş dibe bûbûn. Bi kinahî ev roj diyarî bû, ji bo şervanên Ereb yên ku ji bin zilm û dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirine û di nav refên YPJ’ê de cihê xwe digrin. Ew rûkeniya li ser rûyê wan di kamera û wêneyên hatin kişandin de hilnehatin, Lê ez karim bêjim ew kêyfxweşiya wan ya zarokane ku enerjiyek mezin dida derdorên xwe, hestên me yên kêyfxweşiya vê rojê ji nûve zindî kirin. Me careke din dît dema ku jinek tama azadiyê bigre, her tim kêyfxweş dijî. Ya ku jinên Ereb îro dijîn ev tama azadiyê ye.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.