Medeni FERHO
Bi dilekî zîz dinivîsîm; dem teng dibe, cîhan di lîstika sê meymunan dilîze. Berxwedêrên di greva birçîbûnê de, Direfşî Gavyanî-Ala Kawa, hildane hewayî û bangî vijdanê cîhanê dikin.
Dehakên serdemê, welatan dagir dikin, gelan qir dikin. Kurd, li Ewropa li ser piyan e, bi armanca şiyar kirina vijdanên razayî kolanên paytextên Ewropa dihejînin.
Birêz Leyla Guwen û Nasir Yagiz, lehengên li girtîgehan, li Strasbourg, li Galler û çar aliyên cîhanê di qonaxek metirsînî de ne. Di têkoşîna li dijî faşîzmê de paş de gav navêjin.
Faşîzm dijminê mirovahiyê ye; Ewropa, di şerê duyemîn yê cîhanê de faşîzm mahkum kir, di rekiha lanetê de zincîr û lele kir. Mixabin îro, faşîzma AKP/MHPê xwedî dike. Gelo nayê bîra Ewropa, ku Erdogan, Ewropa tehdîd dikir û roja din, çeteyên DAIŞê li Ewropa çalekî pêkdianîn?
Kurd, di parastina nirxên xwe de, di demokrasiya gel de û li dijî faşîzma serdemê motîfe bûne. Faşîzma serdemê doh DAÎŞ bû, îro desthilatdariya AKP/MHPê ye. Roja ku DAIŞ, li Reqayê têk çû, Tirkiye DAIŞ, kete nava haraketê. Cîhan her roj dibêje, Kurdan rûmeta mirovahiyê parast. Siyaset dirûtiyê dikin.
Ewropa, xwe wek çavkaniya demokrasî nîşan dide; mixabin, li hemberî parlamenteriya Leyla Guwen bêdeng ma, îro jî kerr û lal e. Hilbijartin stuna demokrasî ne. Epîlepsî dîktator Erdogan jî, pesnê xwe bi sendoqan dide. Wek Hîtler, di mijara Kurdan de, di mijara demokrasî de, pihînan dide, ji bo ku demokrasî neyê Tirkiyê, wek ceşikê bitir, li ber maka xwe pîkolê dike. Maka epîlepsîk diktator jî Ewropa ye.
Kurd, demokrasî dixwazin, gelo ev şaş e? Kurd aştiyê dixwazin, gelo ev gunehkarî ye? Kurd çareseriyê dixwazin, gelo ev suc e? Kurd, sîstema federal û rêveberiyên herêmî dixwazin, gelo ev sîstem li Ewropa, li Emerîka nine? Kurd statuyê dixwazin, gelo yek gelên li cîhanê bê statu maye? Gelo, bêstatuya Kurdan, ji bo Neteweyên Yekbûyî ne şerm e?
Kurd, dixwazin tecrîda li ser Rêber Ocalan rabe; gelo tecrîd, di qanun, peymanên navneteweyî de, di rêbaz û exlakê însanî de ne suc e?
Kurd dîrokê zanin, siyasetê dikin û dîplomasiyê dimeşînin. Faşîzma AKP/MHPê, qirkirina siyasî dike, cîhan dîse ker û lal e!… Epîlepsîk dîktator, bi aweyên nedîtî û nebînayî, mirov, bi taybetî Kurd kirine cenderê. Rekihek ji pola, (hiquq, aborî, civakî û eskerî) avakiriye. Dîse jî Kurd, ji bo maf, statu, ji bo azadkirina rêberê xwe şer dikin.
Bedena lehengên ku, Direfşî Gavyanî li hewa digirin, pêşengiyê dikin. Kurd nema desturê didin ku demên winda çêbibin, di dîrokê valahî derkevin holê. Faşîzma Turk-î Îslam, dixwaze Kurdan çiyayî, hov, nezan, terorîst lanseyî cîhanê bike. Kurd vê qebûl nakin.
Heyhat, dema Osmanî bi pêşengiya Nîzam-ul Mulk hatin, dewleta Merwaniyan ew kirin mêvan û li derdora Sogut cîwar kirin. Osmanî, koçer bûn, Kurd xwedî dewlet bûn. Timûrleng, 2 salan nikarîbû Mêrdîna Kurd zemt bike, lê Beyazidê Osmanî têk bir. Gelo kî çiyayî ye, kî bêbext, terrorist û çete ye?
Kurd, êdî ne jibîr dikin, ne didine jibîr kirin. Nabe û nakin. Kurd, bi armanca berxwedêran re motîfe bûne û rakirina tecrîda li Imralî diqîrin. Cîhan dibêje; rakirina tecrîdê, kilîda çareseriya pirsgirêkên herêmê ye.
Lê nakin; bersiva Elmanya, ya ji bo keça Birêz Yuksel Koç, Dîlan, şerma Yekîtiya Ewropa ye. Yekîtiya Ewropa ji bo jenosîda li Şingalê konferansan pêktîne, lê Kurdan di lîsteya terorê de bi cih dike. Şermek mezin e. Rewşa weytî jarê ye!…
Lehengên Kurd, şanik bi şanik dihelin, helbet Kurd bêdeng namînin!…





