Farûk SAKIK
Ya di dîrokê de cara yekemîn ji civakbûnê re rêvebertî kir jin bû.
Ya yekem car tişt da destpêkirin û afirand jin bû.
Lê dagirkerî, ew xweşikbûn û wateyiya di hundirê jinê de weke dijberekî bingehîn ji xwe re kir hedef. Û erîş kir. Bi demê re dengê jinê qut kir. Qêrîna wê ket bin axê û tu kesî nebihîst. Bi demê re ev bêdengî ji bo jiyanek bi rûmet, veguherî pêlên berxwedanê.
Li Kurdistanê rêber Ocalan ji vê şoreşa jinê re pêşengî kir. Fikr û ramanên wî di têkoşîna jinê ya cîhanê de wek mînak hatin girtin. Di axaftinek xwe de 8’ê Adarê wiha dinîrxand. “Beriya her tiştî divê ez bibêjim ku ez loman dikim, çima bi tenê 8’ê Adarê roja jinan a cihanê ye.Yek ji şertê jinayê yê dest jê nabe ew e, divê tevahiya rojan bi jinê û jiyaneke bi jina azad re be.”
Di Kurdistanê de, siyaseta çewt a dewletên dagirker rewşa mafê civakî û siyasî ya jina Kurd, xistibû nava çemberek teng.
Bi pêşketina tevgera azadiya Kurdistan, di helwesta jina kurd de jî guhertinên mezin çêbûn. Di gelek qadên jiyana rojane de û di nav civakê de jinan pêşengî kirin.
EWROJ…
Piştî şerê çekdarî destpê pêkir, tevlêbûna jinan ya nava refên PKK’ê jî zêde bû.
Bi destpêkirina hamleya 15’ê Tebaxê re heta salên dawî, gelek jinên Kurd yên lehêng derketin çiya û tevlî nav refên gerîla bûn û gelek ji wan jî di şer de jiyana xwe ji dest dan.
Rahîme Kahraman, Turkan Derîn, Hanim Yaverkaya, Sultan Yavuz, Adîfe Sakik, Saîme Turgut, Mîhrîban Saran û Binevş Agal hin kesên navdar bûn ku di destpêka têkoşîna tevgera azadiyê de jiyana xwe ji dest dabûn.
Li ser şehadeta wan jinan, di nav PKKê de nêrînên artêşbûyînê derket holê.
Çalakiya Berîtan,-Gulnaz Karataş, ji bo jinan di diroka PKK’ê de qonaxeke nû bû. Artêşbûyina jina li ser vê yekê hate avakirin.
Êdî di nava PKK’ê de şerê şoreşgerî bê jin ne dihat îfadekirin. Di serhildanên salên ’90’î de jinên Kurd mîna avê diherîkin qadên têkoşînê.
Jinên Kurd di van 40 salan de bi ked û berxwedaniya xwe di nava PKK’ê de heza xwe mezin kirin.
Bi gelek rêxistinên jinên Rojhilata Navîn û cîhanê re têkilî danîn û bi vî awayî êdî têkoşîna jinên kurd li cihanê jî deng veda.
Îro li çar parçeyên kurdistanê, di warê civakî, îdeolojîk û leşkerî de bi navên cûda saziyên jinan hene.
ÎROJ…
Jinên Kurd li Rojava, bi navê “yekineyên parastina Jin-YPJ” artêşek avakirin. Dema êrişên çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê û Şengalê destpêkir ev artêş bi aweyek leheng li dijî DAÎŞê şer kir.
Li Kurdistanê jin ne bi tenê ji bo mafên xwe, di heman demê de ji bo guhertina pergala sîstemê û ji bo azadiya gelan jî têdikoşin.
Û îro Jinên Kurd, li mal li hember şîdetta zilam, li kolanan li hember sîstema dewletê û li çiya li hember qedera ku ji bo kurdan hatî nivîsandin berevajî bike, têdikoşe.
Li Rojhilata navîn û cîhanê jinên Kurd bi bedewiya berxwedana xwe têne nirxandin û mînak girtin.
Li cîhanê, gelek rêxistin û tevgerên jinan, di derbarê têkoşin û rêxistina jinên Kurd de lêkolîn dikin.
Di dawiya sala 2018’an de li Kurdistanê li bajarê Amedê jinek bi navê Leyla Guven li dijî Tecrîdê û Faşîzmê pengavek nû ya berxwedanê da destpêkirin. Dema ku ev pengav destpêkir, gelek jin hatin di vê berxwedana nû de cîhê xwe girtin û dest bi têkoşînek dîrokî kirin.





