Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Mala Dengbêjan: Mala Elanê

02/03/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Ol û Civak -2-
Share on FacebookShare on Twitter

Sîpan ŞÎNDA

Strana Kurdî tu caran bê xwedî nemaye. Her çend di nav Kurdan de demekî dirêje dewlet bûyîn nîne û akademiyên dengbêjiyê di nav Kurdan de nebin ji, dengbêjan xwe li strana Kurdî kirine xwedî. Mala Elanê ji, weke gelik dengbêjan, li stran û dengbêjiya Kurdî xwedî derketine. Dengbêjî, deng xweşî ji nemeteke. Ev nemet dest hemî kesê nakeve. Mala Elanê, maleka hunermend û xizmet xweş, dildar û dilxwazê strana Kurdî ne. Maleka kedkar û hemû jiyana xwe dayî kelepora strana Kurdî. Emê îro qala ked û hunera vê mala Kurd ya hemû jiyana xwe dayîne hunera Kurdî bikin.

Mala Elanê, eslê xwe ji herêma Botan, ji gundê Şerefiyê ne.  Şerefiyê dikeve nêvsera Çiyayê Gabar. Elanê ji Şerefiyê bar dike diçe Deşta Lela. Elanê bi xwe Hekîmê Kurmancî ye. Mîrê Botan nexweş dikeve. Elanê tê Cizîra Botan wî derman dike û li wêdê dimîne. Ew li Cizîrê bi keça Guriyê Tehlo re dizewice. Dengbêjiya Mala Elanê ji Ehmed û Beşîrê Elanê destpê dike. Ew dengbêjiyê û hunermendiyê ji bapîrê xwe yê aliyê dê digirin. Ehmedê Elanê (1880-1995) li Cizîra Botan dengbêjiyê û hunermendiya dihol û zirnê dike. Ew di demê xelayê de (ihtimale 1929-1930) derbasî Rojava dibe. Demekê li Sêgirka Mîro dimîne. Ji wir derbasî Qesra Mameşûrê dibe. Paşê diçe Dêrika Hemko cih dibe. Demekê diçe Tilxenzîr gundê Hebilhewa ava dike. Ji wir derbasî Başûrê Kurdistanê dibe û çend salan li wir dimîne. Ji wir ji dîsa diçe Cizîra Botan. Lê piştî çend salan dîsa derbasî Dêrika Hemko dibe. Ehmedê Elanê, çi dema li Cizîrê, çi dema li Rojava û çi dema li Başûr dijî, her tim li Kûçkan de dengbêjiyê dike zirnê lê dide. Stranên weke Sînem, Kewgîro, Hosta Hene, Lawij û gelik stranên din yên gelêrî gotine. Ew ne tenê serdarê dengbêjiya Mala Elanê ye, herweha yê hemû dengbêja ye. Ehmedê Elanê di 115 saliya xwe de çûye li ser dilovaniya xwe.

Reşîdê Elanê, birayê Ehmedê Elanê yê kiçike. Ew ji dengbêjekî hêle.  Reşîdê Elanê ji li gelik kûçke û dîwanxanan de dengbêjî kiriye. Gelik heyranok, bêlîte, serêlî, stranên şera û herweha stranên din gotine. Hunermendiya zirnebêjiyê ji kiriye. Arşîveka giran biha li paş xwe de hêlaye. Ew ji beriya çend salan çûye li ser dilovaniya xwe.

Evdiyê Elanê, ne kesekî tenê dengbêj, herweha hunermendekî jîr û mûzîk jenekî jêhatî. Evdî kurê Ehmedê Elanê ye, lêbelê hemî bi Elanê tên naskirin. Evdî hunermendî ji bavê xwe girtiye. Lêbelê ewî paşê terzê hunera xwe guhertiye û bi awayekî modern hunermendî kiriye. Evdiyê Elanê yekem hunermende kû ji nav mala Elanê de amûrên muzîkê yên cuda lê dayî. Ewî li Ûd, Cimbiş, Tembûr, Bisq ango hemû amorên muzîkê yên bi têl lê dane. Bi xwe gelik stran û awaz ji çêkirine. Stranên weke Narîn, Esmerxan, Çavreşa Min, Mizgîna Çiyayî yên wî ne. Herweha awaza strana Cîranê ji Evdiyê Elanê çêkiriye. Evdiyê Elanê bi gelik hunermendên Kurd yên navdar weke Erdewan Zaxoyî, Îsa Berwarî, Tehsîn Taha re ji stran gotine.

Hejalê Elanê, ew ji kurê Ehemedê Elanê ye. Ewî ji hunermendî li ber destê bavê xwe û mamê xwe girtiye. Heya niha ji him dengbêjiyê dike, him zirnê lê dide û him ji karê muzîka modern dike. Rakan Elanê, kurê Evdiyê Elanê ye. Li ber destê bavê xwe û birayê xwe hînî dengbêjiyê bû ye. Heya niha ji dengbêjiyê û karê muzîkê dike. Tişteka balkêş, malek evqas dengbêj û deng xweş, heya niha ji nav wan de jinek dengbêj derneketiye! Hêvîdarim nivşên nû pêşiya keçên xwe ji vekin û em guhdarî dengbêjeka jin ji Mala Elanê bikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.