Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rihê 8’ê Adarê, rihê Leylayan û Avesta ne

05/03/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Rihê 8’ê Adarê, rihê Leylayan û Avesta ne
Share on FacebookShare on Twitter

Avesta AMARGÎ

Em bi rihê 8’ê adarê rojên biharê yên destpêkê pêşwazî dikin. Bihar ji bo hemû mirovahî, xweza û bi taybetî ji bo jinan îfadeya jîndarî û zayînên nû ye. Rihê axê, bi kêliya destpêkirina biharê re dema xwe ya herî narîn û qeşeng jiyan dike. Wateya bihara îsal ji bo jinan weke her sal û her kêliya em dijîn û didin jiyankirin bi xwe re nirxên nû, kelecanên nû, hêviyên nû, tovên nû diafirîne. Maneya sala 2019’an jî xwedî rastiyek wihaye. Gelên rojhilata navîn û jin di demek wisa de jiyan dikin, demeke herî zêde berdêl û têkoşînê dixwezê ye. Jinên têkoşer di nav demek wisa de derbas dibin ku an jiyana azad wê biafirînin an biafirînin. Sekna Leyla û tevahî berxwedêrên di grava biçîbûnê de ne peyama vê rastiyê ye. Ev rihê berxwedêr, par li Efrîna rengîn, warê Zeytûnan bi rengê Avesta, îro jî li keleha ku tê de qêrîna li himber zilmê bilind dibû li Amedê, digot Berxwedan jiyane bi rengê Leyla roka xwe daye vê bihara jinan.

Îro tekoşîna jinan bi hişmendiya avakirina netewa demokratik, bi felsefeyek nû ya jiyanê ji bo gîhaştina heqîqeta mirovahî û gerdûnê jiyanê diafirînin. Xwe gîhandina maneyê jî enceq û enceq bi berxwedan û têkoşînê misoger dibe. Îro di serî de, li Kurdistanê û li her çar aliyê cîhanê dengê jinên ku bi zanebûna mîrateya hezar salan jiyan e, bilind dibe. Bilindkirina vê dengî, her roj bi dayîna berdelên giranbiha ve didin jiyîn û hîn zêde deng vedide. Rihê 129 jinên ku li Şikako ji bo neheqiya li ser wan heyî, bê rakirin têkoşiyan li ber xwe dan û berdelên herî giran dan. Jinan di oxira jiyana bi rûmet de timî berlên herî giranbuha daye. Jiyan bi mirina xwe vejîn kiriye. Îro di pêşengtiya yekîneyên parastina jin YPJ’ê de, careke din rihê 8’ê Adarê hatiye zindîkirin. YPJ’ê bi nasnameya xwe ya bi gerdunî bûyî, di van rojên em berbi 8’ê adarê ve diçin wê mizginiya têkçûna rêxistina terorî çeteyên DAIŞ’ê, bidin gelan.

Em li ser erdnigarî angu li welatê ku di pirtûka pîroz de jê re dibêjin; ‘Cenet’ bi navê din Kurdistan şahidiya şer û komkûjiyên herî kûr û giran jiyan e û dijîn. Em li ser xaka bi hezarî salan derguşî ji çanda dayîk re kirî, de dijîn lê îro navê jin û jiyanê lê nayê hildan. Vê erdnigariya bi bereket îro carek din şahidiya şerê xwedawandan û xwedayan dike. Şerê ku bi salan ajotî careke din li ser dika dîrokê xwe daye der. Jina ku makumî tarîtiyê hatibû kirin, îro heqîqeta jiyan çawa tê jiyankirin, ketîbûn çawa tê bi dawîkirin û rabûna mezin çawa û bi çi rêyan tê pratîzekirin nîşanî hemû cîhanê didin. Ji bo tekoşîna jina Kurd, roja 8’ê adarê ne hesap pirsînek ji sed an dused salê dawî jiyaye kirin e. Maneya ku li vê rojê werê bar kirin, dîrokî, zanistî û felsefîke.

Wê pênûsa hevrê Nujiyan Erhan, nekeve erdê û hertim rastiyan binivisîn e. Li ser vê rastiyê, wê Klara, Sara, Leyla, dayîka Taybet, Avesta, Arîn, Barîn û Ekîn ku bûne pêşengên tekoşîna jinan, qet neyê ji bîrkirin. Çanda dayîka xwedawand Star, di vê serdemê de, ji nûve bi rengê van jinên bedew tê xemilandin. Ji nûve hinaseya jiyanê di kêliya tê jiyîn de xwe bi wate dike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.