Eziz Koyluoglu
Li cihanê DAIŞ wek mijareke serekeye. Herkes li ser piştî têkçûna DAIŞ nîqaş dike. Her dewlet li gorî berjewendiyên xwe dixwazin polîtîka yên xwe ji bo dema nû eşkere bikin. Lewra heta niha yek strateji li dijî DAIŞ’ê dihat meşandin. Ew jî axa di destê DAIŞ’de ji destê wê derxistin bû. Lê herkes dizane ku wek tevgerek DAIŞ’ê, li gelek welatên cîhanê rêxistina xwe çêkiriye û tinekirina wê niha ne pêkan e. Dîsa qasî tê zanîn di nava DAIŞ’ê de ji gelek netewan kes hene, hemwelatiyên 50 welatan di nava DAIŞ’êde cihê xwe girtine. Ji bo wê jî DAIŞ ne tenê pirsgirêka çend welatên ku niha lidijî DAIŞ şer dikin e. Lê tişta tê xuya kirin, bi taybetî welatên Ewrûpî û hin welatên din naxwazin xwe têxin bin mesûliyeta ku ew jî beşek jê ne.
RayEdarên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ev demeke bang li welatên ku çeteyên DAIŞ hemwelatiyan wan in dikin, bigrin. Lê ji bilî çend welatên Asyayî û Iraq hemû welatên ku hemwelatiyên wan di nava DAIŞ de ne daxwazin carekî din bizîvirin. Ji xwe rastiya wan kesan berî niha jî min bi dehan caran gotibû pirr şîloye. Lewra ev kesan çewa hatin Sûriyê û ji vir jî çawa çûn Iraqê? Hîn mijarên lêkolînê ye. Lewra gelek ji wan kesan dema ku li welatê xwe jî bûn dibin çavdêriyê de bûn û têkiliyên wan bi rêxistinên radîkal dihatin zanîn. Ev kesan wê demê ku li welatên xwe bûn, dihatin zanîn ku fikrên radîkal diparêzên, lê çima nehatin girtin. Çima rê ji wan re hate dayîn derbasî Sûriyê û Iraqê bibin?
Dema aloziyên ku destpêkê wek “Bahara Ereban” dihate pênasekirin, her welat li gorî xwe siyasetek diyarkir. Bi taybet welatên Rojavayî dixwestin ku grûbên radîkal yên ji qanûnê wan sûd wergirtibûn û xwe rêxistin kirin, xwe xelas bikin. Wan welatan wiha hêvîdikirin ku wan kesên radîkal di şerên bi taybet li Sûriyê û Iraqê de bêne kuştin. Vegera wan kesên radîkal ji bo welatên jê hatine, wek metirsiya herî mezin bû ji bo wan welatan. Dema ku rê dan wan kesan ji welatên wan derkevin jî, bi armanca venegerin bûn. Lê berevajî van bendewariyan, şerên li Sûriyê û Iraqê dirêjkir û gelek çeteyên bi salan li Iraq û Sûriyê hinek din jî radîkal bûn, dema rê dîtin vegeriyan welatên xwe, gelek çalakiyên terorî kirin.
Welatên Rojava û gelek welatên Asyayî yên wek Rûsya, şerê li Sûriyê û Iraq’ê welatên xwe ji bo ku ji radîkalên îslamî paqij bikin, her rê û rêbaz bikaranîn. Heta asteyekî hiştin grûbên wek DAIŞ û Cephet El Nusra li ser medya civakî propaganda bikin. Di encama propagandayên van grubên terorî DAIŞ û Cephet El Nusra û gelek grubên girêdayî dewleta Tirk, bi hezaran kesên radîkal ji welatên Ewropa û Asya berê xwe dan Sûriyê û Iraq’ê. Bi hezaran ji van kesan bi tena xwe nehatin, malbatê xwe jî bixwe re anîn. Gelek ji wan li vir zewicîn û zarokê wan çêbûn.
Qasî tê zanîn niha tenê di girtîngehên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê de bi hezaran çeteyên DAIŞ hene. Ji wan jî beşek biyanî ne. Dîsa bi deh hezaran jin û zarok niha di kampan de dimînin. Aliyên balkêş jî, ev kesên niha girtîne, ne poşmanin û di gelek dîmenên dawî yên ji Baxoz tê dîtîn ku bi hêvîne ku DAIŞ vegere.
Ne tenê kesên biyanî, bi deh hezaran ji Sûriyê û Iraq’ê jî di bin deshilatiya wan grûbên teror kirin, wek Idlib, Cerablûs, Ezaz û Bab’ê dijîn.
Ger cîhan bi projekî giştî nêzîkî vê pirsgirêkê nebe, siyasetekî giştî nîşan nede, wê DAIŞ, ji 2014’an xeternaktir vegere.





