Tayîp TEMEL
Serokwezîr Erdogan di axaftinek xwe ya çend roj berê de gefa, sirgûnkirinê li kurdan kir. Erdogan bi gotina, “LiTirkiyeyê cihek wekî Kurdistanê nîne, li Iraqê cihek wisa heye, herin wira” polîtîkaya dewleta tirk a îmha û înkara a sed salan dubare kir. Her wiha duh jî bi gotina, “Cihê HDP’yiyanli Tirkiyeyê nîne” ev israra xwe domand. Çend sedemen vangotinên Erdogan hene bêguman. Lê em wan di bin çar xalande berhev bikin.
Yek: Erdogan ji sala 2015’an heta niha bi hemû hêza dewletêli hemberî gelê kurd şerekê dimeşîne. Di serî de bi xwe, aligirêxwe Bahçelî û tifalê xwe Suleyman Soylu gelek caran sonda qedandina têkaşîna gelê kurd xwarin. Baweriya xwe bi vêyekê anîn. Hemû hêza dewletê seferber kirin. Hemû qanûnênxwe binpêkirin û dewlet wekî çeteyekê bikar anîn. Lê didawiya çar salan de Erdogan ne tenê bi xwe û nîvekarên xweTirkiye jî anî ber têkçûnê. Ligel hemû êrîşên dijminane jî gelêkurd û têkoşîna wî di her qadê de li ser piyan e û li berxwedide. Hemû xeyalên Erdogan ên têkbirina têkoşîna azadiyê, îmha û înkarê cardin hatin ruxandin. Sedemek kîn, nefret ûdijminiya Erdogan ev e.
Didu: Erdogan xeyalên sultaniyê dikirin. Dê bibûya serokêcîhanê. Ji bo vê dest avêt hundirê gelek welatên Ereban. Ji bovê li Sûriye, Iraq, Libya û gelek welatên din komên çeteyanxwedî kir. Gelek derfeten dewletê ji bo vê seferber kirin. Lêrastî mertalê hişk ê gelê kurd hat. Peşiya wî ji Kerkûk, Şengalheta Qamişlo û Efrîne hate girtin. Xeyalên Osmaniya Nû diqirkê de hatin hiştin. Ji bo mertalê kurd derbas bike soz û tawîzên mezin dan Rusyayê û êrîşî Efrînê kir. Ligel hemûêrîşan jî têkiliya Erdogan a bi van çeteyan re hate ruxandin ûgirêdayî vê xeyalen wî yên sultaniyê hatin şikandin. Niha didestê Erdogan de çend komen çete mane û ew jî ji faydeyîzêdetir bûne bela serê Erdogan. Cîhan di encama têkoşînadîrokî a gelê kurd de êdi gelê kurd wekî hêz dibîne û daxwazên îmhakirinê ên dewleta tirk qebul nake. Niha ji berpolîtîkaya dijminiya gelê kurd di navbera Amerîka û Rusyayêde tengav bûye. Sedemek din a kîn, nefret û dijminiyaErdogan ev e.
Sisê: Erdogan ji bo şerê li hemberî gelê kurd bimeşîne hemûzagonên Tirkiyeye betalkirin. Bûtçeyek mezin ji bo şer seferber kir. Hêzên wekî SADAT’ê yên milîtarîstorganîzekirin. Li Iraq û Sûriyê jî heman bûtçe xerckirin. Diencama vê polîtîkayê de hemû saziyên dewletê nihaiflaskirine. Terzek çetewari derketiye holê. Ewlehiya can û malê kesê nema ye. Ev du meh e mehaneyen karmendan jiqaseya Banqeya Navendî tê dayîn. Dibe mehek din dikaremehaneyên karmendan bide. Ji ber ku ewlehiya mal û canêkesê nîne razemeniyên biyanî vedikişin û yên nû nayên. Tirkiye di aliyê aborî de her roj zêdetir ber bi têkçûnê ve diçe. Qaşo dê bibûya siltan lê niha nikare miaşên kulmek çeteyên liSûriyeyê di dest de mayîn bide, her roj li dijî Erdogan serîradikin. Erdogna bi gotina, “Behsa sir û pivazan dikin. Ma hûn bihayê guleyekê dizanin” îtîraf kir ku şerê li dijî gelê kurdErdogan aniye çi halî. Muhtacî pîvazê kiriye.
Çar: Ji ber ku siyaseta wî ya derve têkçû û tengav bûye, di vêhilbijartinê de ne dikare gefan li tu dewletan bixwe û ne jî dikare behsa serokatiya cîhanê bike. Ji ber ku butçeya şer aborî têk biriye. Êdi nikare behsa projeyan û darajtina betonêjî bike. Li ser van tevan stratejiya HDP’ê ya hilbijartinê hemûhesabên wî tevlihevkirin. Ligel hemu diziyan jî, li Kurdistanêdê toqata heq kirî bixwe, li Tirkiyeyê jî dê gelek bajaren mezinwinda bike. Erdogan çav berdabû qaseya hind şaredariyan. Jixwe niha de bi vekirina noqteyen firotina sîr û pîvazanqaseyên van şaredariyan bikar tîne. Erdogan û siyaseta wî ya faşîst dê qelstir bibe. Ziravê wî ji qelsbûne û windakirinêdiqete. Ji ber ku gelek sûç kirin, gelek gunek kirin û dê hesaba vê yekê bide. Ev çarenûs li peşiya wî ye. Stratejiya HDP’êbûye kâbusê wî. Darizandina xwe di stratejiya HDP’ê de bîne.
Ji bo vê yekê şev û roj, radibe û rûdine êrîşî HDP û gelê kurddike. Behsa nefîkirina gelê kurd dike. Lê ev gef ji tirsê ne. Hedê kesê nîne gelê kurd ji vê axê derxe. Hêza kesê jî têrênake. Bav û kalên Erdogan jî heman xeyal kirin lê li hemberîkokên gelê kurd bi hezaran salene berdane nava vê axê, hemûxeyalên nefîkirin û îmhakirinê têkçûn. Xwediyên wan jitêkçûn. Çarenûsa Erdogan jî, ji ya wan cuda nabe. Hêza gelêkurd êdi hêza înkar û îmhayê ya dewleta tirk li paş xwehiştiye. Kes nikare pêşiya azadiya gelê kurd bigire. Ev der Kurdistan e û dê ev statû jî bê beqebûlkirin. Ji bo vê me got Ya Me Ye. Deh hezaran sale Kurdistan a me ye û heta hetayê jîKurdistan Ya Me Ye.





