Qasim ENGÎN
Jina Fransî Sîmon Beauvoîr dibêje, ”Mirov weke jin ji dayik nabe, mirov tê Jin kirin.” Wek cinsek zayîn çê dibe, lê taybetmendiyên ku civaka zayendparest ser kesa ferz dike, bi demê re pêş dikevin. Hê şênbertir, taybetmendiyên ku piştra civaka desthilatdar û zayendperest ser jinê ferz dikin, di hundurê jiyana civaka ku rastiya xwe û cewherê xwe windakirî de teşe digire. Ev teşe çiye? Ev teşe, koletî, stûtewandî, bêdengî, bêbandor kirina jinê û jina ku kîbar lê di nava qefesê de girtiye.
Civaka xwezayî a ku pala xwe dida xwedewandên jin-jinên bi bandor-beriya 5000 hezar salan gav bi gav hatine perçiqandin û peywendiyên mêrperwer ango baviksalarî pêşketine. Civaka xwezayî çîn nasnedikir, peywendî li ser kedê, wekhevî, parvekirinê dihatin avakirin. Lê kengî ev pergal têk birin û zilam bu serwer, peywendiyên çîniyatî pêş ketin. Desthilatdarî li ser keda şêlandina bi hezaran mirovan pêkhat. Taybet jî li ser diziya keda jinê û zarokan.
Kengî ev rêbaza dizî gav bi gav xwe rexistin kir, mêtina kedê hesantir bû. Kolekirin ango stû tewandin rehettir bû.
Kesê ku ev pergela dij mirovahî ya ku xwe li ser xapandin, şelandin û bêguman dema ku ev têrênekerin bi tundîtijî rêvebir, zilamê serdest bû. Baviksalarî pergala ku xwe li ser zilam avakariye, gav bi gav xwe bi hêz dike û destdatîne li ser tevahî nirxên jin û civakê.
Zilamê ku em li vir qala wî dikin; pergaleke. Em qala yek kesî nakin. Em qala çînekê dikin. Heta ev çîna mêran jî dişêlîne. Lê ji ber ku derûniya wiha sexte ava dike ku, mêr jî xwe wek kesêkî serdest dibine.
Ev kes ango ev zilam- ev mêr êdî tenê wek cinsekê naye destgirtin. Ger wiha bibe, zilamtî pirsgirêk nabe. Lê dema ku zilam di tekiliyên desthilatdarî tê destgirtin, êdî mijar diguhere. Ev êdî ne zilameke an jî zalimeke. Gotina Zilam û Zalim çiqas nêzî hev e.
Di civakên ku mêr nêzî dayika xwe ye, nêzîkbûyînên xwe ji jinê re hê baştir e, ji zilam re gotina wek hevala meya Şehîd Hêlîn Dersîm bi navdike; Camêr têgotin. Yê cî ya xwe, ango yê dayîka xwe, vê rastiyê baş bi lêv dike.
Erê, Rêber Apo li hember zilamek zalim her tim şer kiriye û heta di salên 1996’an şûn ve de jî gotina Kuştina Zilam kiriye rojevê. Zilamê ku were kuştin, zilamê ku heta qirika xwe di nav têkîliyên desthilatdarî de fetisiye, maf dibîne ku her tiştî bi jinê re bike.
Erê, ev zilamê ku were kuştin ev zilamê ku di rastiya xwe de têk çûye, bê hale, li hember dewlet û desthilatdarî bêdenge, lê di mala xwe de jî kopyaya dewletê ye. Li hember polîs û jenderme xulam, lê di mala xwe de jî Împarator! Zilamek wiha rastî jî dixwaze zilam bibe, dixwaze jî zalim bibe, li hember kesatiyên wiha têkoşînek pir dijwar pêwîste.
Dibe ku ev taybetmendî bi hezaran salan de avabûne. Lê ger zilamek ango zalimek li hember van taybetmendiyên şaş û zalimane şer nake û xwe neguherîne, ne gengaz e ku kesek wiha were pejirandin. Kesek wiha li gorî rêbertiya me sedan caran heq dike ku bimire û were kuştin.
Dema em kuştin dibêjin pêwîstî heye ku kuştina; zîhnî, çandî, exlaqî were fêm kirin.
Bi hêviya ku di rojên 8’ê adarê de kuştina zilamtî tam pêk were…





