Eziz KOYLUOGLÛ
Kongra Netewî ya Kurdistan- Rojava (KNK-Rojava) demek berê bang li partiyên Kurd kir ku ji bo diyalogê vekiribin û bi diyalogê pirsgirêkên hene çareser bikin. Ji bo wê jî bang li Rêveberiya Xweser kir ku, rê bide partiyên bê destûr bin jî navendê xwe vekin. Di heman deme kesên ji ber hin kiryaran hatibin girtin û endamên wan partiyan bin, bên berdan. Ji bo vê jî dest bi serdana û gotûbêjan bi partiyên siyasî yên li Rojava dimînin kir. Di encama van hevdîtinan de hemû partiyên bi wan re hate rûniştin di ragihandinê de jî hate xuya kirin ku, piştgiriya xwe ji bo hewldanên KNK-Rojava nişandan. Ev demeke di vê mijarê de bêdengiyek heye. Ev hewldanê KNK- Rojava çi encam bixwe re anî ji raya giştî re nehat eşkere kirin. Lê hevdîtinên li Başûrê Kurdistanê bi rayadarên PDK-Iraq re hatin meşandin gelek tişt raxist berçavan.
Berî niha hin partiyên siyasî yên girêdayî PDK-Iraq li Rojavayê Kurdistanê çûn başûrê Kurdistan. Li wir bi rayadarên PDK-Iraq re hevdîtin pêkanîn. Di wan hevdîtinan de xuya bû ku siyaseta neyînî ya PDK-Iraq li ser Rojavayê Kurdistanê neguheriye. Berovajî vê hinek din jî tûnditir buye. Ez çima vê dibêjim; ji ber piştî wan hevdîtinan hin rayedarên partiyên girêdayî PDK-Iraq li ser Rojava daxuyanî dan û di daxuyaniyan de tişta derket pêş, wê dijberiya xwe li dijî deskeftiyên Kurdan li Sûriyê bidomînin. Bi taybet hin kesên ku êdî eşkere buye ku bi dewleta Tirk re xwe kirine yek, ev kesan di dijminantiya gelê Kurd de zimanê xwe hinek din jî tundtir kirin.
Bi taybetî piştî hewldanên KNK-Rojava ji bo yekîtiya partiyên siyasî yên Kurd li Rojavayê Kurdistan, PDK-Iraq ji bo li Rojava partiyên Kurd bi yek stratejî tevnegerin, çi ji destê wê tê dike. Hevdîtina serokê PDK-Iraq Mesûd Barzanî ya bi nûnerên sivîl yên komên çeteyên Tirkiyê re, peyameke ji bo valaderxistina hewldanên KNK-Rojava bû.
Niha belkî gelek bipirsin çima wiha dibe. Ev rastiya siyaseta Kurd ya bi salaye. Siyaseta Kurd heta niha nikare bibe opozîsyonek rasteqîn. Bi hêza cewherî nikare li ser linga bimîne, xwe neçar dibîne ku xwe bispire neyarê xwe. Dibe ku mirov nikare ji nava vê rewşê derkeve, lê rastiya siyaseta niha ya Kurd wiha ye.
Li Rojavayê Kurdistanê ev hinek din jî eşkere bû. Dema li ser navê Kurdan li vê herêmê hinek deskeftî hatin bidestxistin, yên herî bi dijwarî êrîşî wê kirin, ev partiyên Kurd bûn. Ev jî bi ser navê opozîsyonbûnê kirin. Lê ev ne opozîsyone. Di rastî de ne siyasete jî. Berovajî wan hemûyan bê siyaset bûne.
Nebersivdayîna partiyên ku li gorî siyaseta PDK-Iraq tevgerdigerin ya ji bo hewldanên KNK-Rojava jî berdewamiya vê siyasetê ye. Mixabin partiyên siyasî yên Kurd yên di bin sîwana PDK-Iraq de ne, opozîsyonbûnê yan jî wek tişta dikin dijberiyê, ne li gorî berjewendiyê xwe, li gorî berjewendiyên dagirkeran dikin. Xwezî van partiyan siyaseteke baş di çarçoveya opozîsyonê de bidana meşandin. Ew partiyan axaftina bi zimanê dagirkeran wek siyaset dibînin.
Êdî rastiya Rojava vê siyasetê qebûl nake. Berovajî vê wek çawa KNK-Rojava jî daye nişandan her partî dikare li Rojava siyasetê bike, navendê xwe veke û xwe bighîne gel. Lê nebersivdayîna van partiyan, gelek pirsên nû radixe berçavan.
Yek; Ma gelo armanca wan partiyan ne xizmeta ji bo gelê Kurd e?
Du; Ma gelo armanca wan partiyan bes nakokî ne?
Sê; Ma gelo wan partiyan ji xizmeta partiyan kêfxweşin ku li cem dagirkeran e?
Niha bersiva wan pirsan, çima wan partiyan bersiva hewldanê KNK-Rojava nadin raxe berçavan.





