Mihemed SEYDÎ
Em rojên vê salê dijmêrin. Rojên vê berxwedanê dijmêrin. Bi gotin û anîna ziman pir hêsan e, lê ev roj çawa derbas dibin. Ne şeveke û wiha wê piştî çend seatan bibe sibeh. Çalakî dikevin heyva 5’an. Em behse çalakiya greve birçîbûnê ya Leyla guven dikin. Qale berxwedaniya ku Leyla pêşengiya wê dike, dikin.
Ji zindana Amedê çiroska berxwedana li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan pêket. Hevseroka KCD û parlementer Leyla Guvven ev rola pêşengiyê girt ser xwe û li derdora vê berxwedanê, çalakî mezintir û zêdetir bûn. Nasir Yagiz li Hewlêr, Strasburga Franca yê 14 çalager, li Galler a inglistanê, li Torontaya Kanada, wargeha şehîd Rûstem cûdî û li zîndanên Tirkiyê û bakurê Kurdistanê yên faşîzma Tirk çalakî belav bûn. Ev navnîşanên çalakiyanin.
Berxwedana ku ev çalakger pêşengiyê jêre dikin, ji aliyê hêzên navnetewî, saziyên mafên mirovan û dîsa dezgehên çapemeniyê yên cihanî û yên herêmê ve ji bilî çapemeniya azad sergirtin û bêdengî dewam dike. lê divê mirov viya jî ji bîr neke, divê em ji van sazî, hêz û dezgehên wan ên çapemeniyê ewqasî hêviyan nekin. Ji ber ku mînaka herî ber çavan rewşa dagirkeriya dewleta Tirk û êrîşa ku di 20 çileya 2018 bi 72 balafiran li Efrîê pêk hat liber çavên hemû cihanê bû. Li ber çavên cihanê tax û gundên Efrînê hatin bombebaran kirin, zarok, jin û kal û pîr hatin qetilkirin û heta niha qirkirina etnîk li pêş çavên wan pêk tê û ew bê dengiya xwe didomînin. Ji bona wê divê kes ji van aliyan hêviyên mezin neke.
Kengî wê hemû alî bikevin nava tevgerê; dema ku gelê kurd berxwedaniya xwe mezin bike ew ê ji bê dengiya xwe derkevin. Li bajarê Kobanê ewqasî êrîşên hovane yên çeteyên DAIŞ’ê hebûn. Lê kengî ku hêzên navdewletî dîtin ku berxwedan mezin dibe, gelê kurd li her derê rabûye ser piyan ew ketin tevgerê.
Em gotin û rexneya rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan derbarê berxwedaniya rêveberiyên xweser ên bakurê Kurdistanê û bi taybet li Cizîrê ku bi pêşingiya Mihemed Tunc dihat kirin bi bîr bixin. Rêber Ocalan digot “çawa we nikarîbû bi hawara Mihemed tunc ve herin. We çawa nikarîbû wî xilas bikin. “ dîsa rexneyên pêşengê vê berxwedanê Mihemed tunc li ser bêhelwest -bûnê di hafîzeya me de ne. Wî ne aliyên navdewletî rexne dikirin. Lê belê wî aliyên Kurd û yên xwe jêre pêşeng didîtin rexne dikir. Tunc wê demê wiha digot: “ aliyên ku ji tirsa tişt werê serê wî bêdengin, ji tirsa ku kar û wezîfeya xwe ji dest bide bê dengin, ji tirsa ku were girtin cesaret nake ku daxuyaniyekê li dijî vê wehşîyeta dewletê li ser cizîr û deverên rêveberiya xweser bide, ew ê sibê dora wî jî were, ger bêdeng bimîne.
Ev gotinên rêber Ocalan derbarê Mihemed Tunc û bangên ji nava van bajarên rêveberiyên xweswer hatin hîne di guhên me de ne û tu carî ji bîra me naçin.
Îro, berxwedana girevên birçîbûnê jî heman berxwedana wê demê ye. Dem cuda ye, lê armanc azadiya gelê kurd û rêber Ocalan e. Çalager, çalakiyên xwe didomînin û di viya de bi biryar û îsrarin. Çalakger her banga bilindkirina berxwedanê li me dikin û dibêjin ku dem ne dema gotin û piştgiriya bi ziman û gotinan e, dem ew deme ku divê hemû kes li her dera ku lê ne, rabin ser piyan.
Em nûçe dibînin tê de hatiye gotin ku hin aliyan, kesan û berpirsan serdana çalakgeran kirine. Û piştgiriya xwe anîne ziman. Lê ne çalakger û ne jî çalakî li benda hin serdan û daxuyaniyan in. êdî pêwîstî bi serhildan û xwedî derketina bi piratîkî heye.
Gelê Kurd yan ew ê li van berxwedêran xwedî derkevin, da ku faşîzmê bişkînin û rêber Ocalan azad bikin yan jî ew ê êdî mafê wan ê jiyanê nemîne . ji ber ku berxwedan bi encam bibe ew ê dawî li dagirkeriya dewleta Tirk li Efrînê jî were, ew ê dawî li faşîma AKP-MHP’ê were.
Dibe ku sibê bibe dereng.





