Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

DAIŞ wê tune nebe heta ku…

01/03/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Koalîsyona li dijî DAIŞ’ê û armancên wê
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed SEYDÎ

Çeteyên DAIŞ, û li gorî ku ew nav li xwe dikin “dewleta xîlafetê”edî têk diçe. Piştî çend salan ji vê tariya ku li ser buhişta cihanê xwe dabû hev û hemû qirêjî û hovîtî di nava xwe de dihewand, têk diçe û axa vî welatî tê paqijkirin.

Çeteyên hov û barbar dema em tînin ziman em behse çeteyên DAIŞ’ê dikin, lê li pişt wan hişmendiya hov û barbar heye. Dewleta Tirk heye û dixwast di bin navê dewleta Xîlafetê de xîlafet û sultaneta Osmanî vegerîne. Serçete Ebû Bekir El-Bexdadî hebû, lê li pişt wî û rûyê wî yê rast serokçete Erdogan heye. Dewleta çeteyan têk diçe lê heta pêşî li dewleta Tirk û serokê AKP neyê girtin wê DAIŞ tune nebe.

Erdoganê ku di sala 2014’an de digot Kobanî vaye dikeve û vaye ha ket, îro dîmenên çeteyên xwe li Dêrazorê dibîne ku çawa li ber lingên jinên kurd ên Şervan û Hêzên Sûriya Demokratîk serî ditewînin, serê xwe xwar dikin û xwe teslîm dikin.

Di 3 tebaxa 2014’an de çeteyên hov û barbar ên serî jêdikirin malbatên kurd ên Êzidî li Şengalê qetil dikirin û tu hesab ji tu hêzan re nedikirin û êrîşî kuderê dikirin digirtin, îro li Baxozê tên girtin û kuştin. Van çeteyan li Şengalê malbatên Êzîdî ji jin, zarok, kal û pîran bigre heta deverên Ola Êzîdî wêran û qetil dikirin. Lê îro şervanên QSD’ê ji ber bingeh û fikra li ser hatiye avakirin parastina mirovahî û vejînkirina wijdana mirîbû, malbatên van çeteyan pêşwazî dikin û xwarin û vexwarinê li zarokên wan belav dikin.

Dihat payîn ku di nava çend rojên derbasbûyî de îlankirina têkbirina DAIŞ’ê bibûya. Ji ber ku li gorî agahiyên ku hatibûn parvekirin, hêjmara çeteyan û sivîlên li nava devera dawî ku DAIŞ lê mabû derdora 2 hezar heta 3 hezar bû. Lê  ya derket holê ku hêjamrek nêzî 7 hezar hîne jî li wan deveran xwe di bin erdê de veşartine û gelek sivîl wekî mertal tên bikaranîn. Çi sivîl dibin, çi malatên çeteyan yên biyanî û herêmî dibin û çi jî hêjmarek zêde ya çeteyan bi xwe dibe.Tenê di nava hefteya derbasbûyî de 16 hezar kes ji van herêman hatine derxistin û bi dehhezaran çete xwe radestî QSD’ê kirin e. Ewqas malbatên Çeteyan û çete hene. Hêjamr roj bi roj zêde dibe, wê ewqas çete û malbat li ku werin bicih kirin û çawa werin darzand hîne nediyare û li gorî tê diyar kirin hîne nîqaşekî li ser vê yekê negihîştiye encamê. Beriya vê rewşê behse 800 çeteyên biyanî dikirin ku divê welatên wan li berpirsyariyên xwe xwedî derkevin. Em a niha rewş pir guherî. Bi dehhezaran çete û malbatên wan ku heta niha jî li ser ya xwe ne di destê hêzên Sûriya Demokratîk de ne.

Xaleke girîng ku dixwazim balê bikşînim ser wê ew e ku ev çete çima li ser ya xwe ne, tevî ku ref bi ref xwe teslîmî hêzên QSD’ê dikin?. Ji ber ku heta niha serokçeteyê wan Erdogan û serkêşê wan li ser texte. Ji ber vê yekê ew çete hêviya xwe bi Erdogan ve girêdane ku were hawara wan. Ji ber vê yekê,  kurt û kurmancî, heta ku Erdogan li ser desthilatê be ew ê DAIŞ tune nebe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.