Zekî BEDRAN
Girîngiya pirsên mîna, Esed dixwaze çi bike û Sûriye ber bi ku de diçe, her diçe zêdetir dibe. Rêveberiyên demokratîk yên Bakurê Sûriyê ku hatine avakirin ji bo Sûriyê mînakeke îdeal e. Gel û baweriyên Bakurê Sûriye bi hevre azad dijîn û xwe bi rê ve dibin. Ev modeleke misogeriya aştiya Sûriyê ye. Dewleta Tirk jî di şexsê Kurdan de dixwaze desketiyên demokratîk ji holê rake û zêhniyetên mîna DAIŞ û El Nusra bike desthilatdar. Bi vê yekê jî li ser dagirkeriya xwe ya li Sûriyê bigire.
Rêveberiyên ku ji sê’yan yek erdê Sûriyê rizgarkirine û yekîtiya axa Sûriyê diparêzin, nikarin tevlî ti pêvajoyên çareserî û aştiyê bibin. Hêzên mîna Emerîka û Rûsya dibêjin ku Tirkiye vê yekê asteng dike. Hikûmeta Sûriyê jî li hember vê helwestê nîşan nade. Rêveberiyên xweser di hemû pêvajoyan de yekîtiya erdê Sûriyê parast. Her wiha naveroka yekîtiyê bi demokrasiyê tije kir û modela çareseriyê pêşkêş kir. Herî dawî nexşerêyek pêşkêşî rêveberiya Sûriyê kir. Di vê dema ku ewqas lîstik li ser Sûriyê hene û dewleta Tirk gefên dagirkirinê yên nû dixwe diviya ku rêveberiya Esed ev çareserî cidî bigirta.
Gelo Esed ne di ferqa xeteriyên li ser Sûriyê de ye? Teqez rêveberiya Esed di zanebûna vê yekê de ye. Wê demê an feraseta desthilatiyê nahêle gavan bavêje an jî bi îradeya xwe nikare biryar bide. Gelo Rûsya di ferqa xeteriyê de ye? Erê. Wê demê bi Esed re çima projeyeke çareseriyê pêşnaxe. Heta niha erdên ku xistin destên xwe radestî rêveberiya Esed kirin. Esed jî mîna ku li Sûriyê tiştek nebuye û daxwazên gel nîne, feraseta Baas ferz dike.
Emerîka hewl dide Tirkiyê bide cem xwe. Dixwaze bi welatên Ereban dorpêça li ser Îranê temam bike û tesîra Îranê ya li Sûriyê bişkîne. Tirkiye dixwaze di xeta Ixwanî Misliman de Ereban bi rêxistin bike û bi mîlyonan penaberan bîne, di hilbijartina yekemîn de Esed ji desthilatê bixîne. Ev di heman demê de ev plana Emerîka ye jî. Ger Esed ji desthilatiyê bê xistin, hikûmeteke di bin kontrola Tirkiyê de û alîgirê Emerîka gelo wê ji bo Rûsyayê çiqas bibe hevalbend? Emerîka niha dixwaze Kurdan û hêzên bakurê Sûriyê jî beşdarî vê planê bike. Dixwaze dewleta Tirk ji rewşa êrişkariyê derxîne û nêzîkî Kurdan bike û herêma ji bakurê Sûriyê heta Efrînê bixe bin kontrola xwe. Gelo Tirkiye wê vê planê qebûl bike? Erê. Zêde hêz û alternatîfa Tirkiyê tune ye. Hemû daxwaza Tirkiyê tasfiyekirina Kurdan e. Ji ber heta ku piştigiriyê ji Emerîka û Rûsyayê negire bi hêza xwe nikarin vê yekê bike. Weke feraset ti ferqa Erdogan ji DAIŞ û El Nûsra tune ye. Ji ber vê Erdogan ji bo hemû Rojhilatanavîn û Sûriyê xeteriyeke mezine. Heta ku Tirkiye bi çeteyan re ewqas di nava têkiliyê de be û destê xwe bixe nava Sûriyê wê desthilatdariya Esed di ewlehiyê de nebe.
Esed dibêje ku wê xweserî Sûriyê parçe bike. Cara yekê ye Îranê got, divê mafê Kurdan were dayîn. Rûsya dibêje ku divê Kurd di pêvajoya çareseriyê de cih bigirin. Esed jî helwesteke li dijî van nîşan da. Ji bilî vê çi dimîne? An wê hewl bide Kurdan bi darê zorê teslîm bigire an jî berê wan bide hêzên din. Lê Kurd naxwazin ji Sûriyê veqetin. Hewl didin tifaqa bi gelê Ereb re firehtir bikin. Ger Esed xweseriyê û demokrasiyê qebûl bike wê rêya aştiyê veke. Ev yek jî wê fersendeke mezin ji bo yekîtiya Sûriyê biafirîne. Ger çareseriyeke demokratîk neyê pêşxistin wê hem hemû Sûriyê û hem jî Esed bikeve xeteriyê.





