Burhan ERDEM
Di vê demê de pêwistî bi çalakiyekê heye ku di salên borî de kurdan bi serkeftî encamê dabûn. Weke îroj di demekê de ku tecrîda di rojevê de bû, xwendekarên Kurd ên unîversîteyan bi çalakiyekê rabûbûn. Ew xwendekarên bi wêrekiyeke mezin di sala 2001ê de li Tirkiye û Kurdistanê bi dayina daxwaznameyan perwerdeya bi Kurdî xwestibûn, vêcarê dest bi çalakiyeke din kiribûn. Piştî sê salan dîsa bi pêşengiya xwendekaran çalakiyeke din ketibû rojevê ku girseyên mezin bi xwe re diherikand. Tevî girtina hin xwendekaran vê çalakiyê li dîrokê şûna zwe hişt.
Însîyatîfa bi nave Teşebusa Hemwelatiyê Azad hatibû destpêkirin, bi taybetî ji bo Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke nûnerê gelê Kurd were naskirin daxwazname didan rayedaran. Ev daxwazname cara pêşîn bi dayina ji meclîsa Tirkiyeyê re deng vedabû.
Roja 14ê Hezîrana 2014 an bû Teşebûsa Tevgera Hemwelatiyê Azad ku piraniya wan ji xwendekaran pêk dihat, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxwazname dabûn parlementoyê. Di nava wan de parêzerên Ocalan 200 endamên Teşebûsa Tevgera Welatiyê Azad, wê rojê li ber deriyê Dîkmenê yê meclîsê kombûbûn cara pêşîn bû ku li Tirkiyeyê çalakiyeke bi vî rengî dikirin.
Daxaznameyên endamên Teşebûsa Hemwelatiyê Azad hate qebûlkirin ku di dîroka Tirkiyeyê de cara pêşîn daxwaznameke wisa dihate meclîsê.
Di van daxwaznameyan de, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a bi riya aştiyane û diyalogê, daxwazên wiha cih girtin:
* Ez birêz Abdullah Ocalan ku hemwelatiyek Komara Tirkiyeyê ye, ji hêla xwe ve, wekî serokê gel dipejirînim. Ez dibînim ku fikrên wî yên ku bi pîvanên demokratîk û hêjariyên gerdûnî hatine hunandin, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê gelek girîng in. Ez jî di heman fikrê de me. Di vê çarçoveyê de dixwazim ku serbest bê berdan;
* Pêwîst e ku mefûma kurd, wekî hêmanek bingehîn a demokratîkbûyînê bê nirxandin. Pêwîst e ku nasnameya kurd, bigihêje misogeriya makezagonî. Pêwîst e ku gelê kurd, wekî hemwelatiyên esîl ên Komara Demokratîk bêne pejirandin. Pêwîst e ku hemû mafên min ên hemwelatîbûnê bêne dayîn;
* Heta niha, ji ber pêkanînên ku heta qedexekirina ziman jî çûn ên li dijî gelê kurd hatin meşandin, pêwîst e ji gelê kurd lêborîn bê xwestin. Nêziktayiya li hemberî gelê kurd, pêwîst e ku nêziktayiyek bi rengê kamilbûyîna gelekî bê nîşandan. Pêwîst e ku dewlet, destpêkirina pêvajoyek ku mafên gelê kurd ên civakî, çandî û siyasî misoger kiriye, ji rayagiştî re îlan bike. Pêwîst e ku dewlet, di vê çarçoveyê de, hesabê paşeroja xwe ji xwe bipirse. Pêwîst e ku ji bo ronîkirina bi her awayî ya dema pevçûnê, ‘Komîsyona Dadê û Lêkolînkirina Rastiyan’ pêk bê.
Çalakiyên Teşebusa Hemwelatiyê Azad bi her rojê re mezintir bûn ku ev çalakî bi dayîna daxwaznameyên xwedîlêderketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derketin pêş. Li herderê, Teşebusa Hemwelatiyê Azad, ev dazwazname didan qeymeqamtî û walîtiyan. Bi demê re hejmara van daxwaznameyan gihaştibû milyonan û hatibû ber deriyê meclîsê.
Gelek kesên di vê çalakiyê de cîh girtibûn, di gelek pêvajoyên zahmet re derbas bûne. Lê vana îroj dibêjin piştî bêdengiya li hemberî çalakiyên grevên birçîbûnê divê ev çalakiyên teşebusa Hemwelatiyê Azad bi cûreyên din ên daxwaznameyan were bi pêşxistin.





