Hozan Seyîdxan
Ziman, destpêka afirandina civakbûnî a mirovahiyê ye. Mirov hebûneke zana û civaki ye. Li gor vê yekê mirov bi bikaranîna ziman dibe xwediyê kesayetî. Mirov dikare bibêje ku ziman bingeha raman û maddîbûna zanistê ye. Hemû nirxê ku civakê afirandine, li gor xwe xwediyê azadiyekê ne. Ev taybetiyên cudayî û resen di ziman û zanebûna civakan de vekirî tên xuyakirin. Bi vê re ziman û zanebûn nasnameya netewî ye.
Ziman, ji alavik têkiliyê wê detir, di cewhera civak û mirovan de pir tiştan dide nasîn. Ziman hilgirê dîrok û çanda ku civak pê diaxife û xwe pê nas dike ye. Civak an jî kes çiqasî zimanê xwe bizane, asoya wî jî hewqas vekirî û zelale.
Mirov yekemîn car bi rê ya zimanê dayikê him xwe him jî cîhana xwe pênasekiriye. Ango kesayet û nasname ya xwe naskiriye. Loma ziman ji bo bi pêşketina zihn û hestyarî yê wesîle ya herî girînge.
Helbet civak an jî kesên ku zimanê dayikê nizanibe, têne gihiştî be, dê çawa bikare xwe bi zimanekî din pênase bike? Helbet ev yek pêşiyê ji gelek pirsên wiha re vedike. Lê ya herî rast eve, zimanê dayikê, ji me û ji nasname ya me wêdetir, rastiyekî girîng ya jîndare. Ji ber van egeran tê gotin yên ku zimanê dayikê bikartînin, dinivsînin û diaxifin, tu caran rê nadin ku ziman bihele, asîmîle bibe. Ango tine bibe. Berevajî vê yekê yên ku zimanê xwe nizanibe û tênegihiştibe, dibe sedema ku kes/an ji refê civaka xwe dûr bikeve, qut bibe.
Di encamê de ziman, nîşandeka bingehîn ya nasnameyê ye, her wiha jî hîmekî herî bingehîn a afirandina danasîna civak û zindîbûna çandê ya gelane. Dîsa ziman nîşandeka civakî ya ku xwe di zihin, beden û mêjî de destnîşan dikê û bi pêşde dixê. Lewma tê gotin ku ziman neynika hilgirîna çandiye, beriya hemî tiştî, ger ku nasnameya civakekê bête naskirin , pêwîste zimanê wê civakê bête dest nîşankirin û nasîn. Di heman demê de ziman çavkaniya dewlemendî ya dîrok û torasa xwezayi ya çanda hilberînê ye. Şêweya xwe ku ji hemû hêman û serdemên dûr û dirêj wergirtiye.
Yên ku hebûna zimanê cihê înkar dikin xwediyê bîrdoziya yek netew, yek al û yek zimanin. Dewletên dagirker bi sed salane bi vê şêwazê perwerdeya zimanê kurdan yê zikmakî weke sûc dîtiye û qedexe kiriye, dîsa jî pêve girêdayi dewletên dagirker, ji axaftin, xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî pir bi tirs û xof in û di zagonên xwe yên bingehînde zimanê kurdî bi heman şêwazê ji xwere weke xeteriya mezin a bingêhîn dipejirînin.
Tevî vê jî asteng zext û siyaseta asîmîlasyona ku li zer ziman û civaka kurdî bi hemî rengê hovane ku hatiye meşandin, lê dîsa jî nikarîbûn pêşiya herikîna pêşdExistina ziman û civaka kurdan bigrin, ji hemî demên derbasbûyi bêhtir îro pêdivî bi erka parastin û pêşdexistina zimanê kurdiye, ev erk jî di serîde dikeve ser milên hemû serkêşên civakî û çandî, ronakbîr, civaknas, zimanzan, hunermend, nîvîskar û hemî bîrewirên civakî.
Bi munasebeta salvegera roja zimanê dayikê yê cîhanê, zimanê kurdî jî di hemî qadên jiyanê de pêdivî, xwedîtî lê bê kirin û nifş pê bêne perwerdekirin, bi vî şêwazî mirov dikare zimanê xwe ji nava lepên asîmîlasyonê rizgar bike.
Ziman bi şêwazê rexne û helwestdayinê dikare bi şêwazekî tuj û di cî de were pratîze kirin. Di nava vê pratîzebûnê de rêxistinbûyîn û xebata rêxistinkirî ewlekariya serkeftinê ye.
Li dijî nirxên ku tekoşîna azadiyê afirandiye her cure şerê taybet, tasfiyekarî û siyaseta asîmîlasyonê ya gemar a li ser gelê me tê meşandin divê were dîtin û xabatên ziman werin meşandin. Bi dîtina van rastiyan eger di hemû warê jiyanê de ziman were pêşdexistin wê destkeftiyên me û nasnameya kurdî mayindetir bike.





