Idrîs HENAN
Çand di pêvajoya avakirin û afirandina têgihaştina giştî a gelan de kevirê koşeyan e. Li gorî resentiya xwe ji gelên dîtir, hawîrdor û derdoran re jî destek û mal e. Li ser hîmên hevbeşiyê û li gorî xweseriyên xwe çand dewlemend û zengîn dibin. Ango di nav hev de bi awayekî hev û din temem bikin dijîn û hatine vê roja me ya îro. Di heman demê de li hemberî êrişên nijadî û çandî xwe parastine. Çandên li dîrokê barkirî jî hene. Ew jî çandên biyanî û derdîrokî ne. Yanê li pêvajoya herikîna xwezayî ya dîrokê barkirî ne. Bizavên bi maskeyên çandî tevdigerin ji bona ku kirasê resentiyê li xwe bikin berê xwe didin rêbazên şîdet, zor û zilimkariyê. Gelan di aliyê fîzîkî de diqelînin û bi diziyê çandî re xwe têr û weke resen diyar dikin. Ta ku meşrû bibin jî hemleyên herî hovane yên pişaftin û asîmîlekirinê dimeşînin.
Ger em li herikbariya mejûyî û li encamên roja îro binêrin, em ê pir eşkere bibînin ku her civak û gelên resen di encama êrişa li ser jin û ciwanan de hatine têkbirin. Ango resentiya gelan û xwezayiya civakbûyînê bi desteserkirina pozîsyona pêşeng a jinê ji nav birine. Ev rewş berê heya îro wiha hatiye. Rêbazeke serdest û desthilatdaran e. Di bingeh de tiştek bi navê civakbûyînê namîne û ne jî em dikarin qala ti rêxistinbûyînên civakî bikin. Civakbûyîn bi jina azad a pêşeng re çêdibe. Ne wisa be nabe civakbûyîn. Tenê dibe kombûyîneke çelûxwar a tepeserî û serdestiyên cinsiyetparêz. Heya ku ev kombûyîna çelûxwar hebûna xwe dewam bike, çanda jina dayîk didize û kavil dike. Li ser xirbeyên zordestî, talan û mehifkirina çandî kelehên cinsiyetparêzî û zilamparêziya mutleq ava dike. Têgîn û têgihaştinên faşîzm, dîktatorî û rûyên desthilatdariyê yên çors bê şikestina jinê pêkan nabin. Ji ber vê jî Mardok berê xwe da diziya Meyên Înannayê û ew parçe parçe kir. Mirovatiya di şexsê Înannayê de hatiye teyisandin dizîn û civakbûyîna li dora wê çêbûye herifandin û bi fîgora Sargonê çors ê desthilatdar otorîteya zilamperest avakirin. Bi vî rengî jî herikîna dîrokê desteser kirin û mirovatî bi qalibên koletiyê têk birin. Her tişt ji bona wan bû adaneke kirîn û firotinê. Li şûna azadiyê têgînên koletî û bindestiyê sepandin û bi maskeyên lîberalîzmê jiyan bi civakên kole û têkçûyî xweşik kirin. Heya ku rê li ber raperîn û her lebateke çandî bigirin, li şûna jina serfiraz, pêşeng û azad, jina radestkirî û bê hal ava kirin.
Li beramberî van çandên çelûxwar têkoşîna jinê jî ranewestiyaye. Li hemberî hişmendiya baviksalariyê 8 Adarê rojek serkeftina nasnameya dayîkê ye. Îro jî di kesayeta jina pêşeng, azad û serfiraz a Kurd de çanda biyanî ya derresen di şexsê çeteyên DAIŞ de tê darizandin. Rûmet û exlaqa civakê têye parastin û nirxên civakê li kokên xwe vedigerin. Îro bi pêşengtiya jina Kurd û hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Meyên Înannayê yek û yek tên rizgarkirin. Her wiha kelehên hişmendiya pergala ku pala xwe dide kuştin û bindestiya jinê li pey hev yek bi yek tên herifandin. Di şexsê jina Kurd a pêşeng de çandên resen ji nû ve zindî û watedar dibin. Têkoşîna jinê ya azadiyê di cewherê xwe de berxwedana çanda resen li hemberî siyasetên qelandinê ye. Li cihê ku jina azad hebe desthilatdariya mêrperest nikare bijî.





