Sîpan ŞÎNDA
Di Kurdî ya resen de gelik peyv hene nayên zanîn. Nayên bi kar anîn û tên jibîr kirin. Qedera wan peyvan ber bi mirinê ve diçe. Peyva mirinê ne tenê ji bo mirovan heye, herweha ji bo berhemên mirovan ji mirin heye. Lê ya xirab ewe kû mirov bi destê xwe berhemên xwe rêdikin mirinê. Bi salan li ser berhemekê dixebitin, ewqas kedê didin û zehmetiyan dikeşin, mixabin piştî demekê ewê keda xwe bi destên xwe dikujin.
Peyva devjenî, peyveka resen ya Kurdî ye. Devjenî; ji hevdû re parve kirina hizir û ramanên kesan yên li ser mijaran re tê gotin. Şer yan ji pevçûnên bi devî têne kirin. Pirrê caran şûna peyva ‘devjenî’yê peyva ‘nîqaş’ê tê şixwilandin. Lêbelê peyva ‘nîqaş’ Erebiye û ji peyva ‘mineqeşê’ tê. Peyva ‘devjenî’ ji zêdeyî ve ciyê nîqaşê digire û mirov dikare bi dilekî rihet bikar bîne. Peyva devjenî ji du peyvan pêk tê. Peyva “dev” nave, peyva “jenandin” ji lêkere. Yanê peyva devjeniyê ji navekê û ji lêkerekê çêbûye.
Çanda devjeniyê çandeka pirr girînge. Ji ber kû bi saya serê çanda devjeniyê mirov dikarin ramanên xwe bi hevre parve bikin. Bi riya devjeniyê him mejiyê mirov ronîtir dibe him ji mejiyê kesên kû mirov bi wan re devjeniyê dike ronîtir dibe. Bi saya serê devjeniyê mirov dikarin bê şer û pevçûnên fîzîkî mijarên di nava xwe de çareser bikin. Çanda devjeniyê di nav civakên pêşketî de li ser destan tê girtin. Ji ber kû li ser hemû mijaran, li ser hemû pirsgirêkên xwe devjeniyê dikin û li gor wê, ji xwe re stratejiyên nû diyar dikin. Polîtîkayên dewleta bi riya devjeniyê têne diyar kirin. Ji mijarên polîtîk bigirin heya mijarên çandî, yên aborî, yên zanistî, yên civakî, yên perwerdehiyê, yên demokrasiyê, yên ehlaqî û hwd hemî bi riya çanda devjeniyê tên çareser kirin. Çi hizir û ramanên kê hebin dema mijarek tê vekirin, ji hevdû re dibêjin. Li ser wan mijaran her yek nêrînên xwe pêşkêş dike. Nabe kû her tim hemî kes weke hev bihizire. Civakên çanda wana ya devjeniyê heyî, şer û pevçûnên wan gelik kêmin. Gelik caran di maligîtiyê de, di cîranetiyê de yan ji di gundîtiyê de devjenî li ser mijaran çêdibin. Ango gilî û gazindan ji hev dikin. Ev aliyê devjeniyê ê ne erêniye. Di roja me de çanda devjeniyê gelik pêş ketiye. Bi teybetî bi riya televizyonan devjeniya gelik mijaran tê kirin. Pirr bernameyên teybet yên devjeniya li ser televizyonan têne weşandin. Di van bernaman de bi pirranî kesên pisbor nêrînên xwe dibêjin, yan ji çend pisbor di bernaman de li ser mijaran devjeniyê dikin. Civak ji bi vê rê fêrî hizir û tiştên nû dibe û ronîtir dibe. Di çanda devjeniyê de tehmêl kirin tiştekî pirr girînge. Ji ber kû gelik caran di bernamên devjeniyê de hizrên cihê, nêrînên dijberî hev ji têne axaftin. Her çend beşdarvanên devjeniyê xwediyê raman û nêrînên cuda bin ji, lêbelê divê mirov tehmêla hevdû bike. Di nava hizrên dijber de tim û tim devjenî çêbûne û wê her tim hebe ji. Mixabin çanda devjeniyê hêj di nav Kurdan de pêş neketiye. Dibe kû carinan mirov li ser hinek mijar devjeniyên hişk ji bike. Lêbelê ev nayê wê watê kû, ji ber hizir û ramanên cihê mirov neyartiya hevdû bike. Devjenî, him roniyê dide xwediyê xwe him ji dide derdorê. 8 î Adarê roja jinan pîroz be.





