Burhan ERDEM
Bi destpêkirina şerê 2.ê Kendavê re bû, ew fersenda ketibû destê Tirkiyeyê ku bi temamî bikaribe li Başûrê Kurdistanê bimîne. Ew krîza derbasnebûna tezkereya li meclîsê ku destûr dida DYAyê axa Tirkiyeyê bikar bîne, bi dawî bûbû. Lewra ew tezkere ji meclîsê derbas bûbû. Û tevî bikaranîna sehaya Tirkiyeyê ya ji aliyê DYA`yê ve, wê tezkereyê destûr dida artêşê da ku bikeve Başûrê Kurdistanê. Hisabê Tirkiyeyê ew hisabê nas bû, ewê artêşa wan ji bo astengkirina damezrandina dewleteke Kurd tevbigeriya. Lê wan digot armanca wan –weke ya ji bo Sûrî- astengkirina hatina pênaberan e.
Bi vê yekê re jî, ji bo Amerîkayê eniya Bakur vebûbû, lê eniyeke Bakur ji bo Tirkiyeyê jî hebû. Ev eniya Tirkiyeyê dagerkirina Başûrê Kurdistanê bû. Li dervî vê yekê tiştê dihate gotin, di demeke xweş de pêkanîna operasyoneke li dijî gerîllayan bû.
Di vê navberê de Amerîkayê bi gotina namdar plana Byê dabû destpêkirin, bêyî ku ji Tirkiyeyê hareket bike, êrîşî Iraqê kiribû. Di heman rojê de, li gorî hejmarên cara pêşîn hatin kifşkirin 1500 leşkerên Tirk derbasî Başûrê Kurdistanê bûn. A di rojê serfermandariya leşkeriya Tirkiyeyê nûçeyên li ser ketina leşkeran a Başûrê Kurdistanê derewandibû.
Di heman rojê de, koalîsyona Amerîka û Brîtanyayê ji devên rayedarên bilind diyarkir ku, ew bi tundî li dijî ketina leşkerên Tirk a Başûrê Kurdistanê ne. Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê yê hingê Colîn Powell û Serokwezîrê Brîtanyayê Tony Blair di daxuyaniyên xwe de ji bo ku nekeve başûrê Kurdistanê Tirkiye hişyar kirin. Di hemû hevdîtinan de jî, ji Tirkiyeyê re hatibû gotin ku nekeve Başûrê Kurdistanê.
Lê rayedarên Tirk digot ew li benda garantiyekê ne, ev garantî jî li ser nebûna serxwebûna Başûrê Kurdistanê bû. Bazariyên Tirkiyeyê yên bi Amerîkayê re bi mehan berdewam kiribûn, Tirkiye muttefîkê stratejîk ê Amerîkayê bû û li gorî siyaseta Tirkiyeyê ji bo vê operasyonê Amerîka muhtacî erda wan bû. Lê bazariyên di navbera herdu welatan de bi başî derbas nebûn, Amerîkayê pêşiyê dixwest 62 hezar leşkerên wê ji Tirkiyeyê derbasî Iraqê bibe. Ji bo vê yekê jî Amerîkayê 6 milyar dolar alîkarî dida Tirkiyeyê. Lê belê bi destpêka şer re, Amerîkayê dest bi paşvekişandina hêzên xwe yên li Tirkiyeyê kir, lewra şertê ku Kurd nebin hevparê rêveberiya Iraqê, nexweş bû. Êdî enîya Amerîkayê ya ku dixwest ji Tirkiyeyê veke, pêk nedihat.
Yekitiya Ewrûpayê bi rojekê piştî şer civîneke awarte pêk anî. Ev civîn di asta serokdewlet û serokwezîran de bû. Di vê civînê de welatên berendam jî beşdarî beşeke giştî bûn. Tirkiye di vî beşî de ji aliyê wezîrê karê derve yê hingê Abdullah Gul ve hate temsîlkirin. Gul ji Ewrûpiyan xwestibû ku, li ser Iraqê destekê bidine wan. Destek jî ji bo mayina leşkerên wan ên li Başûr bû. Lê dewletên mezin ên yekitiyê, Almanya û Fransayê Tirkiyeyê hişyar kirin da ku nekeve Başûrê Kurdistanê. Lê tevî van hişyariyên han jî Tirkiyeyê kanîbû, bikeva erdeke din a kurdan, lewra wan kurdan destûr dabûnê, ku pişt re bi belgeyan eşkere bûbû.





