Mihemed ŞAHÎN
Dimenên ku li Dêrazorê derketin holê careke din mîsoger kir ku peyva dawîn her tim berxwedêr dibêjin.
Ji destpêka pêvajoya “Bihara Ereban” a sala 2010’an virve bala hemû cîhanê li ser Rojhiltanavîne. Piştî ku dewleta Sûriyê daxilê vê pêvjoyê bû erdnîgariya Sûriyê bû qada gelek hesabên kirêt yên nav dewletan. Lewre şerê herî dijwar û bêpîvan, berxwedanên herî mezin û bêhempa, êş û janên herî dijwar û dilsoj di erdnîgariya Sûryê de hatin jiyîn.
Ev netesedufî bû. Pergala kapitalîst ji bo karibe talankeriya xwe ya ser erd û bin erd bi hêsanî pêkbîne di sedsala dawîn de di bin pêşengiya dîkatorên xwecihîde hemû dînamîkên civakên rojhilata navîn yên berxwedêr, demokrat û aştîxwaz tunekiribûn. Bîrdozî û baweriyên ku aştî û aramiya civakan esas digirtin hatibûn tasfiyekirin. Ji bo berjewendiyên xwe cudakariyên nav civakan kûrtir kiribûn û şert û mercên hovitiyan afirandibûn. Malzaroka mirovahiyê ya qedîm û pîroz kiribûn malzoroka gur, rûvî û çeqelan. Kê bêîteatiya wan bikira, an jî ji berjewendiyên wan re xizmet nekira gur, rûvî û çeqelên xweyên dev bixwîn berê ser wan didan.
Cinawirê bi navê DAÎŞ’ê ku ji nirx û pîvanên mirovahiyê dûr, ji çand û exlaqa Rojhilatanavîn dûr, bêpîvan, bêexlaq, û bênirx tevdigere berhemê siyaseta wan e. Di sergoya wan de afirî û di bin sêwana wan de mezin bû. Ji bo bihara (şoreşa) civakên Sûriyê asteng bikin 7 sal berê cinawirê xwe dan Sûriyê. Di 7 salên dawîn de DAÎŞ’ê bi wahşeta xwe ya ku Rojhilatanavîn kir gola xwînê di cîhanê de deng veda.
DAÎŞ’ê berê xwe dida kîjan bajêrî demildest teslîm digirt. Artêşên dewletan jî di navde hêza ku karibe li hember DAÎŞ’ê li ber xwe bide tune bû. Dewleta Iraqê li Musilê, dewleta Sûriyê li Reqa û Dêrazorê têkçûbûn. Rêvebriyên Bexda û Şamê ketibûn taya mirinê. Li ber çavên mirovahiyê mirov zindî dihatin şewitandin, dihatin serjêkirin û weke serdema navîn a hezar sal berê dest û lingên jin û zarokên dîl girtî dihatin zencîrkirin.
Li Şengalê 74 emîn fermana Êzîdiyan pêk dihat. Civaka Êzîdî ji qirkirnê derbas dibû. Bi sedan jinên êzîdî ji bo ku nekevin nav lepên van hovan xwe di şikeftan de diavêtin û dawî li jiyana xwe dianîn. Bi hezaran jin û zarokên êzîdî yên ku ketin dest wan li bazarên koleyan dihatin firotin.
Pergala Kapitalîst dixwest bi destê DAÎŞ’ê şoreşa civakan asteng bike û DAÎŞ’ê weke darê terbiyekirinê bikar bîne. Lê piştî demekî DÎAŞ bi kiryarên xweyên hov di wijdana mirpvahiyê de mehkûm bû û ji kontrola wan derket. Îcar ketibûn wê tatêlê ku wê çewa vê cinawirê xwe yê dest bixwîn rawestînin û pêşî li pêşketina wê bigrin.
Di valahiya Rojhilatanavînde DAÎŞ’ê ji xwe re bawerî û bîrdoziyeke gemarî afrirandibû. Bi baweriya bîrdoziya xwe û bi îradeyeke xurt şer dikirin. Ji ber bêalternatîfiyê civakan bawerî bi wan anî û piştgiriya wan kirin. Yên ku bawerî û bîrdoziyan wan û îradeya wan ji ya DAÎŞ’ê xurtir nebûya nepêkan bû biştgiriya gel bigirtina û li dijber DAÎŞ’ê şer bikirina û li berxwe bidana.
Di sala 2014’an de di berxwedana Kobanê ya bi navûdeng de ew hêza xwediyê bawerî, bîrdozî û îradeya xurt, ew hêza parazvanê nirx û rûmetên mirovahiyê ya ku karibe li hember DAÎŞ’ê li berxwe bide û wê têk bibe hat dîtin.
Ew hêza bîrdozî ya Rêberê Gelê Kurd Ocalan bû. Cewhera xwe ji çanda Mezopotamyaya qedîm digirt. Aştî û azadîxwaz bû. Li dijber modernîteya kapitalîst afirînêr û parazvanê modernîteya domokratîk bû. Ji bo wê maf û berjewendiyên civakan xala jêneger bû. Hebûna wê ji bo pergala kapitalîst xeternak bû. Beriya ku dest bi dîzaynkirina Rojhilatanavîn bikin di serî de xwestibûn wê bîrdoziyê tune bikin. Lewre afirînêrê bîrdoziyê Rêber Ocalan dîl girtibûn û radestê Tirkiyê kiribûn.
Piştî 20 salan di berxwedana Kobanê de dîtin ku yekane hêza ku karibe DAÎŞ’a cinawir rawestîne û wê têk bibe, yekane hêza ku karibe nirx û rûmeta mirovahiyê biparêze, yekane hêza ku karibe pirsgirêkên Rojhilatanavîn çareser bike bîrdozî û felsefeya Rêber Ocalan e. Lewre neçar man li pişt şervanên bîrdoziya Rêber Ocalan cih bigrin.
Berxwedana ku 5 sal berê li Kobanê destpêkiribû li Dêrozorê bi serkeftineke dîrokî tacîdar dibe. Bîrdoziya parazvanê nirx û rûmeta mirovahiyê li hember hovîtî û bêexlaqiyê biserket.
Dimen û wêneyên vê serkeftinê gelek tiştan vedibêjin.
Yên ku di wahşeta xwe de pîvan nasnedikirin, yên ku bi tirs û xofa xwe cîhan dihêjandin, yên ku rêvberiyên dewletan xistibin taya mirinê, yên ku mirov zindî dişewitandin û serjêdikirn, yên ku zarok û jinên Êzîdî qetil dikirin û di bazarê koleyan de diforotin îro yek bi yek li ber şervanên rûmetê çong didin û xwe radestê edaleta wan a qedîm dikin.
Jinên Êzîdî ji bo ku nekevin nava lepên wan hovan xwe di şikevt û latan de diavêtin lê niha jin û zarokên wan bê fikar xwe radestê YPG û YPJ’ê dikin.
Di 7 salên dawîn de raya gîştiya cîhanê di Rojhilatanavînde şahediya du tiştên bêemsal kirin. Yek wahşeta DAÎŞ’ê ya bê pîvan bû, ya din jî berxwedana YPG-YPJ-QSD’ê ya bi rûmet a li dijber vê wahşetê bû.
Êdî civakên Rojhilatanavîn nebêaltertafîn. Bîrdozî û felsefeyeke wan a xurt heye. Dikarin xwe biparêzin û aştî û aramiya xwe pêk bînin.
Li Dêrazorê tarî têkçû, ronî serket, mirin têkçû jiyan serket, Ehrîman têkçû Hurmuz serket.





