Idrîs HENAN
Wer lê hatiye ku her geşedanek an bizaveke li ser erdê bi xwe re helwest û cihgirtinên siyasî jî diguherînin. Dîrok jî vê yekê dibêje. Dema faşîzm li ber zayînê bû, aliyên ku dikarîn ew di malzarokatiya wê de têk bibin hebûn û li ser lingan bûn. Lê bi vekolîna rûpelên serdestiyê re, diyar dibe ku hewceya hêzên hegemon her bi hebûna maskeyên faşîst heye. Ango li paş perdeya rûya faşîzma radîkal rûyê xwe yê dîtir ê xapînok pêşan dide. Civakan bi vî awayî hîn zêde diçewisîne û mercên xwe yên jiyana koletiyê ferz dike. Sîstemên hegemon dema ku ebeya xwe ya serdestiyê diguherin û biçimekî nû li xwe bar dikin, bi rêbazên alozî, kaos û faşîzma radîkal zayîna şiklê faşîzma nû radigihînin. Di dawiya sedsalên navîn de dema ku hegemonî biçimê xwe diguhert heman rêbaz li ewrûpayê bi kar anî. Li dijî desthilatdariya şamanên kelîseyê reformek çêkir û şamanên nûjen ên rihkurkirî li derveyî kelîseyan, di febrîke, holdîng û fîrman de bi cih kirin. Piştî ku sîstemên faşîst li hemberî îradeya gelan dimiçiqîne davêje û şiklekî nû li faşîzmê bar dike. Tekez ew biçim jî hê zordartir û çorstir e.
Lêkolîner û vekolînerên dîrokê her bi belge û şîroveyên zanistî tivî kirine ku hegemonî derveyî serweriya li ser qada Rojhilata Navîn temam nabe. Ji ber vê xisleta herêmê ya mak, hemû aliyên ku hegemonî dewirgirtine berê xwe dane vê qadê û hemû cureyên mêtingerî û dagirkeriyê li ser ferz kirine. Tekane rêbaza desthilatdariyê şîdeta bê sînor a mutleq e. Ji lew re jî him bi xwe û him jî sîstemên ku li şûna xwe bi cih kirine tije mîkrobên faşîst kirine û fena pêşiyan nirx û resentiya gelên herêmê mêtine. Ji xwe ew rengên çors ên desthilatdariyan li derveyî bizava xwezayî ya dîrokê ne. Ango bizaveke jirêderketî û li dîroka mirovahiyê barkirî ne. Ji ber vê taybetmendiya xwe ya dermirovî ti caran nikare meşrû bibe. Her biyanî tê hesibandin û têkoşîna çandan li hemberî wê roj bi roj bilindtir dibe û ranaweste.
Dawîtirîn fîgora faşîzmê li Rojhilata Navîn di kesayeta Tirkiyê de bi cih kirine. Bi riya wê hegemonî ji nû ve kaxezên xwe yên serweriyê di biçima modernîteya kapîtalîzma fînansê de rêz dike. Kirîtirîn rengê faşîzmê li Rojhilata Navîn filitandine. Nêzî sed sal in projeyên xwe yên serweriyê û ziwakirina nirxên çandî pê didin meşandin. Bi dîzî û talanê, bi kuştin û qirkirinê, bi pişaftin û asîmîlekirinê gelên resen ên herêmê anîne radeya tunebûnê. Gelek çandên bi kok jî qelandine. Çawa ku dîrok xeta faşîzmê weke jirêderketinekê vedibêje, di heman demê de xeta têkoşîn û berxwedana çandên mak jî bi lehegî vedhûne. Berxwedaniya gelan li hemberî vê lekeya biyanî bi qehremanî dinivîse. Dema ku em dîroka hebûna faşîzma Tirkiyê û berxwedana gelan a bi pêşengtiya gelê Kurd li herêmê bînin rûbirûyî hev, em ê baş têbigihêjin naverok rastiyên dîrokî. Di heman demê de geşedan û pêşketinên siyasî yên li ser erdê ku di encama berxwedana gelan de wê rû bidin, baş diyar dikin ku temenê faşîzma Tirk li herêmê hindek maye. Şiklê wê yê kirêt deşîfre bûye û êdî bi kêrî xizmeta hegemoniyê jî nayê. Ji lew re ev bizava faşîzane ya derdîrokî bi têkçûna lingê xwe yê teror re diqede û nola ku nehatiye tenê xirbe û kavilbûyîna ku çêkiriye weke eser dimînin.





