Derwêş M. FERHO
Bi salan e dewleta Turk dixwaze Tevgera Azadiya Kurdistan li ber çavên dinyayê reş bike. Bi taybetî li temamiya Ewropa hemû derfetên xwe bi kar tîne. Berteka Ewropiyan di dijî Tevgera Kurdan dixwaze. Li gelek ciyan û deman, dewletên Ewropiyan û wekî din jî, Tevgera Azadiya Kurdistan ji xwe re kirin hedef û li ser rûpelên reş danîn. Bi sûc û qirêja dewletên Turk re bûn şirîk.
Dewleta Turk ne bes xwest dezgehên Ewropiyan bixapîne û bi alîkariya wan Tevgerê biêşine. Di ber wî karê li ser esasê derû û xapan bi rêve dibe, komên çeteyên xwe jî şandin Ewropa û xwest darbeyên mezin li pêşengên Kurd bide. Serkêşiya van çeteyan jî berpirsiyarên vê dewletê di konsolosxane û dezgehên din yên dewleta Turk li Ewropa de ne. Çend caran jî ev dewlet di vê qirêja xwe de ser ket. Kuştina sê lehengên jin li Parîsê mînaka herî darîçav e.
Yek ji dewletên Ewropa ku dewleta Turk dixwest di rêya qanûnê de jî rê li ber Tevgerê asteng bike Beljîka ye. Şikayet li ser şikayetê di qada dezgehên hikûmetê û dadgehê de kir. Gelek caran polîs û ewlekariya dewletê avêt ser dezgehên Kurdan, Kurd avêtin girtîgehan. Doz hatin vekirin. Encam ji Kurdan re erênî jî buhûrî be ev kiryarên di hember Kurdan de dibûn sedema astengiyên xebata demokratîk.
Dadgeha herî mezin biryara xwe paş salan, di Mijdara 2016 de da û got: PKK ne terorîst e. Lê dewleta Turk îtîraz kir û doz çû dadgeha bilind. Di encamê de biryar hat stendin ku carek din Dadgeh lêpirsînê bidome. Pênc rojan li pey hev, doz hate dîtin. Roja dawîn di 17ê meha çile 2019 de pêk hat. Roja 8.03.2019 jî biryara dadgehê dubare bû. PKK ne terorîst e. Xebat û têkoşîna bi rêve dibe nakeve çarçeweya terorîzmê. Ev jî biryareke pîroz e.
Bê goman biryara dadgeha Brukselê ewê dilê dewleta Turk biêşîne. Û ewê dîsa mihawele bikin di qada siyasî de, bi hikûmeta Beljîka re hin serêşiyan derxin. Li gor çavdêrên cuda ewê astengiyên peywendiyên dîplomatîk rû bidin. Cara buhurî jî serokê Komara Turkiyê, Beljîka bi “navenda terorîzma PKK û Tevgera Gulen” bi nav kiribû. Çend wezîrên wan jî li ser vê mijarê çendîn car bi rayedarên Beljîka re têkilî danîne. Yek jî wan jî dema sê wezîrên Beljîka; yê karê derve, yê karê hundur û yê karên penaberan li Ankara civîna xwe li dar xistibûn qewimî. Civîn li ser mijara penaberan bû. Wezîrên Turk di destpêkê de dosyeya rêxistinên Kurd li Beljîka danîbûn ser masê. Daxwaza ew bû ku berî her tiştî dewleta Beljîka deriyê rêxistinên Kurd bigre. Dema Turkan ev daxwaz kirin, wezîrê karê hundur û yê penaberan bersiveke tund dan aliyê Turkan. “Em hatine vir li ser pirsgirêka penaberan biaxivin. Mijara rêxistinên Kurdan ne di rojevê de ye”. Ji ber aliyê Turkan di daxwaza xwe de asê man, du wezîrên Beljîkî, ji ser masê rabûn û bersiveke xurt dan Turkan. “Dewleta me ya hiqûqê ye. Bi tu awayî kes nikare ji karê dadê li welatê me biaxive. Eger hun dixwazin li ser mijara rojevê biaxivin kerem bikin. Yan na em radibin”.
Ka em binêrin paş vê biryarê ewê rayedarên Turk çi bêjin. Lê ne giring e ewê çi bêjin.Ya giring biryara dadgeha Brukselê ye. Niha divê Kurd li welatên din û li qada Ewropa dozên di hember dep û dolabên dewleta Turk de vekin. Serketin ya me ye, ji ber ku em di têkoşîna xwe de xwedî maf û di rêya rastiyê de ne.





