Zekî BEDRAN
Hebûna dewleta Tirk ya li Kurdistanê tenê xwe dispêre zordestiyê. Demekî Erdogan digot, “pirsgirêka Kurd heye, pirsgirêka Kurd pirsgirêka mine jî.” Heman Erdogan niha gotina Kurdistan jî qedexe kiriye gefan li yên ku vê gotinê bikartînin dixwe. Dîsa demekî li Tirkiyê li ser televîzyonan û çapemeniyê de pirsgirêka Kurd dihat gotubêjkirin. Niha ti kes pirsgirêkeke wiha nade ser zimanê xwe. Çapemenî bi temamî di bin fermana Erdogan de ye.
Tirkiye bi hevpariya Erdogan û Bahçelî bi lez bû xwedî sazumaniyeke faşîst. Bi “plana çokdanînê” biryara tunekirina her tiştên kurdan hat girtin. Li ser vê bingehê sazî û desketiyên kurdan yên qanûnî hatin hedef girtin. Parlementer hatin girtin. Dest danîn ser nêzî sed şarederariyan. Pirraniya şaredar hatin darizandin û xistin girtîgehan. Qaşo van şaredariyan pere şandine çiyayan û piştgirî dane xebatên terorê. Lê heta niha ti îdiayên wan yên bi vî rengî îspat nebûne. Destdanîna li ser şaredariyan jî parçeyeke ji plana çokdanînê bû.
Li avahiya HDP’ê ya Amedê mirov dest bi greva birçîbûnê dikin. Lê polîs bi awayekî derqanûnî davêje ser avahiyê û mirovan dike bin çavan. Paşê wezîrê karê hundir dibêje ku wî ferman daye ku bavêjin ser avahiya partiyê. Hêza dewletê girtine pişt xwe. Li pêş wan çapemeniyeke ku rexne bike jî tune ye. çapemeniya heyî jî ji sûc û êrîşên wan re li çepikan dide û beşek jî êrîşan sor dikin. Serî de CHP partiyên jî li ber vê yekê ranabin. Ji ber vê jî bêyî ku rastî astengiyekê bên êrîşên xwe yên li dijî Kurdan û hêzên demokrasiyê dewam dikin.
Erdogan ji bo hilbijartinan bajar bi bajar digere. Nîvê welat weke dijmin îlankiriye. CHP, İP û SP’yê jî weke partiyên ku ji Qendîlê fermanê digirin pênase dike. Çima ewqas êrîşkare û ewqas nijadperestiyê pêşdixe? Ev pirs girîng in. Berî hertiştî Erdogan xwedî bingeheke nijadperest û netewpereste. Ji ber vê ye ku ewqas êrîşî Kurdan dike. Êrîşkariya wî jî tirsa windakirina hilbijartinane. Hemû dewlet di dest wî de ye û muxalif xistine zîndanan. Tevî vê jî hevkariya wî ya bi Bahçelî re têra xilasbûna wî nake. AKP nebû partiyekê, AKP Erdogan e. Erdogan jî ketiye nava sûc û qirêjiyên mezin. Ger hilbijartinan winda bike wê bi navê AKP’ê partiyek nemîne. Di vê rewşê de Erdogan netirse ma wê kî bitirse!
Erdogan ji 2002’yan de Tirkiyê birêvedibe. Tirkiye anîye ber krîzeke aborî ya giran. Rejîmeke zordar û faşîst avakirine lê li qadan bang dikin û dibêjin pirsgirêka beqayê heye. Berî çend salan nikaribûn bigotana pirsgirêka beqayê heye. Ger pirsgirêkeke beqayê hebe berpirsyarê wî jî ev hukûmete. Erdogan û Bahçelî li şûna ku hesabê vê bidin hewl didin gel û muxalefetê bitepisînin. Difikirin ku wê bi darê zorê û bi derewan li ser pêyan bimînin.
Tifaqa AKP û MHP’ê wê winda bike. Ji rastiyan, maf û edaletê bi temamî dûr ketine. Dijminê Kurd in û nijadperestin. Niha pirsgirêk ewe ku wê hêzên demokrasiyê li dijî faşîzmê çi bikin. Gelê Kurd zana ye. Rûpoşa Erdogan ketiye xwarê. Hemû hêzên demokrasiyê yên Tirkiyê divê dest bidin hev û bi hêvî û baweriyeke mezin divê bixebitin. Ji destên kî çi tê divê bikin. Faşîzm ji xweber naçe. Pêdivî bi tevgereke rêxistinî û zana heye. Ev potansîyel li Kurdistan û Tirkiyê heye. Pêwîste ku ev hilbijartin weke firsendeke baş bê nirxandin.





