Derwêş M. FERHO
Paş şerrê cîhanê, ji 1945 heta 1949, rayedarên Ewropa li awayekî geriyan ku bikaribin bi hevra siyaseteke hevbeş bikin.
Yekîtiya Ewropa di sala 1957 de bi peymana Roma dest pê dike. Bi rêzê nav û naverok hate guhertin. Pazara Hevbeş, Yekîtiya Aborî, Yekîtiya Ewropa. 62 sal e ji 6 dewletên endam, hêdî hêdî bûn 28. Herî dawî di 2009 de guhertinên zagonî ku temamiya Ewropa girê dide hatiye pêkanîn. Kêmasî û dijwarî hebin jî her er 28 de di çarçeweya peymanê de bi bi erkê xwe radibin. Wezîfa xwe pêk tînin.
Parlementoya Ewropa, bi 751 parlementerî ji nav 28 dewletan pêk tê. 23 komîsyon weke wezaretên Ewropa û 8 komên siyasî hene û 44 delegasyon (komên xebatê) karê taybet bi rê ve dibin. Yek ji wan jî peywendiyên bi Turkiyê (D-TR) re bi rê ve dibe.
Ji 1963 û vir de, bi peymaneke li Ankara Turkiyê ji bo bibe endamê YE serî lê da. Weke her dewletî û bê cudayî YE ji Turkiyê xwest guhertinên demokratîk bike. Bi tonan alîkarî çû ji Turkiyê re. Hemû dezgehên Ewropa ji bo demokratîzekirina dezgehên Turkiye bê rawestan xebitîn. Xwestin wek merivan bi Turkiyê re bibin hevkar. Nebû. Ji ber dewleta Turk, rayedarên wê ne wek merivan tev geran. Her tim xwestin bi dep û dolabên bav û kalên xwe bi YE re şirîkatî bikin.
Yekîtiya Ewropa her tim bi sebir li hêviyê ma ku bêhna merovahiyê ji Turkiyê were. Di ware aborî de, di ware mafên merovan de, di ware mafên gelên ne Turk de, di warê civakî de, di warê perwerdê de û di ware peywendiyan de Turkiyê qet gavek erênî neavêt. Her diçe dewleta Turk xirabtir kir. Komkujî di hember ol û gelên din de pêk anî. Asîmîlasyon û înkar bûn siyaseta dewletê. Derew û xap kêm nebûn. Qurretî ji rûdêna rayedarên vê dewletê hunda nebû. Lê bi ser vêqasê de daxwaza endametiya xwe jî dike. Niheqiyê jî dike ser milê rayedarên Ewropa.
Di 1987 de rexistina me û Info Türk, bi 43 rêxistinên din re, rêxistinên mafên merovan, saziyên cvakî, li Brukselê konferanseke çapemeniyê li ser vê mijarê pêk anî. Van 44 rêxistinan di wê demê de jî bal kişande ser van rastiyan. Daxwaz û hêvî ji Yekîtiya Ewropa kirin ku di peywendiyên xwe bi Turkiyê re neyên xapandin û zagonên YE ji bo Turkiyê jî werin tadbîq kirin. Hêvî ji Turkyê dikirin ku guhê xwe bide daxwaz û şîretên YE û hêzên demokrat. Guhertin û pêşketinên demokratîk li Turkiyê ji bo her alî baştir e. Lê çi fêde, dewleta Turk ev bang û hêvî ji xwe re dijminane didît.
Her diçe Turkiye ji sîstêma demokrtaîk dûr dikeve. Her diçe hêrîşe gelên nav xwe dike. Dixwaze muxalefetê bêdeng bike. Dixwaze gelên ne Turk yan bike Turk yan jî bi temamî ji holê rake. Olên ne Misilman mecbûr dike ji Turkiyê birevin. Muxalefeta Kurd tûşi her awayê dijwar dibe. Zîndan ji wan tijî bûne. Hêrîşê derdorê xwe dike. Hêrîşê Başûr û Rojavayê Kurdistan dike. Li Başûr bi dehan qerargehên xwe danîne. Herêma Efrînê dagîrker kiriye. Dixwaze heman qirêjiyê li herêmên din bike. Ji bo wê jî bi hêza leşkeriya xwe re komên serserî, qatil û dizên DAIŞiyan bi kar tîne.
Dibe şar dûr be, lê mişar ne dûr e. Turkiyê mîna neynikê li pêş çavê hemû dinyayê ye. Dibe ku ji bo berjewendiyên aborî û navdewletî peywendiyên xwe bidomînin. Lê ev yek jî neyê jibîrkirin. Heta li Turkiyê nîjadparêzî, dizî û derew li ser hikim bin nikare bibe endamê YE.





