Abdulah Ocalan
Şaristaniya Sumeran a hatiye tespîtkirin di salên 3000’î B.Z. de tevî şaristaniyên Misr, Hind û Çînê dest pê kiriye, pêkan nîne ku mirov wan ji kokên wan ên digihîjin Kevana Bi Bereket qut bifikire. Ne bi tenê di pêkhatina şaristaniyên bingehîn de, herweha di dewamkirina wan a hezarê salan de jî guman li ser rola çanda Kevana Bi Bereket nînin. Çawa ku tê zanîn çandên şaristaniyê dikarin bi tenê di atmosfera berdar a çanda neolîtîkê de bi pêş bikevin. Ji wan nayê ku bi serê xwe ji tine xwe ava bikin. Neolîtîka Mezopotamyayê ya li Kevana Bi Bereket hema bêje bi serê xwe bûye dergûşa şaristaniya destpêkê (3000 B.Z.-500 P.Z.). Şaristaniya navenda wê Mezopotamya jî ji şaristaniyên sereke yên dinyayê re ji 3000 B.Z. heta 300 P.Z. bi rola navendê rabûye. Eger mirov bi hegemonya DYE ya temenê wê hê negihiştiye sed salî bide ber hev, mirov ê cudahiya mezin a di navbera wan de baştir fêhm bike.
Ev rola neolîtîka Kurd girîng e. Sîstema şaristaniya navendî (sîstemeke pênc hezar salî) kok û rehên xwe Mezopotamyayî bûn û sê hezar salan bi rola navendê rabû, ev jî dike ku em baştir li girîngiya çanda neolîtîkê serwext bibin. Eger mirov çandan û şaristaniyan bi navê gelan diyar bike, ev dibe ku zêde mezinkirin û nepixandin be ango dibe ku rêbazeke rast nebe. Lê ya rast ew e ku bi kêmanî mirov dikare behsa rola wan a di qonaxên prototîp de bike. Me dîrok bi tenê bi navê hin împarator û xanedaniyan nas kiriye û ev jî ji bo îfadekirina rastiyê qîm nake. Dîsa bi hin qewmên naskirî binavkirin têrê nake. Jixwe eger mirov neteweyên modernîteyê weke hêza barhilgir a dîrokê bide naskirin, hingê maneya vê pêkanîna berevajîkirina herî mezin a di dîrokê de ye. Kengî em ji zemînên dîrokî yên ku têkiliyê di navbera beş û gerdûnî de danaynin yên ku para bêhtir ji hegemonyayên îdeolojîk mîrate mane, bibihurin, hingê em ê dîrokeke rasttir a mirovî û civakî bibînin. Em bi tenê dikarin bi vê rêbazê dîroka kedkar û gelên bêdîrok hatine hiştin ava bikin.
Di sosyolojiyê de têkiliya demokrasiyê bi dîroka çandî re mijarek e ku zêde nehatiye guftûgokirin. Pîvana rastî ya demokratîkbûnê ne bi şarezetiyê ve, bi dijbertiya wê ve girêdayî ye. Berxwedana civakekê li dijî hêzên şaristaniyê pîvana herî girîng a demokratîk e. Lîberalîzm jî berevajiyê vê îddîa dike. Ji bo demokrasiyê şaristanîbûnê şert dibîne. Di nava çandên şaristanî nebûyî bi xwe de rêûresmeke bi hêz a demokratîk heye. Rêveberiyên ku weke antîteza forma dewletê hene demokratîk in, û bi vê xisleta xwe rêûresmeke bi hêz a demokratîk pêk tînin. Komên eşîr û qebîleyan, cemaetên dînî û mezhebî, gel û neteweyên bêdewlet ên li derveyî bedenên bajaran li dijî çînîbûnê li ber xwe dan û heta roja me ya îro hatin, hêzên demokrasiyê ne. Bi awayekî sîstematîk antî-şaristanî demokratîkbûn e. Marksîzmê û îdeolojiyên lîberal, demokrasî di çarçoveya bajar, çîn û dewletê de kirin têgîn û bi sazî kirin, ev jî berevajîkirineke mezin e. Ew sîstema demokratîk a bikeve çarçoveya bajar, çîn û dewletê hatiye xesandin, naveroka çanda wê hatiye valakirin û bi xistina wê ya bin serweriya bajarê serdest û çîna dewletê tê pûçkirin. Ya rastî, şaristanî sîstemek e ku weke dijberê çanda demokrasiyê pêk tê.





