Xakî BÎNGOL
Herçiqas di van salên dawî de çanda populer û vala di nava Kurdan de derketibe pêş jî, di esasê xwe de jiyana Kurdan li ser dengbêjî û çîrokbêjiyê şikil girtiye. Gelê Kurd bi sedan salan e bê dewlet û bê dibistan, di binê nîrê asîmîlasyonê de dijî, lê dîsa jî zimanê Kurdî bi saya serê dengbêjî û çîrokbêjiyê xwe paraztiye û di warê wêjeya nivîskî de jî roj bi roj bi pêş dikeve. Eger dengbêjî nebûya gelo em ê çawa ji hêla edebiyata devkî bi bîr û baweriya nifşên beriya xwe bihesyana? An jî me yê çawa sosyolojiya civaka xwe ya beriya sedan salan fêm bikira. Bi rastî jî; divê em sipasiya dengbêjên xwe bikin û wan bi nifşên nû bidin naskirin.
Di nivîsa beriya du hefteyan de me behsa Antolojiya dengbêjan kiribû. Antolojiya dengbêjan-1 bi Kurtasî behsa jiyana dengbêj Reso dike û ji Kilamên ku dengbêj Reso di sedsala bistan de gotiye pêk tê. Divê ez dîsa bi bîr bixim, Antolojiya Dengbêjan-1, Antolojiya Dengbêjan-2 piştî xebateke nêzî 20 salan ji hêla rêzdar Omer Guneş û rêzdar Îbrahîm Şahîn ve bi lêkolîneke berfireh hatiye amadekirin. Dîsa destxweşiya rêzdaran dikim û dubare siheta wan xweş be.
Di Antolojiya dengbêjan-2 de disa bi sedan kesan re hevpeyvîn hatiye pêk hanîn û bi berfirehî di derbarê jiyana dengbêj Şakiro de agahî hatine komkirin. Pirtûk ji hêla weşanên Nûbiharê ve hatiye çapkirin û ji 624 rûpelan pêk tê.
Bi Kurtasî jiyana dengbêj Şakiro
Denbêj Şakiro kurê Bedîhê Mihê Zîlî ye. Ji eşîreta Zîlî ye. Agahiyên ji hêla malbatê ve hatiye dayin, piştî şoreşa Ûris ya 1917’an pêk tê, bav û kalên Şakiro ji herêma Rewanê, ji gundê Qerqa hatine, li Kela Topraqqela Eleşgira Agirî bi cîh bûne. Gundê Qerqa nêzîkî çiyayê Elegez e û naha bi fermî di nava sînorê Ermenîstanê de ye. Dengbêj Şakiro di fermiyetê de sala 1936’an, lê di rastiyê de di sala 1931’an de li gundê Kela Elaşgirê (Topraqqele) tê dunyayê. Piştî demekê bavê Şakiro ji wir koçî gundê Cemalvêrdî dike. Cemalvêrdî li deşta Intabê, li ber çiyayê Qertewînê ye. Intab bi giranî ji herêma navçêya Dutaxê ya Agirî re tê gotin. Ev gund ji bona Şakiro êdî dibistana dengbêjiyê ye. Çimkî Evdalê Zeynikê dengbêjê Surmelî Memed Paşa ji gundê Cemalvêrdî ye. Herçiqas dengbêj Şakiro Evdalê Zeynikê nedîtibe jî, Şagirtê Evdal dengbêj Bedîhê Çavşûşe dibîne û ji 7-8 saliya xwe, hetanî 18-19 saliya xwe li gundê Cemalvêrdî li cem dengbêj Bedîhê Çavşûşe fêrî dengbêjiyê dibe. Şakiro li her deverê Serhedê digere û li cem dengbêjên bi nav û deng roj bi roj xwe bi pêş ve dixe û leqebê Kewê Ribat digre. Kewê Ribat dengbêj Şakiro di fêrbûna dengbêjiyê de sînoran nas nake û gund bi gund, herêm bi herêm digere. Diçe gundê Dignûgê cem Siloyê Gulê jê kilaman hîn dibe. Diçe gundê Xelê cem dengbêj Ferzê jê kilaman fêr dibe. Diçe cem Evselamê Koşkê, Mistefayê Çiftborî, Feqiyê Qizqapanê û bi dehan dengbêjên din ji wan hînî hostetiya dengbêjiyê dibe. Bi sedan kilaman ji devê wan dengbêjan jiber dike. Bêguman eger em tevahiya jiyana Şakiro binivîsin wê bi sedan rûpel jî qîm neke. Antolojiya dengbêjan-2 ji kilamên dengbêj Şakiro ku di sedsala 20’an û ya 21’an de gotiye pêk tê. ji kilama”Têlî” bigre, hetanî kilama “Qazê”, kilama “Xemê”, “lawikê Metînî”, “Nêçîrvano” û bi sedan destan û kilamên dinê di pirtûkê de hene.
Dengbêj Şakiro li dû xwe bi sedan kilam û kasêt ji gelê Kurd re hiştin û sala 1996’an li bajarê Tirkan Îzmîrê wefat kir. Gora dengbêj Şakiro li Alîaga Îzmîrê ye.
Kilamên di pirtûkê de ji 5 beşan pêk tê.
1-Kilamên Serhildanan
2-Kilamên Evînî
3-Kilamên li ser şer û pevçûnên navxweyî-eşîrî
4-Kilamên li ser xwezayê, raman, jiyanê
5-Destan





